KSN/
23/12 2005-
Nêzîkê mehekê ye ku di çapemeniya Kurd de nûçeyeke balkêş tê
weşandin. Di nûçeyê de tê gotin ku
Dr. Kemal Seyid
Qadir di hinek gotarên xwe û axavtina xwe de rexne li
birêveberiya PDK û hekûmeta Kurdistanê herêma Hewlêr kiriye;
hindek çapemenî ji radigihînin ku wî heqaret an dijîn ji bo
bernavê “Barzanî” kiriye.
Di
van çend hevokên ku binivîsim de naxwazim bi dûdirêjî behsa
derbirîna raman azad, mafê gotinê, mafê hizirînê bikim. Bi
baweriya min hîç kurdek tune ku li ser vê meselê ne şehreza
be. Beriya herkesekî hemû serok, sekreter, leşker, peşmerge,
birêveber, karmendên hekumeta kurdistanê; biçûk mezin
şoreşegerî li dijî rejîmeke dîktatorî û faşist kirine. Ew baş
dizanin ka ramana azad çi ye û ne çi ye.
Digel vê çendê, îro şoreşgerên duhî li welatekî êdî bûne
birêveber ango desthilatdar. Lewre di kiryarên xwe de helbet
ewê wekî desthilatdarekî bitevgerin, ne wekî dijberekî rejîmê.
Lê di birêveberina welat û gerandina çerxa desthilatdariyê de
helbet wekî kesê xwedî wijdanê azad me maf heye ku em yasayên
demokratîk, feraseta demokratîk û di îdarekirina dewletê de
kevneşopiyeke demokratîk ji xwediyên erkê; ji parlemento,
dadgeh, hekûmet, serokatiya dewletê û hemû saziyên hukmî
bixwazin.
Hîç kurdek hizir nake ku heqaretkirin li nirx û kesên ji bo
gelê me pîroz bin wekî tiştekî rewa bête dîtin; lê yasayên
cîhana medenî dema ku şîdet nebe ji bo derbirina ramanê ceza
nabirin. Ji bo heqaretê jî cezayên ewçend giran tune ne.
Meseleya Dr. Kemal Seyid Qadir tevliheviyekê di serê hemû
rewşenbîrên xwedî wijdanê azad de çêkiriye. Gelo rastiya
meselê çi ye? Kes ji me nizane. Xêrnexwazên kurdan dixwazin bi
vê meselê kêmaniyê ji gelê me yê ku îro li başûr bûye xwediyê
desthilatdarî re çêbike.
Wekî kesekî ku guh dide dengê wijdanê xwe bang li rayedarên
têkildar ên federasyona kurdistana Iraqê dikim! Zûtirîn kat vê
meselê çareser bikin! Bila raya giştî bi rastiya meselê
bihese. Banga min ji bo serokê Kurdistana Federal serokê birêz
Mesût Barzanî ye. Bila ew mezinahiya xwe di meselê de jî nîşan
bide; ger bi rastî jî dadgehekê 30 sal ceza li kesekî birîbe,
bêyî ku ew kes tevli karekî şîdet û terorê bûbe; divêt ew
kêmanî, ew yasa zûtirîn dem bête ser rastkirin.
Xewn û hêviya me ye ku Kurdistana azad bibe wek mînakeke
welatê demokratîk û ramana azad.
Hasan Kaya
Nivîskar-Stenbol
23.12.200