serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Karkerên Gur konferansa Ermeniya şermezar dikin!

 

KSN/ 25/9 2005- Li hêlekê bi colan pez û li hêlekê gurên birçî.. Dibêjin ku êdî dema pevre jiyana gur û miyan hatiye… lê gur bi qîlên xwe sond dixwin ku hêj ew dem gelekî dûr e. ji yên ku vê gotinê dibêjin re çêra dikin, firingî û hêkan datînin wan û hema çi ji destê wan tê dikin. Ew ji hêlekê de li diranên xwe dinihêrin û ji hêlekê de jî li keriyên pez yên bêşivan dinihêrin û dîsa sond dixwin ”hema bi Xwedê derew e, hêj ew dem gelekî dûr e an jî tu carî çênabe!”.

 

 Partiya Karker ya Pêreçek û Netewpêristên Tirek mil dane hevûdû û li dijî eşkerebûna xerabiyên ku di dîrokê de hatine kirin dixwazin ku bibin mîna du ewrên reş yên xerabiyê ku rastiyê veşêrin.

Lê diyar e ku êdî taqeta wan ne mîna berê ye.

Tew Partiya Kar-ker ku ne ji van derfetên hanê be çu kes ne hebûna wan dizane û ne jî nas dike, van rojên hanê ji xwe re derfet dibîne.

ji ber ku alavên destê dewleta bingehîn wisa lawaz bûne kêfa mirov tê û hêvîdar dibe ku êdî dumahîk li vê şeva dûdirêj tê…

mkurmanci@hotmail.com

 

 

 

 

 

Çevkanî:  serhed.net  Amadekar:   M. B        Dem:   25/9 2005           Seet: 21:00





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî