KSN/24/9
2005- Îroj Konferansa li ser qetlîama Ermenîyan seet di 9:30an de li
Zanîngeha Bilgeyê li Enqerê di bin tehdîdên regezperestên tirk de dest pêkir.
Komek ji regezperestên MHPê û yên ÎŞP yên Dogu Perînçek, bi vekirina
pankartan konferans pirotesto kirin. Divîyabû mehên biharê ev
Konferans pêk bihata, lê ji ber hin sedeman ma hetanî roja îro. Niha
jî dewleta Tirk navê Konferansê guherandin kirin " Di demên dawî ê Osmanî û
Ermenîyan de; Berpirsyarîyên Zanistî û Pirsa Demokirasîyê"
wêne: interhaber
Ev Konferans gere du roj berê pêkbihata,
lê Dadegehê biryar girt ku konferans neyê pêkanîn. YEê rawêjek
gelekî tûnd şanê vê biryara Dadegeha tirk dabû û biryara Dadegehê wek karek
provekasyon li himberî pêvacoya Endamtîya Tirkîyê ya YEê hatibû nirixandin.