serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Konferansa FKKSê bi dawîbû

KSN/ 27/11 2005- Federasyona Komeleyên Kurdistanê li Swêdê, ji bona Komeleyên endam Konferansek li Sotckholmê li binaya ABFê lidarxist. Konferans du roja ajot û ji seranserê Swêdê nunerên Komelên endam û YCK û YJKê jî beşdarbûn. Di Konferansê de li ser  demokiratîzekirina civaka kurd li Swêdê û lêgerîna dîtina rêyên çareserîyê ji bona nakokîyên di nevbera malbet, jin û mêr  û keç û koran de, het munaqişe kirin.

Li ser navê Komela Kurdî ya Demokiratîk û Kulturî li Stockholm/ Spånga yê segreterê Komelê Dilbirîn Şerefdîn, li ser navê seksîyona jinan Kerime Fislî tev li Konferansê bû. Li ser navê Komelê, Dilbirîn Şerefdîn li ser kar û xebatên komelê, axiftinek kir. Di Konferansê de hate destnîşankirin ku komela Spånga Komela herî çalak e.

Her wusan FKKS, Komele Spånga ji bona ku di 10/9 2005an de semînerek li ser şoreşa netewî ya sala 1925an ya Şêx Sedê PÎran çêkiribû, layiqê xelatê hat dîtin. Li Ser navê Komelê Dilbirîn Şerefdîn xelt girt. Her wusan çend Komelên din jî, ji boyi kar û xebatên baş kiribûn laîqê xeltê hatin dîtin.

 

 

Çevkanî: serhed.net  Amadekar:   D. Ş  Dem:  27 /11 2005           Seet20: 30





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî