serhed.net
  Menûya Kurdî 15/08/2005 - 13:36  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Kilîp û sitran û muzîk û çandek ecêb ama pir ecêb

KSN/ 18/8 2005-  Dema mirov diçe şev û bîranînên kurda û temaşyeyê televîzyonên kurdî dike, mirov pir ecêbmayî dimîne. Ji ber ku edetên bîranînînê û averoka   sitran û kilîp  û mûzîka ku tê gotin,  wekî erd û esman ji hevdû dûrin. Mesela teksta sitranê behasa sirîşta Kurdistanê dike, lê klîpa ku sitranbêj amadekirîye jî, dîmenên ji Ewrûpa nîşan dide. Behsa evîndarîyê dikin, lê di kilîpan de reqs û sahaneyên ji dîskoyê û keçên porzer   nîşan didin û wekî din mînak pirin.

Di gelekî kilîpên ku di televîzyonên kurdî de tên weşandin de, ji bilî çand, huner û folklora Kurdî wekî din her tişt hene. Her kes hemfikirn ku çand û hunera kurd hetanî nihe bi saya serê sitranbêj, dengbêj û çîrokbêjên kurd hebûna wan hatine paraztin û hetanî roja îro hatine. Lê eger waha dewmbike, wê çand û hunera Kurd bi saya serê van lotikvanên ku bi navê hunermendê Kurd derketine, ji holê rabin.

Ne mumkine ku mefhûm û naveroka muzîkê û têkihîştin û daxwazên  her miletek  ji mûzîkê wekî hev bin. Her welat û miletek urf û edetên xwe yên tayêbet hene û divê rêz û ihtirama wan rêbazana werin girtin. Bi qasî di çanda miletê Kurd de tiştên vekirî hene, ewqas jî hin exlaqên ku wekî xetên sor e û bi tu awayî binpêkirina wan xetana ne mumkune jî hene.

Di kultura Kurdan de, her tişteke li gura urf û edetên wî tiştî yên tayîbet tên bibîr anîn an jî pîroz kirin. Mesela edetên şînê heye ku mirov çewa şîna mirîyan digire û dibe hevparê derdê malbata xwdîyê şînê. Usûla tezayê heye û bi sedên sal ne ku wusan tezayî hetîye kirin û divê wusan ji dewam bike. Bîranîna şehîdan dîyare û divê li gora çi were bibîr anîn. Û her wusan hemû tiştên ku hîmê jîyana miletek datîne wusan e.

Lê Kurd niha çi dikin, gelo qet bala we kişandîye?

Li ba hinek ji kurdan ku xwe wekî berpirsên miletê Kurd dibînin, hertişt bûye reqs û muzîk û dahol û zurne. Li herema Serhedê di nav milet de pirsek heye dibêjin; " her dem li be te 14ê Nîsanê ye" Yanê mirin û şîn û malwêranî li ba te yek e.

Her tişt hatîye guhertine, meselaa di her tştî de di rêza yekem de muzîk tê û bê muzîk tiştekî nakin. Hetanî mirîyên xwe  bi dahol, zurne û reqs û govendê bibîr tînin, meş û şermezarîyên xwe bi reqs û govendê dikin, di Dêran de şehîdên xwe bi caz û saz lalalûna û bi mûm pêxistinê bibîr tînin û hê wekî din.

Li ba gelekî Kurdan mefhûmê evîndarî û jîyana malbatî ji bin ve hatîye guhertin. Di suhbetek bi çend kesan re, jinek kurd waha digot: ew ez bi wê evîna ku liwelat bes dikirn, bawernakim. ji ber ku tiîtek binavê evînê tune.

Min jê re got eger tu bi mejûyek Ewrûpî bala xwe bide evînê, gotinên te  rast e. Li ba Ewrûpîyan evîn têrkirina têkilîyên cinsî ye û ricîyê ji rê û rîzanê ye, ricîyê ji wefdarî û fedekarîyê  ye û ji xweml û xêza merhemet, şefqet, sila rihmê mehrûm e û di cîyê van tişytan de egoîzmê cî girtî û her tişt li gora rêbaza her ez û ezîtîyê birêve diçe.

Li Ewrûpa tu mefûmek ji evîndarîyê re tune; an jî mefûmê evînê li ba Ewrûpîyan ji yê me gelekî cudaye. Li Ewrûpa, evîn ya seetek e, ya hefteyek e, ya mehek e ya jî şeş mehe û wusan didome. Lê dema mirov bi mejûyê Rojhilata Navîn  li  mefhûmê evînê binêre û çîrokên evsanewî ku li ser evînê hatine nivîsîn, wekî Mem û Zîn, Ferhad û Şîrîn û Leyla û Mecnûn, baş tê fêm kirn ku mefhûmê evînê li ba me û Erûpîyan çiqas cuda ne.

Ez dibêjim her dar li ser koka xwe hêşîn dibe û tu car dara mezî sêva nagire. Çand, huner û muzîka miletê Kurd dîyare û evên dixwazin vê çanda ku şax û rehên xwe berdaye binê erdê ji holê rakin, wekî berfa li tavîya biharê wê bibin av û tu eserek wan nemîne.

Dilbirîn

Dem: 18/8 2005. Seet: 17





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî