|
Kurdên Kemalîst wê Partîyeke nû avabikin
KSN/
19/9 2005- Li gora rojnama Milliyetê ya 18/9 2005an de hatiye
balavkirin, serokê Şaredarîya Entabê yê berê Celal Dogan û endamên kevin yên DEPê, wek
pirensîb li ser partîyeke nû li hevkirine. Li gora Kemalîst Celal Dogan,
divê navê partîya nû, Partîya Hevdem ya Tirkîyê (Çağdaş
Türkiye partisi) be û Dogan, xetên xwe yên sor yên ku bi tu awayî dev
jê bernade jî waha binav dike " yekîtîya ax, huqûq û al tirkîyê" de wê
partîya nû sazbikin.
Berîya çend rojan serokê HAK-PARê Ebdulmelîk Firat mêvanê
min bû, Firat li ser pirsa hebûn û parasita Kemalizmê waha got:
Îroj li Tirkîyê Kemalîzim li ser milê sê gurûban hebûna
xwe di domîne.
- Laîkos Kemalîkos
- Misilmanoe Kemalîkos
- Ocalanos Kemalîkos
Yeni; îro Kemalîzm li ser mêlê Laikên Kemalîst, Mislimanên
Kemalîst û kurdên Kemalis hebûna xwe di meşîne. Û ji Misliman û Kurdan
jî zêdetir, tu kesekî ji destê Kemalîzmê zirara nedîtine.
Di progirama
DTH de û di ya vê paetîya nû de pirsgirêgek bi nav pirsgirêka
Kurd tune, bi tenê pirsgirêka Demokirasyê û Tirkatîyê heye.
Ji xwe ev pirojeyek Genel Kurmaya Tirk e. Dema li Tirkîyê
Pirsgirêka Kurd bû pirsgirêka Demokirasîyê, otomatîk pêşî li rêyên
çaresekirina pirsgirêka Kurd tên girtin û pêşî li rêyên berfirhkirina
Demokirasîyê li gora yasaya Tirkîyê vedibe.
Ebdula Ocan, di hevdîtna xwe ya dawî ya bi abukatên
xwe re, ji Apocîyan dixwaze ku guh bidin berdevkê Genel Kurmaya Tirk yê sivîl
nivîskar Fikret Bîla û pirtûk û nivîsên wî bixwînin. Ocalan ji Apocîyan re
dibêje; hûn bi qasî Fikret Bîla nabin û Fikret Bîla mirovek gelekî baş e
û rojnamevanek cidîye
Fikret Bîla di nivîsa xwe
ya îro de, mesaj dide raya giştî û dibêje, serokek li himberî Ebdulaha
Ocalan ne mumkune derkeve û wan kesên ku li dijî Ocalan derkevin jî tehdît
dike. Bîla, hemû serokên Beldîya û serokên partîya DEHAPê bi xwestaka Ocalan
hatine hilbijartin û divê wefadarîya xwe revayî Ocalan bidin.
Bîla, mesaj dide dewletên
Ewrûpa ku wan sîyaseta Tirkîyê baş nexwendine ku dibêjin, bila kurd ji bilî
Ebdulah Ocalan serokek din derxînin.
Berîya demek min nivîsek
nivîsîbû ku, ew dewleta nav li pirsgirêka kurd kirîye wê dewletê rêyên
çareserîyê û mixatabên xwe jî kifş kirne. Û mixatabê wan ji bilî
apocîyan wekî din tu kes nîne.
Ji vê nivîsa Fikret Bîla
wusan tê zanîn ku Ocalan û Genel Kurmayî di her warî de hemfikirin,
loma Ocalan dibêje nivîsên Fikret Bîla bixwîne, ji ber ku Bîla li ser navê
Genel Kurmaya tirk bi qelama sivîl dinivîsîne.
Ocalan, di dîroka dewleta Tirk de di sê
dewran de pêşvçûyîna şaristanîyetê hene.
- Meşrutiyet
- Cumhuriyta ku bi Mitefa Kemal avakir
- pêvacaoya ku min ji sala 2000an ve daye
detpêkirin
Gelo ev gotinên Ocalan tê çi menayî?
Ebdula Ocalan, xwe bi miridê xwe daya qebûl
kirin û gotinên wî nabin dudu; yani her gotinek wî qanûneka ku nayê guhertin
û minaqişekirina li ser jî ne mumkune.
Ocalan, bi rêya mirîdên xwe yên waha,
dixwaze komara Tirk ya Kemalîst ku li ser xwîna miletê
Kurd hatîye avakirin, bi Kurdan bide şêrînkirin û ked û emge Kurdan bike
xizmeta Kemalîzmê.
Ji xew Ebdulah Ocalan di her demê de,
hayernaîya xwe bi Mistefa Kemal re dibêje û Mistefa kemal li ba Ocalan
mirovk şoreşger û qehreman e.
Ocalan, di hevdîtinên xwe yê bi abukatên
xwe re, emrê sazkirina partîya nû dide û divê kesên ku dikevin komîta
merkezî jî li gor Ocalan be.
Bi xwe hertiştî hildibijêre û behsa
Demokirasîyê jî dike (!)
Bi vî awayî wusan dixwîye Ocalan, di
gihandina kurdên kemalîst de bi ser ketîye û wê partîya nû, ji kesên
kemalîst pêk werin. Di partîya nû de cî ji kesên kurdperwer re tune.
Ocalan, dibêje; ev Partî, partîyek Tirkîyê
ye. Di Partîya ku li ser navê Tirkîyê tê avakirinê de, cî ji Pirsgirêga Kurd
re tune.
Ebdulah Ocalan, ji bona ku herkes ji
gotinên wî fêm neke û nikaribe mexseda wî ya esasî bizanibe, car caran behsa
Pirsgirêka Kurd û mexdûrîyeta kurdan dike. Lê ji Kurdan re çi dixwaze û
pêşeroja Kurdistanê wê çewa be, tu tiştek nabêje û ji xwe tiştek waha jî di
progirama wan de tune.
Loma Celal Dogan behsa xtên xwe yên sor
dike. Jixwe berê demek divêya bû Leyla Zana û hevalên xwe partîya xwe îlan
bikirana, lê ji nişkava de îlankirina partîya wan hatin paşvexistin.
Wusan xwîyaye bi emrê Ocalan hemû Kurdên
kemalîst hatine ba hev û wê di demek kurt de Partîya hevedem ya Tirkîyê-"Çağdaş
Türkiye partisi" yê îlan bikin
Bê guman kar û xebata her kurdek
welatparêz ji bona Kurdistanê ye, lê ew kedû emega kurdên reben bi destê
kurdên Kemalîst dikin xizmeta Kemalîzmê.
Celal Dogan di tevaya jîyana xwe de, endamê
partîya CHPê bû û kar û xizmeta wî ji bona kemalîzmê bû. Lê niha xwe wek
nûnerê miltê kurd reva dide û bi piştgirîya Apocîyên Kemalîs xwîna xortên
Kurd dike xizmeta dujminê miletê Kurd.
|