|
Ji welatê sar û seqemê bi silavên germ î
kelandî. |
KSN7
3/7 2005- Kekê Qasim, ronekbîrê gundê me! Tu çawa yî baþ î? Ez dizanim ku
dema tu çav li pirsa “Tu çawa yî baþ î” ketî nemeyên ku eskerên me bi
nîvtirkiyekê dihatin nivîsandin û “buyuklerin elerînden, kuçuklerîn
gozlerinden operîm” diqediyan hatin bîra te. Erê lê piþtî vê lêpirsînê ez
êdî baþ dizanim ku niha baþ î û dibiþirî jî. Ma ne bes e, di vê demê de
mirov karibe bikene.
Herê lê
ma jê çêtir kurkirina poran û þayîkirina temeliyên ciwana û pîran.
Haya te
jê heye, ku gelek seriyên ku tu bi destê xwe pîlana didiyê û bi dilê xwe
paleyê tê de dikî xwe di ser te re dibînin ne wisa? Hem jî bi wan seriyên di
nav destên te de dibin mîna heftokên zaroka.
Tu bi xwe
jî dizanî ku ew caniyên ku tu sewax û boyaxa wan ji derve de dikî nod û neh
ji sedî bêbingeh û rizandî ne ne wisa? Digel sewax û boyaxa ji derve de ez
dizanim ku carna jê xîreta te hew bi xwe dikare û hin kut û sitûnan li binê
beþtên þikandî û li ber dîwarên zikdayî dixe. Lê ew seriyên vikî vala herî
bêtir jî wê gavê ji te dilteng dibin, wê dema ku tu bi rastî jî tiþtina ji
bo wan dikî.
Lê gava
ku tu karê wan xapandin û naveroka wan bi wan dajibîrkirinê ve mijûl î, kêm
kes mîna te qenc hene li gel wan.
Ax ji
derdê wan serên vala û heyfa ew dema ku di ber serê wan de dibihure. Herê
lê, tê bîra te ku ez çiqas hêrs dibûm û di ber re jî dikeniyam, dema ku te
muyê piþ hustiyê wan pîra jê dikir û wan jî mînanî xortên çarde salî di
neynikê de li xwe dinihêrîn û bi çakûça te nuh daye serê wan awir didan xwe
û temenê (emrê) xwe yekcar jibîr dikirin.
Erê lê ew
dikanka te ya piçûk bi rastî girîngiyeke xwe ya mezin heye. Qe nebe qansî
laboratûwareke serbixwe dikare bikêr were. Bi sedan serî tên ber destê te û
xwe dispêrin bextê te. De êdî tu jî ji bo zarok û neviyên wan qenc li serê
wan binihêre û wan veqetîne beþan. Ji bo mînak serên beroþî, serên icûrî,
serên xirtikî, serên kundirî, serên patoþkî, serên heftokî...
Û heke
tu dixwazî wan li gor simbêlên wan veqetîne beþan; ewên simbêl qeytan, yên
simbêl palik, yên simbêl qîtik, yên simbêl pejûlek û yên simbêl di dev de.
Nebî nebî tu bala xwe nedî ray û raman, bîr û baweriya wan, lê bala
xwe bid xwediyê wan simbêlên qeytanî û yan wan seriyên gindorî ku
mirov bikelîne þîva yamyama ya du roja ji wan derdikeve ku çiqas mejî di
serê wan de heye û di nav wî mejiyê bêsînor de çend cihok ji bo çemên bîr û
baweriyê, ray û ramanan vekirine. Erê lê ez ji niha de dibînim ku destê te
li meqesa te sist bû û tu di ber xwe de dibêjî “hema bi xwedê di geleka ji
wan de cihokek tenê jî tune ye û yên ku hene jî hineka bi zorê di wan de
vekirine. Tu zanî niha çi hat bîra min, ma ji ku tuyê zanibî. Darwîn hat
bîra min. Wî malmîratê ku wî bi xwe jî ji fikra xwe bawer nekiriye; ez
dibêjim ji bo xapandinê rêyeke xeter hilbijartiye. Heke ji dêvla qafikên
seriya lêkolîna xwe li ser mejiyê mirovan û yên meymûna bikirana dê bêtir
delîl bi dest bixistana. Ji ber ku gelek mirovan yek car xwe tev nedane û
mejiyê xwe ji yê meymûnekî bêtir bi kar neanîne.
Wekî dinê
çi heye çi tune, qaqlîbazekî me hebû, carna jê bi nav ewrê helbestan de
bazik li xwe dixistin û ji çav reþayê wenda dibû, wisa ku wî jî êdî newêrîbû
xwe bera erdê bidana. Na na bazkê wî bi rastî ji bo firê ne xerabin, lê divê
ku ji çavan wenda nebe û ji derdora gundê xwe, xwe bernede. Heke te
qaqlîbazê me nas nekir wî ji mamosteyekî bipirse, ji hestiyê ku qesab goþt
pê ve nahêlin...
Lê ewê ku
li þirîtên nedîtî yên dinê bi rêk û pêkiyê li ser piya dihêlin dikole
û niha hîn bêtir di ber xwe dide û dixwaze pêþ gelek kesan jî bide, di çi
rewþê de ye. Bila þirîtên ku civatê li ser piya dihêlin jî ji bîra neke...
na na tu zanî ez ji kê re dibêjim û silavên min jî bi baran lê bike, netirse
ew ji giraniya baran natirse ji ber ku ew rêkên sivikirina baran dizane.
Niha þev
li min zîz bûye û bêdengiyeke ecêb dor li min pêçaye û ji dengê gera perwana
compîtorê ku carcaran ez lê vediarqilim pêvtir tu deng nemane.
Kekê
Qasim ez vegerim ser xwe, heke tu li rewþa min dipirsî ji xwe niha te fam
kiriye. Baþ bizane ku yê berê xwe daye xelkê û li kêmaniyên wan nihêriye,
gelekê cara xwe ji bîra kiriye û an ji xwe razî bûye. Tu min nas dikî ku ez
zû bi zû newêrim ji xwe razî bibim, ji xwe heke heta niha tiþtekî min î baþ
heye belkî ew jî ji xwe razînebûna min e. Tiþtê ku di jiyanê de ez pê
hesiyam mirov bi destê xwe mala xwe xera dike û li hember armancên xwe bi
sedem xwestên xwe yên rojane astengekî/e herî mezin e. Digel ku rê heye ji
bo bilindbûneke bêsînor, tedî ji her çendakî carekê mirov bi xaniyê ku hîna
tebeqa yekem xelas nebûye ket û hilweþand û dest bi pîlaneke dinê kir, ji bo
guhertineke piçûk hemû pîlana xwe serûbin kir. Ev yek ji ber ku mirov bi
afirandina xwe gelekî zûker e û hema dixwaze bigihêje armanca xwe. Belê
çavên mirov sitêrkan dibînin lê belê destê mirov nagihêje wan, lê em
dixwazin tiþtê ku ne ji çavên me, ji xeyalên me xwuya bûn bi desta jî
bigrin; ev tevlîhevkirinek e.
Ehmed çi
dike? Xwe fêrî nivîsandina bi zimanê dayika xwe dike yan na? Ew lawik tev li
te hatiye. Tedî carna jê xwe xist þûna mirovekî mezin û bi gotinên wan ji
temenê xwe deh sala mezintir bû û carna jî her tiþt ji bîr kir û bû zarokê
berê- em lawikê reben çavînokî nekin, hinik xwê bavîn tifikê bila nerînên
nebaþ biteqin bi teqteqa xwê re- lê hêviya min jê heye. Heke di pêlikên
jiyanê yên dinê de xwe ji bîr neke, dê karîbe bibe golek ku çend kulm av tê
de dicivin.
Êdî ji bo
nivîsandinê xwestek bi min re nema, na ya rast situyê min hew dixwaze serê
min li hember monîtorê li ser xwe hilgire û êdî jê dilteng bûye.
De gavê
bi xatirê te, bi hêviya ku em tiþtên xweþik û hêvîkirî ji we bibihîzin.
Birayê te
Mucteba
Baravî
|