|
Ji welatê sar û
seqemê bi silavên germ î kelandî.
KSN7 3/7 2005-
Kekê Qasim, ronekbîrê gundê me! Tu çawa yî
baş î? Ez dizanim ku dema tu çav li pirsa “Tu çawa yî baş î” ketî
nemeyên ku eskerên me bi nîvtirkiyekê dihatin nivîsandin û “buyuklerin
elerînden, kuçuklerîn gozlerinden operîm” diqediyan hatin bîra te. Erê
lê piştî vê lêpirsînê ez êdî baş dizanim ku niha baş î û dibişirî jî. Ma
ne bes e, di vê demê de mirov karibe bikene.
Herê
lê ma jê çêtir kurkirina poran û şayîkirina temeliyên ciwana û pîran.
Haya
te jê heye, ku gelek seriyên ku tu bi destê xwe pîlana didiyê û bi dilê
xwe paleyê tê de dikî xwe di ser te re dibînin ne wisa? Hem jî bi wan
seriyên di nav destên te de dibin mîna heftokên zaroka.
Tu bi
xwe jî dizanî ku ew caniyên ku tu sewax û boyaxa wan ji derve de dikî
nod û neh ji sedî bêbingeh û rizandî ne ne wisa? Digel sewax û boyaxa ji
derve de ez dizanim ku carna jê xîreta te hew bi xwe dikare û hin kut û
sitûnan li binê beştên şikandî û li ber dîwarên zikdayî dixe. Lê ew
seriyên vikî vala herî bêtir jî wê gavê ji te dilteng dibin, wê dema ku
tu bi rastî jî tiştina ji bo wan dikî.
Lê
gava ku tu karê wan xapandin û naveroka wan bi wan dajibîrkirinê ve
mijûl î, kêm kes mîna te qenc hene li gel wan.
Ax ji
derdê wan serên vala û heyfa ew dema ku di ber serê wan de dibihure.
Herê lê, tê bîra te ku ez çiqas hêrs dibûm û di ber re jî dikeniyam,
dema ku te muyê piş hustiyê wan pîra jê dikir û wan jî mînanî xortên
çarde salî di neynikê de li xwe dinihêrîn û bi çakûça te nuh daye serê
wan awir didan xwe û temenê (emrê) xwe yekcar jibîr dikirin.
Erê
lê ew dikanka te ya piçûk bi rastî girîngiyeke xwe ya mezin heye. Qe
nebe qansî laboratûwareke serbixwe dikare bikêr were. Bi sedan serî tên
ber destê te û xwe dispêrin bextê te. De êdî tu jî ji bo zarok û neviyên
wan qenc li serê wan binihêre û wan veqetîne beşan. Ji bo mînak serên
beroşî, serên icûrî, serên xirtikî, serên kundirî, serên patoşkî, serên
heftokî...
Û
heke tu dixwazî wan li gor simbêlên wan veqetîne beşan; ewên simbêl
qeytan, yên simbêl palik, yên simbêl qîtik, yên simbêl pejûlek û yên
simbêl di dev de. Nebî nebî tu bala xwe nedî ray û raman, bîr û
baweriya wan, lê bala xwe bid xwediyê wan simbêlên qeytanî û yan wan
seriyên gindorî ku mirov bikelîne şîva yamyama ya du roja ji wan
derdikeve ku çiqas mejî di serê wan de heye û di nav wî mejiyê bêsînor
de çend cihok ji bo çemên bîr û baweriyê, ray û ramanan vekirine. Erê lê
ez ji niha de dibînim ku destê te li meqesa te sist bû û tu di ber xwe
de dibêjî “hema bi xwedê di geleka ji wan de cihokek tenê jî tune ye û
yên ku hene jî hineka bi zorê di wan de vekirine. Tu zanî niha çi hat
bîra min, ma ji ku tuyê zanibî. Darwîn hat bîra min. Wî malmîratê ku wî
bi xwe jî ji fikra xwe bawer nekiriye; ez dibêjim ji bo xapandinê rêyeke
xeter hilbijartiye. Heke ji dêvla qafikên seriya lêkolîna xwe li ser
mejiyê mirovan û yên meymûna bikirana dê bêtir delîl bi dest bixistana.
Ji ber ku gelek mirovan yek car xwe tev nedane û mejiyê xwe ji yê
meymûnekî bêtir bi kar neanîne.
Wekî
dinê çi heye çi tune, qaqlîbazekî me hebû, carna jê bi nav ewrê
helbestan de bazik li xwe dixistin û ji çav reşayê wenda dibû, wisa ku
wî jî êdî newêrîbû xwe bera erdê bidana. Na na bazkê wî bi rastî ji bo
firê ne xerabin, lê divê ku ji çavan wenda nebe û ji derdora gundê xwe,
xwe bernede. Heke te qaqlîbazê me nas nekir wî ji mamosteyekî bipirse,
ji hestiyê ku qesab goşt pê ve nahêlin...
Lê
ewê ku li şirîtên nedîtî yên dinê bi rêk û pêkiyê li ser piya dihêlin
dikole û niha hîn bêtir di ber xwe dide û dixwaze pêş gelek kesan jî
bide, di çi rewşê de ye. Bila şirîtên ku civatê li ser piya dihêlin jî
ji bîra neke... na na tu zanî ez ji kê re dibêjim û silavên min jî bi
baran lê bike, netirse ew ji giraniya baran natirse ji ber ku ew rêkên
sivikirina baran dizane.
Niha
şev li min zîz bûye û bêdengiyeke ecêb dor li min pêçaye û ji dengê gera
perwana compîtorê ku carcaran ez lê vediarqilim pêvtir tu deng nemane.
Kekê
Qasim ez vegerim ser xwe, heke tu li rewşa min dipirsî ji xwe niha te
fam kiriye. Baş bizane ku yê berê xwe daye xelkê û li kêmaniyên wan
nihêriye, gelekê cara xwe ji bîra kiriye û an ji xwe razî bûye. Tu min
nas dikî ku ez zû bi zû newêrim ji xwe razî bibim, ji xwe heke heta niha
tiştekî min î baş heye belkî ew jî ji xwe razînebûna min e. Tiştê ku di
jiyanê de ez pê hesiyam mirov bi destê xwe mala xwe xera dike û li
hember armancên xwe bi sedem xwestên xwe yên rojane astengekî/e herî
mezin e. Digel ku rê heye ji bo bilindbûneke bêsînor, tedî ji her
çendakî carekê mirov bi xaniyê ku hîna tebeqa yekem xelas nebûye ket û
hilweşand û dest bi pîlaneke dinê kir, ji bo guhertineke piçûk hemû
pîlana xwe serûbin kir. Ev yek ji ber ku mirov bi afirandina xwe gelekî
zûker e û hema dixwaze bigihêje armanca xwe. Belê çavên mirov sitêrkan
dibînin lê belê destê mirov nagihêje wan, lê em dixwazin tiştê ku ne ji
çavên me, ji xeyalên me xwuya bûn bi desta jî bigrin; ev tevlîhevkirinek
e.
Ehmed
çi dike? Xwe fêrî nivîsandina bi zimanê dayika xwe dike yan na? Ew lawik
tev li te hatiye. Tedî carna jê xwe xist şûna mirovekî mezin û bi
gotinên wan ji temenê xwe deh sala mezintir bû û carna jî her tişt ji
bîr kir û bû zarokê berê- em lawikê reben çavînokî nekin, hinik xwê
bavîn tifikê bila nerînên nebaş biteqin bi teqteqa xwê re- lê hêviya min
jê heye. Heke di pêlikên jiyanê yên dinê de xwe ji bîr neke, dê karîbe
bibe golek ku çend kulm av tê de dicivin.
Êdî
ji bo nivîsandinê xwestek bi min re nema, na ya rast situyê min hew
dixwaze serê min li hember monîtorê li ser xwe hilgire û êdî jê dilteng
bûye.
De
gavê bi xatirê te, bi hêviya ku em tiştên xweşik û hêvîkirî ji we
bibihîzin.
Birayê te
Mucteba Baravî |