|
Jîyana beyanîyan li Ewrûpa bi derd û kul e |
KSN/ 30/8 2005- Dema ez li welat bûm,
min digot qey Ewrûpa behişteke rengîn e û tu cîyek ji Ewrûpa xweştir nîne. Ji
xwe gotineka me kurdan heye dibêjin; " Dengê defê ji dûr ve xweş e " Lê dema
mirov tê Ewrûpa, mirov dibîne ku derd û kulên herî mezin li van welata ne. Her
tişt ne bi peran bi dest dikevin û pere ne serê her tiştî ne. Pirên mirovan li
Ewrûpa bi nexwşîya rûhî ketine û pîskolojîya wan xirab bûne û ji %45 xelkên
Ewrûpa li ba Doxtorên Sîkolok derman dibin. Lê kesên ku ji welatên Rojhilata
Navîn hatine; wekî ereb, kurd, tirkan û wekî din, bi carek beyanîyê vê jîyan û
kulturê ne û bi tu awayî li hev nakin.
Bê guman hemû kes ne wusane, lê mirov dikare bêje
kesên beyanî ji % 65 bi vî derd û merezî dijîn. Hesreta welat, dê û bav, kes û
dost û eqreba bila li dera hana bimîne, piroblemên malbatî serê her kul û kunêrî
ne. Bi piranî ji van piroblemên malbatî, mêr di pelçiqin û xwelî li serê
wan dibin. Jin, gelek bi hêsanî entegreyê jîyana Ewrûpa dibin û gelekî sedemên
vê yekê hene.
Qismên Mêran di karekterên xwe de girtî ne û
naxwazin piroblemên xwe yên malbatî bi hevalên xwe re parve bikin û pirobelmên
xwe û jina xwe ji kesekî re bibêjin. Mejû û dilê mêran dibe wek kewara derd û
kulan û çi hebe davêjin bin kewarê û herwekî şervanekî qehreman bi derdê xwe re
şer dikin û hetanî ji destê wan werin nahêle bêhn jê derkeve. Ev rewşa mêran dibe
sedemî xirabbûna piskolojîya wan.
Lê piranîya jinan ne wek mêra ne. Jin di her
firsetê de, derd û xweşîyên xwe bi hevalên xwe re parve dikin û derê kewara derd
û kulên xwe vedikin û derdên xwe ji hevalên xwe re; heta ji kesên xerîb re jî
dikare bêjin. Ev yeka hana jî di warê piskolojî de, ji jinana re pir dibe alîkar
ku jin hinek derdên xwe bi hevalên xwe re parve dikin û barê wan sivik dibin.
Sîstem û polîtîka li welatên Ewrûpa terefdarê jina
ne. Di pefçûnek herî piçûk de, dixwazin alikarîya jinan bikin ku mêr û jin hevdû
berdin û malbat hilweşe. Ji ber ku li gora pisporên Ewrûpîyan, wexta jin û
mêr hev berdan helandina wan hê hêsantire û di werê aborî de jî li gora menfietê
dewletê ye.
Ji bilî politika dewletê, sazîyên teyîbet ji bona
jinan hatine avakirin û parêzerên teybet bona alîkarîya jinan hatine
wezîfedarkirin û xanî, xwarin û peran jî didin wan. Iroj gelekî rêxistin
henin ku xwedêgiravî alîkarîya jinan dikin, lê di eslê xwe de tîcaret
dikin û gelekî peran li ser navê alikarîya malbatan ji dewletê digirin.
Ev piroblemên ku me li jor behsa wan kir, bi
piranî di nav malbatên ku ji dîn xwe durin de derdikevin. Bêguman dema mirov ji
civak û dinê xwe dûrket, wekî peza ku ji kerî dûrkeve û li pêy kerî bimîne, wê
bibe xwarina guran.
| Çevkanî:
Amadekar: Dilbirîn
Dem: 30/ 8 2005
Seet: 12:20 |
|