serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Kurdan; " li Culemêrgê jîyan dan rawestandin"

KSN/ 16/11 2005- Îroj xelkê  Culemêrg, Şemdînan û Geverê, ji bona şermezarkirina terora dewletê, derê dikanan kilît kirin û dibistan bi carekî hîştin vala. Bi yek gotinek li heremê "jîyan dan rawstandin". Îroj dîsa xelkê Culemêrgê xwestin bûyera ku dohî qewumîbû bi rûniştinê şermezar bikin, lê polisan êrişî ser xelkê kir û 4 kes birîndarbûn. Dohî li Geverê polîsên tirk êrişê xwepêşanderan kiribûn û di encama êrişên polisan de 4 kes hetin kuştin û 16 kes jî birîndarbûn.

Helwesta xelkê Culemêrgê, Hukumeta Tirk kir nava tirsê û di serokwezareta Tirk de, wezerên Hukumeta AKPê di bin serokatîya Receb Tayib Erdogan de civîyan.

Her çoqas Hekumeta AKPê soz da ku wê kesên gunekar werin cezakirin jî,  lê dewleta kûr û medya tirk ya nîjatperest xwedî li çeteyên dewletê derketin û wan diparêzin.  Hukumeta AKPê,  partîyên sîyasî û sazîyên sivîl, li heremê lêpirsîn û lêkaolînan dikin, lê m iletê kurd êdî ji ji gotin û galigalên pûç û vala yên dewletê bawer nakin.

Ji ber ku hetanî niha tu edalet û heq û huqûq ji rûçikên dewletê nedîtine ku bi gotin û sozên wan bawer bikin.

Wê îroj xelkên kurd, ew kesên ji alîyê dewletê ve hatibûn teror kirin,  veşêrin û ji bona vê yekê jî dewleta Tirk nava bajar û bajarokên heremê ji esker û polsan digirtiye.

 

Çevkanî:Ajansên cihê   Amadekar:   serhed.net     Dem:  16 /11 2005           Seet: 13: 30





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî