Jimar kuştîyên Londonê gihîşt 50î û
ji Muslimanên Îngîltere re gelek nameyên tehdîdê hatine şandin
KSN/
8/7 2005- Li gara gagahîyên dawî yên ku polisên Londonê ragîhandine, ji
mira kuştîyan gîhîştîne 50î û dibe kû jimara kuştîyan hê jî zêde
bibin ji ber ku hin cesed hene me hê xwe negîhandinê. Jimara kesên birîndar jî 650î
ne û ji wan 100 birîndar hê li nexweşxanê ne. Li
gora Mudurê polisê Londonê, ew wusan bawerdikin ku rêxistina el-Qaîde ev
teqînana kirine, lê hê negîştine tu encamek. Wezîrê navxweyî Tysharlz
Clark, dibêje; îhtimala herî mezin ew e ku Îslamîyan ev teqînana kiribin,
lê ne dûre ku hinekên din jî kiribin. Divê em li benda encama xebata
polêsan bimînin ka digihên çi encamî.
Li alîyek din komele û Mizgeftên Muslimanan li
Îgîltere, gelekî nameyên tehdîdê girtin û Musliman di tirsên ku ew bibin
encama êrişên nîjatperestên rast. Îroj roja Înîyê Muslimanan di Nimêja
Înîyê de, teqînên li London şermezar kirin û ji kesên ku jîyana xwe di
teqînan de ji dest dane re dua kirin
Her wusan berpirsên Muslimanan bi wezîrê navxweyî
Tysharlz Clark re hevdîtin pêk anîn û derbarî rewşa mîlyon û nîv
Muslimanên li Îngîltere de, agahî dan wezîr. Cîgirê segreterê
meclîsa Muslimanan li Îngîltere Muhemed Ebdulbarî ragîhand ku wan bi
Cihû û Filan re hevdîtin pêk anîne ku, li himberî êrişên nîjatperestên
rast, li kêleka Muslimana cîyê xwe bigirin.