|
|
|
|
|
|
|
Kêmasiya herî mezin, perwerdeya
Zimanê Kurdî. |
|
KSN/
10/12 2005- Wisa diyar e ku êdî
nîqaşên li ser çareserkirina pirsgirêka kurd ji rojeva tirka û
çapemeniya wan dernekeve. Dê ev nîqaş ji rojeva wan dernekeve
ji ber ku êdî gav bi gav ji awayekî bi awayan bixwazin ku
pirsgirêka kurd çareser bikin an jî navekî lê bikin. Heta ku
ji destê wan bê dê dema xwe bi nav lê dayînê derbas bikin.
Piştî ku nav li pirsgirêkê bikin û hetanî wê gavê yên ku doza
tiştina dikin mabin dê bixwazin bi awayekî herî bêzirar çend
kurtêl/ perçe nan bavêjin ber kurda. Ev daxwaza wan e û li
gorî sazbûyîna dewleta wan a îroj tiştekî gelek xweza ye ku
wisa bikin.
Du tişt dikarin rê li ber vê
xwegewgirandin û girankirina dewletê û bêxwestekiya wê ya li
hember çareseriyê bigrin:
-
ji zarokên
heft salî ta kalên heftê salî, gelê kurd wek millet bi xwe
bihese û bi yekawazî û yekparetî dest bi lêgerîna mafê xwe
bike. Heke ev nuqteya hanê pêk were gelê kurd ji hêla
polîtîk ve bidestxistina mafan de biser nekevin jî dê di
pratîkê de serkeftîbin û bikaribin nimûneyên yeknetewbûnê bi
gelek awayên dinê nîşan bidin û ji xwe dê bi awayekî eşkere
jî ew rengên ku kurd doza wan dikin derkevin pêşberî çavan.
Di vê derê de ta niha jî xetera herî mezin ew e, daxwaz û
kiryarên me kurda hêj nebûne yek. Vê gavê gelek ji me yên ku
daxwaza mafên herî req û radikal dikin jî di pratîkê de
pêdiviya wan daxwaz û gotinên xwe bicîh naynin. Demekê li
welêt hin grûbên Îslamî, bi taybetî ciwana ta nêzîkî destê
sibehê nîqaşa avakirina dewleteke îslamî û tetbîqkirina
hukmên Şerîetê dikirin û rêyên ku digihaştin wê derê
digeriyan; berî nimêja sibehê jî di xew re diçûn û nimêja
sibehê li wan diçû. Ji bîr dikirin ku avakirina dewleteke
Îslamî jî ji bo hêsankirina jiyandina jiyaneke îslamî bû…
îcar em wek kurd û bi taybetî yên ku li çi ji hêlên polîtîk
û siyasî çi ji hêlên kulturî-Çandî de li çareserkirina
pirsgirêkê digerin heke pêdiviyên kurdîtiyê ji vê gavê de
bicîh neynin têkçûneke naye bexşandin e. di serê pêşî de
divê em daxwazên xwe bi zimanê xwe bikin û hevûdû bi zimanê
xwe serwext bikin. Ruhê kurdîtiyê û nasnameya zarokên xwe bi
zimanê wan bi wan bidin naskirin. Çand û çîrokên kurdî bi
alfabeya kurdî û zimanê kurdî bigihînin wan. Nîqaşên xwe yên
felsefî û fikrî bi zimanê xwe bikin û dara zimanê xwe bi vî
awayî av bidin û geş bikin. ”Me dara zimanê xwe yê ku
qabiliyeta xwe ya şênbûn û geşbûnê ya mîna Dara Tûbayê hebû
bi avnedana bi bikarneanînê tût û rût hiştiye” gelek guliyên
vê darê hêşk bûne û hişkbûna guliyên wê her berdewam e û
rizgarkirina vê darê tenê di destê me de ye ku ew jî avdana
wê ya bi bikaranînê ye.
Heke ev nuqteya hanê pêk were
yanî êdî kurd di pratîka xwe de hebin, dê bi awayekî fitrî ev
kuncîlê tengê ku dixwazin li kurda bikin biqete û mecbûr
bimînin ku kuncîlên jê re dibin jê re bikirin an jî bidin
dirûtanê. Ji bo kesên dîndar jî pirsgirêk her bi vî rengî ye.
Heke piraniya civatê ji kesên oldar pêk tê tu dikarî behsa
dewleteke anjî sîstemeke ku mafê van dîndaran bi awayekî herî
xweşik diparêze û qanûneke bi dilê wan deynî na heke ew kesên
dîdar tunebin ma gelo navê wê Qanûna Xwedê jî be dê li ser
serê xelkê nebe mîna diktatoriyetê?
-
Nuqtaya
duyem, û çareya neçaran ew e ku qawetinî mîna Dewletên
Yekbûyî yên Emerîka zextê bidin ser dewleta Yekpare, yek al
û yek ziman da ku ew jî mecbûrî naskirina hin cografya,
netew, ziman û alên dinê bimînin. Lê di vê derê de dîsa jî
divê ku gelê kurd wek netew hêj bi giyanê kurdîtiyê hebe, li
ser lingê xwe be û zanibe ku çi dixwaze…
|
|
Çevkanî:
serhed.net Amadekar: mucteba
Dem: 10 /12 2005
Seet11: 30 |

|
|
|