**Menûya Kurdî**
 

Komela Mafê Mirovan ya Navnetewî: Îstixbarata Sûriyê Şêx Meşûq Xeznewî Kuştîye

KSN/ 14/6 2005- Komela Mafê Mirovan ya Navnetewî raporek derbarî kuştina Şêx Meşûq Xeznewî de belavkir. Li gora raporê;  Îstixbarata Sûriyê Şêx Meşûq Xeznewî bi îşkencê kuştîye. Ji Komela Mafê Mirovan  berpirsê  dewleta Sûriyê Nail Samundiz, ji dewleta Sûriyê xwest ku lêpirsîneke serbixwe û zûtirîn wext li ser kuştina Şêx Meşûq Xeznewî were dest pêkirin. Û netîca lêgerînê  ji raya Navnetewî re were dîyarkirin û kesên tewanbar jî  derxînin pêşberî Mehkemê.

Di raporê de tê gotin ku, divê Kurdên Kurdistana Sûriyê mafê xwe yên rewa di bin kirasê Demokirasî û bi awaki aştîyane bixwaze. Dewleta Sûriyê, xwepêşandanên miletê Kurd piroveke dike û li dijî wan şidetê bikar tîne.

Dewleta Sûriyê Şêx Meşûq Xeznewî di 10ê meha Gulanê de ravandibû û idea dikir kû haya wan ji revandina Şêx Meşûq tune û piştî kuştina wî ji alîyê Istixbarata Sûriyê ve, di 30 Gulnê de cenazê Şêx Meşûq teslîmê malbata wî kiribû.

Çevkanî: îlaf

 

 

 
Dem: 14/6 2005  Seet:  001 şandine: Serhed.Net        Vegere