**Menûya Kurdî**
 

 

 

Kerkuk-Kurdistan, gelaciyê di navbera partiyên Kurda de dike…

KSN/ 1/6 2005- Ji cirkî ku ev malper ava bûye, bi sedem navê li ser çawa ku bala gelek xwendevanên kurd kişandibe wisa ya min jî kişandiye û ji her demakê carekê min lê nihêriye bê ka çi nivîs û agahiyên nuh lê bar bûne… ji xwe bi awayekî gelekî eşkere dilxwaziya birêz Edîtor -ku ez bawer dikim Arif Zêrevanî bi xwe ye- ya ji PDKê re diyar dibe, hema ez dikarim bêjim, di nav malperên bi Kurdî-kurmancî tên nivîsandin de xwe weke berdevkê Partiyê dibîne.

Ez nizanim bê ka gelo Partî jî wî wisa dibîne yan na, lê ji dayîna hin nûçeyên hêj di çapeminiyê de belav nebûne û mîna raportaja bi birêz Mesûd Berzanî re diyar dibe ku di nav partiyê de têkiliyên wî yên xurt hene. (Ez naxwazim yekser bibêjim ku berjewendiyên wî an jî hêvînî wî yên maddî ji partiyê hene.). 

Mirov dikare partîzaniyê bike, lê pîvanên wê jî henin. Tew heke mirov li welatekî mîna Swêdê pêşketî bijî û bi çavê ronakbîran li xwe binihêre divê ku mirov gavên xwe bêtir miqate bavêje.

Bi taybetî bi sedem pirsgirêkên vê paşiyê yên di navbera Yekîtî û Partiyê yên derbarê Serokatiyê û hin tiştên dinê de pêdivî bi bihîstiyariyeke taybet hebû û heta ku ji dest mirov dihat diviyabû ku mirov şîret û daxwaza hevgirtinê û rêzlihevgirtinê bikirana. Lê mixabin min ev bihîstiyariya hanê bi Edîtorê birêz re nedît; bervajiyê wê heta ku ji destê wî dihat tûjik tê radikir û herwekî ku dixwest rewşê dijwartir bike û tovên neyartiyê ji nuh de di navbera wan de biçîne, em ê bêjin bila ew jî mîna gazinkirinan bin, lê nivîsa ku vê paşiyê nivîsandiye de hevokek wisa bikar aniye ku heke ew bi zanebûn hatibe bikaranîn ji fitnekariyê pêvtir bi tu awayî nikare bê şîrovekirin. Berî ku ez hevoka wî di vê derê de bicîh bikim dixwazim ayetekê ji Qurana Pîroz bînim bîra xwendevanên birêz ¨Fitne/ gelacî ji kuştinê xerabtir e. ¨

Hinek ji nivîsa wî ev e:

¨Yekîtî û Partiyê ev demekê dirêj e nefes li hev diçikandin û nakokiyên di nêvbera herdu aliyan de wisa kir ko Celal Talebî bi xwe ji Bexdayê bêt tevlî danûstandinan bibe. Lihevnekirina herdu aliyan taliya talî bi hevdîtineka Mesûd Barzanî û Celal Talebanî ya tenê çareser bû. Polîtbîroyên herdu aliyan negehiştin ti encaman û 29-ê mehê Celal Talebanî û endamên polîtbîroya Yekîtiyê çûn Selahedînê û li wê derê hevdîtineka ji medyayê re qedexe pêkanîn.

Lê bel ya xerîb ew bû ko cardî wan li hev nedikir û Mesûd Barzanî çare di hevdîtineka şexsî digel Celal Talebanî de dît. Mesûd Barzanî û Celal Talebanî herdu tenê bi serê xwe yek seetê civiyan û nehiştin hîç hevalekê wan biçe nik wan. Her çi bû wê seetê bû. Xwedê dizane ka wan çi ji hev re got û ka Mesûd Barzanî çi tehdîd li Celal Talebanî kir.¨(DUKAN, 31/5 2005)

 

Bala xwe bidin vê hevoka dawiyê, ka gelo dixwaze pê çi bibêje… Heke bi awayekî herî dilpak ez vê hevokê şîrove bikim, ez dê bêjim ku ew dixwaze xwe bi van gotinan li ber dilê birêz Mesûd Berzanî şêrîn bike  û têkeve çav wî, lê na ez bawer nakim ku dê kêfa birêz Mesûd Berzanî jî ji vê gotinê re were, ji ber ku herdû serokatiyên partiya jî heta ku ji destê wan tê naxwazin ku axaftineke ku dijberiya di navbera wan de diyar bike bidin çapemeniyê û ne razî ne ku got û bêj li ser nakokiyên wan bên kirin. Ji xwe mîna ku birêzî jî di nûçeya xwe de diyar kiriye bi sedem vê yekê hevdîtin ji çapemeniyê bi veşartî pêk hatine û li ser ya dilê xwe li hevûdû kirine.

Divê em ji bîr nekin ku pêdiviya gelê kurd îroj  ji hemû rojan bêtir bi yekîtî û hevgirtinê heye; ji bo bidestxistina mafê xwe di vê dema bihistiyar de ku Iraqeke nu ava dibe û dê rewşa kurda jî di Qanûna bingehîn de şeklê xwe yê dawîn bigre…

Bi hêviya ku birêz êdî hevokên wisa rijî bikar neyne û dilê xwe ji min nehêle…

 

Mucteba Baravî

 E-Mail

 

 
Dem:1/6 2005  Seet:11   şandine: Serhed.Net        Vegere