|
Jîyana vî sairî jî wek sarên din li ba
diroknasên kurd ji gelek riwayetan tê behskirinê. Lê me ji we hêcayan re ji
pirtûka Abdulqadir Yûsuf ya bi navê ”Saîrên Kilasîk ên Kurd ” ji we re
amadekir.
Amadekar: Hîdayet
Mêjuya (tarîxa) jiyana vî sairî, wekû
sairên tir ên Kurd; melayê Batetî, Ehmedê Xanî, Elî Herîrî û h.w.d. tistekî
kêm tê de, hatiye nivîsîn; ew jî navê wî, navê du kîtêbên wi ne. Lê belê wek
min bi xwe jiyana vî saîrê han lêkolaye ji ya ku di nav zana û melayên
Kurdan de belav e, wiha ye:
Feqîye Teyran; navê wî Mihemmed e û di
helbesten xwe de bi nîsana ” Mim û ?Hê” behsa xwe dike lê hinek caran navê
xwe Mihemmed nivîsiye, wekî ku di helbesteta Mele û Feqîde diyar e...Feqî ,
xelkê gundê Teyran e. Ev gundê han dikeve navbera Muksê û Hîzan lê li ser
Hîzanê (bi ser Betlîsê ve ye) tê hesibandin. Ev gundê han hîn jî heye û di
nav danistvanên Muksê û Hîzanê de bi vî navî tê nasîn. Feqi yek ji
danistvanên vî gundî ye, ne ku ewkî dîroknasen; Emîn Zekî, Blêc Sêrko û
Elaeddîn Secadî nivîsîne, ne xelkê Makûyê ye. Ji ber ku navê gundê wî Teyran
e. Her wiha eva han jî ne rast e ku wan nivîsiye dibêjin: Feqî di navbera
salên 707-775?ê hicrî (1307-1375`ê mîladî) de jiyaye û wiha belav bûye ku
Feqî weliyê Xwedê yeû kerametê wî habûne û zimanê hemû tteyran zanibûye,
loma jê re gotine Feqî Teyran.
Feqî, li Muksê, Cizîrê û Finikê xwendiye,
di medresa Finikê de gelek maye. Loma jî hate niha jî gelek behsên Feqî û
Finikê bi hav re tên gotin. Eva han jî di nav xelkê Botan de belav e ku di
navbera her du avan de, li ser rêkê darek tuyê heye. Feqi her tim li bin wê
dara tuyê rûnistiye û helbestên xwe nivîdandiye. Eva han jî tê gotin ki çi
kesê li bin vê darê rûnê û binivîse destxeta wî rind û sipehî tê. Di nava
xwedndevanên Botan de belav bûye ku Feqî helbesta xwe ya bi navê Ey Av û Av,
li ser rexê setê Botan (Dicle) li ba Fînîkê nivîsîye. Ev cîhê han dikeve
tenista Asê xirabe û nêzîkî 50 metran li rexê rastê ye; ew cîyê ku Rûbarê
Finîkê tevî nav Ava Dîcle dibe.
Ger ev axifitina han rast bin an ne rast
bin, lê eskera dibe ku Feqî gelek salan di medresa Fînîkê de xwendîye û
gelek jî li wur maye. Feqî li bajarê Cizîrê jî xewndîye. Bi Melayê Cizîrê re
gelek dost bûye. Ne dûre li ba Mele ders jî xwendibe û Mela seydayê wî be.
Ew, bi nav û dengê Feqîyê teyran hatîye
naskirin. Însanekî zahid, ji Xwedêtirs û sairewkî mezin heatîye zanîn. Carek
jineka xwesik û ciwan xwestîye Feqî bibîne ji ber ku nav û dengê wî gelek
belav bûye. Jinikê cil û bergên xwe yên sipahî û qenc li xwe kirine û ji
gundê Xendekê hatîye Finîkê ji bo ku Feqî bibîne. Lê çaxa Feqî bi cilê kevin
û pertalî dibîne, ji vê dîtina xwe posman dibe û bi çavek sivik lê dinêre.
Feqî bi vê dihese ku di çavê wê de gelek sivik e, ji bo heya û arbirina wê
vê helbesta han dinivîse:
”Erê soxê, erê sengê
Heçî kesê li te rake
ji te we ye ewe yê pake”
Pistî Feqî gelekî li Finîk û Cizîrê maye,
çûye Muksê. Mirovek ji gundê Werezozê ku ev gund dikeve basûrê Muksê ( bi
pêyatî) du seetan jê dûr e, keça xwe dayê. Bi vî awayî Feqî jin anîye.
Hûn dikarin dirêjîya vê nivîsê di Pirtûka
Abdulqadir Yûsif ya binavê “Saîrên Klasîk ên Kurd “de bixwînin
|