serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Suriyê, komîsyonek avakir ku li ser kuştine Herîrî lêkolîn bike

 

Gotinaka pêşîyan korda heye dibêjin; "Ez bi qurbana wî erdê bim ku tirs lê heye"

KSN/ 30/10 2005- Serokê Suriyê Bişar Esed, emir da ku wê komîsyonek tayîbet bê avakirin ku, li ser kuştina Refik Herîrî lêkolîn bikin. Komîsyon di bin serokatîya cigirê serokê Suriyê Xadet Mirad, ji eskerîyê general Corc Tehan û dozgerekî li ser navê wezareta edaltê, tête avakirin. Wê  ev komîsyon li ser daxawza Neteweyn Yekgirtû, bi  komîsyona Navnetewî û digel rayedarên Lubnanê yên ku ji bona kuştina Herîr hatîne avakirin re kar bikin.

Dîyare ku tirsê, rejma bees ya Suriyê kiriya nava liv û tevgeran. Dewleta Suriyê êdî dizane wê fitlê serê wê were xweş kirin,  vêca ji ber wê tirsê, li nav û dervayê Suriyê, dixwaze hin guherînan pêk bîne.

 Do jî Wezîrî hundur yê Surîyê tixûbên navbera Suriyê û Îraqê ji medyayê re vekir.

Generalê Surîyê dibêje; li ser tixûbê Suriyê û Îraqê  7500 esker û polis kardikin û jimara qereqolên li ser tixub ji derxiste 557 qereqolî. Generalê Suryê dibêje, heke derfetênm me hebana wê me yê hê qenctir tixûbên xwe bi parasta.

Suriye bi vî awayî dixwaze, rê li pêşîya erebên ku di tixûbê Suriyê re derbasî Îraqê dibin û karê terorîstî êktînin, bigirin

Gotinaka pêşîyan korda heye dibêjin; "Ez bi qurbana wî erdê ku tirs lê heye"


     

Çevkanî: Şerqul-Ewset  Amadekar:   serhed.net     Dem:  30 /10 2005           Seet: 10: 30



 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî