KSN/
9/10 2005- Erdheca ku do bi mezinaya 7,6 li Pakistanê çêbûbû,
zirarek mezin ya bedenî da xelkên Pakistan. Ligora agahîyên
wezareta hundurî ya Pakistanê, ji mara mirîyan gihîştî 19
hezar û 136 û ya birîndaran jî 42 hezar û 397 kesî. Ji van
kesên ku di erdhecê de mirine, 17 hezar û 388 kes ji herema
Keşmîr ya ku di bin desthiladarîya Pakistan de ne. Serokê
Pakistan Perwaz Muşeref banga alîkarîyê li Rêxistinên
Navnetewî kir. Li gora ajansa Pakistanê ya resmî, Muşeref,
bang alîkarîya xilskirana birîndaran ji Rêxistinên
Navnetwî xwestîye.
Hukumetên
Çîn û Japonyayê ekîbên ku ji 50î kesî pêktên yên
xilaskirin û tendurustîyê şandine Pakistan. Her wusan Banka
Dunyayê ji bona alîkarîya Pakistanê 20 milyon dolar
pêşnîyarkir