
Ji
Bo Demokratizekirina Tirkîyayê û Yekîtîya Ewropayê Nimûne:
Tirkîya ne xwe, reqeman
digûherîne;
Ji bo qanuna cezayê; reqemên weki 159,312 û
3713/8an avêt,
Lê belê di dewsa wan de 216,301 û 302 bi kar
tîn e..
Berpirsyarê giştî, xwedî û
xebatkarê Weşanên Med, Zêl, Nûjen û Pêrî;
Navê ku di alema weşangerîyê de tevî komkirin,
qedexekirin, doz û dadkirin, parazvanê azadîya ramanê, ji
alîyê kurdewarî û helwesta xwe ya mafên mirovan bê tawiz e,
bes ji rasteqîna tarixe re giredayîye û hîn jî ceza li ser
cezayê digre û tê nasîn:
Ehmed ONAL
Di tarixa 05ê
Avrêla 1956an de li çewlig/ Çebaxçur/ Bingol ê ji malbateki
ne feqir û ne jî zêde dewlemend, weke zarokeki gundi çavên
xwe li cihanê wekir. Bi tesadufi dapira wi ya bavfile ya ku
ji komkûjîya 1915yî ya Ermenîya rizgar bûbû; pirtuk û
xwendevanî li wî da hezkirinî. Dapira wî jêre digot;“Pirtûk
ji mirovekî hêjatir e.” Paşê ji gotina xwe ya ku her gotî bu;
“Yê me em avêtin ber diwaran, dirav û zêrên xwe kirin çalan,
pirtûkên xwe mil kirin û birin. Baş kirin e. Bo ku mirov
dirav û zêran her demî winda û qezenc dike. Mirovek 50-60-70
salî dijî û koç dibe. Lê mirov; belge, desise û zanyarîyên di
pirtûkan de bi cîh bûne ku wenda bibin careki din nikare
bibîne. Ji bo Ehmet Onal, ne bes çar pirtûkên olî, êdî
hemû pirtûk pîroz in.
Ehmed Onalê 12
salî, xwendina xwe ya seretayî li gundê xwe Cûnan qedand.
Malbata wî dixwest ku ev dest ji xwendinê berde û li gel bavê
xwe bibe şivanê mîh û berxikan. Êdî dapîrê jî ji cîhanê koçî
kirî bû ku zextê bide ser malbatê û wî bideşandînî ji bo
dibistana navendî. Ehmed Onal xwendekarî û xwendevanî hezdikir
lê jî jîyana şaristanîyê dur bû. Her çiqasî xwendina seretayî
ku qedandîbû jî, hin bi asanî nedikarî ku bi zimanê tirki
bihizire û ramyar bibe. Di serê wî de her ramyarîya kurdî
diafir e. Di wê rewşê de rojekî cesaret da xwe û bi rê ket. Çû
li navçeya Gêxîya Bingolê bi zor û zametek hempa qeyda xwe ya
xwendina dibistana navendî kir… Dibistana navend û lisê li
Gêxîyê qedand. Dibistana Mamostetîyê jî li Bingolê xwend, bû
mamoste û dest bi karê mamostatîyê kir.
Dema ku 12 Îlona
1980yî ya militaristî û faşizane hat; ev dan girtin. Ji tarixa
24ê İlana 1980 heya 25 Sibata 1981î (150 roj) binçavkiri ma.
Her envayî êşkence li ser bedena wî hate ceribandin. Paşê jî
ji alîyê Dada Cuntayê ya Elezîzê 10 sal ceza lê bar kirin.
Sucê wî ev bû ku
li ser “pirsa kurd” mijûl bûyîn bû! Ji bo netewa kurd mafên ku
hemû netewe jê mafdarbûn weke gelê Kurd jî divê bigêhêje mafê
xwe yê çarenûsî… Ji bo parastîya ramanên azad tekoşerbû û
nedixwastin ku hiç ramanek qedexeyî be. Wi ji bo wê helwesta
xwe gelek badireyên giran derbazî kirin.
Ehmet Onal;
24ê Sibata 1986an de bi “şert ” berdan.. Sala 1992an
de tevî çend hevalên xwe Weşanên Med damezirand û
berpirsîyarîya giştî da ser millê xwe. Cara pêşin pirtûka
Garo Sasonî ya bi tirki û navê pirtûkê “Kürt Ulusal
Hareketleri ve 15.Yüzyıldan Günümüze Ermeni Kürt İlişkileri
(Bizava Netewa Kurd û Ji sedsala 15î Heta Roja Îroyîn
Têkilîya Kurd û Ermenîya).” û Pirtûka İhsan Nuri Paşa yê
Serhildarê pirtûka bi navê “Serhildana Çîyayê Agirî (Ağrı
Dağı İsyani)” da çapkirinî. Biryara komkirina herdu
pirtûkan jî di heman demê de bê dad û bê pirs danê. Demekî ku
ji ser demê derbaz nebibû, mecbûrî man ku derkevin derveyî
Tirkîyayê û ji sedema ceza, tehdita kuştine û zextê, tevî çend
hevalên xwe yên ku ked dabûn weşanên Med, weke xebatkarên
Weşanên Med ji Tirkîyayê derketin. Paşê jî operasyonek li
dijî Weşanên Med bi kar anîn, qedexe kirin û rakirin.
Ehmed Onal, paş
saleki ku li derveyî tirkîyayê ma vegerîya. Ev karê xwe yê ku
gelekî jê hez dikirin vê carê jî di bin navê Weşanên Zêl (1994
-1995) de weke berpirsîyarê gişti kar da ser milê xwe û
meşand Bi ser navê Weşanxaneya Zêl weke pirtûkên “Batı –
Ermenistan ve Jenosid-(Ermenistana Rojava û Jenosîd) M.
Kalman ”, “Kürt Gözü ile Yılmaz Güney- (Bi Nerîna Kurd
Yilmaz Guney) Mahmud Baksi”, “Kürdistan Tarihinde
Dersim (Di Dîroka Kurdistanê de Dêrsim) – Vet. Dr. M. Nuri
Dersimi” diweşîne. Ev hemû pirtûk ji alîyê Dada DGMyê ya
Stenbolê biryara komkirinê û dadkirinê pêk anîn. Di vê demê
de Ehmet Onal ji alîyê Dada Stanbulê ya duwemina a DGMyê tê
girtin û çar mehan di zindana Kirklarelîyê de girti dêhêlin.
Paşê Dad diqede û Ehmed Onal “Beraat” dike. Lê belê Ehmed
Onalî her çıqasî beraat bike jî berî bîryara dadê cezayê (!)
wî ku hatîbû infaz kirin, ti qimeta Beraat!”a wî nemabû....
Ev weşanxane jî di sere sala 1996an de qedexe kirin.
Di heman demê de
hiç navber nedan weşangerîyê û vê carê jî bi navê Weşanên
Nûjen karê weşangerîyê weke berpirsyarê giştî domand. Bi ser
navê Weşanxaneya Nûjen jî weke pirtûkên “Baban Botan
Soran – Dr. Kaw Kaftan”, “Özlem (Garod-Hesret)-
Hraçya Koçar Kaprîyelyan”, “Özlemin Gül Sureti (Suretê
bi gul yê Hesretê)– Hafız Akdemir”, “Belge ve Tanıklarıyla
Dersim Direnişleri (Tevi Belge û Dîtîyan Serhildanên
Dêrsimê) – M. Kalman”, “20 Yüzyıl Başlarında Kürt Sîyasası
ve Modernizm (Di Destpêka Sedsalîya 20î de Sîyaseta Kurd û
Modernizm)– Hasan Yıldız” çawa ku tên weşandin di heman demê
de jî tên komkirin û di derheqa wan de doz vedibe.. Bi
tewanbarî, êrîş, komkirin, tehdit û dad ser Weşanên Nûjen ve
hatin. Lê disan jî di navbera du salan de qasî deh pirtûk dan
weşandin. Paşê ev weşanxane jî hate qedexekirinî.
Ehmedt Onal, di
dawîya sala 1997an de vê carê Weşanên Pêri damezirand. Weke
xwedî, Edîtor û ji hemû karê weşanê re mijûl bû. Tevî malbata
xwe ev weşanxane kire weşanxaneyeki Kurda ya balkêş!
Ji Weşanên Pêrî
jî weke “Belge ve Yaşayanlarıyla Ağrı Direnişi (Bi
Belge û Jindaran Serhildana Agirî)–1926-1930) M.
Kalman”, Kürt Sîyaset Tarihi (Diroka Sîyaseta Kurd)–
Komisyana Kurd Ya Akademisyona Zanyarîya Yekitîya Sovyetê”, “Dersim-
Civarik, İki Uçlu Yaşam- (Dersîm- Civrak, Jîyana bi du alî)- Huseyin
Akar” Biryara komkirinê disan ji alîyê DGM ya Stembolê danê.
Dad kirin. Di derheqa van pirtûkan de hîn ku dad berdewamî
dikir, çawa ku ji raya giştî re jî ku dîyari bûbû weke “Kanûna
rawestandin û texirkirina cezayên çapamenîyê” dan sekinandin
lê bi “şert”. Bes Ehmed Onal, gûh neda hemû “şertên kanûnê”
û bi nêrînek serbixwe weşangerî bi rewşeki azadîyane berdewam
kir. Kanûn hîn du mehebûn ku derketîbû, pirtûka ku aşkerebû ku
dema dê bê weşandin kombibe û di derheqê de doz vebe “
Dersimde Alevilik (Li Dêrsimê Elewitî) – Munzur Çem” bi
hesret û helwesta xwe ya azadîya ramanê weşand. Dewletê jî ji
nakokîyên xwe yê “Demokratizekirin”, Projeya xwe ya Yekitîya
Ewropayê û reaksîyona li diji qedexekirina azadîya ramanê.
hwd. lê k’err bû û doz bi nûve venekirin. Ya ku qanunê xwe bi
cîh neanî Dada Tirkîyayê bû. Ehmed Onal Li ser şopa xwe bê
sansor, li ser zemîna meşrûîyetê weşangeri domand. Tabi di vê
bûyerê de jî kifş bû ku ji ihlalkirina Peymana Mafê Mirovan Ya
Ewrupayê yêkî ku “peyman” bi cîh neanîbû tirkîyabû, yêkî ku
huquq bi sîyasetê ve girêdabû tirkîya bû. Paş Qanuna Çapemenî
û Weşangerîyê ya “Bi şert di navbera sê salan de ev kesên ku
têne dadkirinî û ceza girtine, dê carekî din dijî dewletê
sucên çapemenî, weşangerî û ramyarîyê bi kar neynîn ew dê bê
suc bêne qebulkirinî” bi esasî armanca wê qanunê ev bû ku li
tirkîyayê azadîya axaftinê û ramanê faşilî bikin. Di vî
armancî de dewlet li ser gelek kesan bi temamî nebe jî bi ser
ket.
Lê Ehmed Onal
hiç ev qanun û dad li ber çavan nehesiband. Li ser xeta xwe ya
weşangerîyê ti tawiz neda. Paş vê qanûna fêlbaza ku bi “şert”,
Ehmed Onal ev pirtûk çapkirine ku hîn jî ji wana hinek dadên
xwe berdewamî dike. Li jêr di rapora dawi ya Ehmed Onal ku
parazerên wî Av. Erhan Aslaner û Av. Ümüt Timoçin
aşkere kirine jî kifşe dibe. Ev rewş ji alîyê gelek sazî û
kesan ve neyê dîtîn jî bala Yekîtîya Weşangerên Tirkîyayê
(Türkîye Yayıncılar Birliği) kişandîbû ku “Xelata 2001
ya Azadî ya ditin û ramanê” layîqi Weşanên
Pêrî û xwedîyê wê Ehmed Onalî dîtîn û dane wî.
Gor her rewşê û
tadayîyê be jî Ehmed Onalî weke edîtor, xwedi weşanxanê û
berpirsîyarê giştî yê weşanan bi her avayi 238 pirtûk
weşandine û gihandine biblîyoteka kurda û hêjaran, ev di vî
alîyî de dewlemend kirine.. Tabî bi alîkarîya heval û
xwendewanên xwe. Ev dê hîn vi karê weşangerîyê herî pêş ve
bibe, bê guman!
Bi Kurtasî Di
Berpirsîyarîya Ehmed Onal de:
Heya
îro hêjmara pirtûkên ku hatine komkirin û di derheqa wan de
lêpirsîn bûye : 23
Hêjmara
dozên ku hatine vekirinî:…………………………………………………….…
26
Hêjmara
dozên ku biryara wan bi Beraat dawî bûne:……………………………..…..
2
Hêjmara
dozên ku bi şert rawestandine û texir kirine:………………………………..13
Hêjmara
dozên ku hin berdewamî dikin:……………………………………………..….
8
Hêjmara
dozên ku ceza dane, pejirandine û infaz
kirine:…………………………....... 3
Hêjmara dozên
ku çûne Dada Mafê Mirovan ya Ewropa (DMME): ……………..…..3
Jİ BO SAZÎ Û KESÊN Bİ BAL E!
Em weke
Parazêr, dixwazin dozên ku di derheqî muvekîlê me Ehmed Onalî
de vebûne li jêr aşkere bikin
Dozên ku di
derheqa wekî xwedi û berpirsîyarê Weşanên Pêrî yê, li Stenbolê
karê weşangerîyê ifa dike û ji sala 1999 vir ve di derheqa
Ehmed Onalî ve hatine wekirini bi avayêkî ku li jêr dîyarî
hatine kirinî; gor iddayên Dozger û Dad yên Tirk:.
1-
Pirtûka bi navê “Batının Yeni Doğu Seferi- Hayrı
Argav”, ji bo ku nivîsên tê de bi cîh bûne, dijî qanuna
3713 /8 derketîyê û sucdar e. DGM ya Stenbolê ya Reqem:6 (Ku
nûha derbasî Ağır Ceza Mahkemeyê ya 12yî bû) Hêjmar; 2000/310
Dosya Esasî, Di 24.10.2001 roj û 2001/320 K. Bi hêjmara
hukme dawî: 1.110.330.000.- TL Cezayê pere yê giran dê
were cezakirinî. Dosya vê demê di Dada Mafê Mirovan ya
Ewropî (DMME) de ye û doz ji alîyê DMMEyê hatîyê kebul
kirinî, lê dawi lê nehatîy e. Ev dad dijî Tirkîyayê
berdewam e.
2-
- Pirtûka bi navê “Tutkular ve Tutsaklar – Evin Çiçek”,
ji bo ku nivîsên tê de bi cîh bûne, dijî qanuna
çapemenîyêne, haqaret li Ataturkî û Komara Tirk hatîye kirin,
ji alîye Dada Aslîye Ceza ya Beyoğluyê a Duweminî ve lê doz
vekirine; 16.09.2003 roj, 2001/1250 Esas dosya, 2003-390
Biryar, diji qanuna 158, 159 (Nûha qanûna cezayê ya 301,302)
derketîyê û sucdar hatîye dîtîn û Ehmed Onal Neticeten:
Salekî û Şeş Mehan cezayê zindanê dane. Bes Yargitayê ev
ceza ji bo ku qanun hatine guhertinî, nepejirandîye û li leyhî
Ehmed Onal ve biryar dayê ku bi nûve bê Dadkirin. Doz
berdewame. Roja 30.11.2005î, saat 10,30 de mahkeme heye li
Adlîye ya Beyoğlu yê.
.
3-
Pirtûka bi navê “Dersimde Alevilik (Li Dêrsimê
Elevitî)- Munzur Çem” ji bo ku nivîsên tê de bi cîh
bûne, dijî qanuna çapemenîyêne, haqaret li Ataturkî û Komara
Tirk hatîye kirin, ji alîye Dada Aslîye Ceza ya Fatîhê a
Duweminî ve lê doz vekirine; bi numara Dosya; 2002 / 711 ya
Esasî; Doza ku vekirine hin berdewam e.
4-
Pirtûka bi navê “Dersimde Alevilik(Li Dêrsimê
Elevitî)- Munzur Çem” dijî kanuna cezayê Ya Tirk ku berê
“TCK’nın 312. Madde” nûha jî “TCK’nın 216. Madde” bi cîh
kirine sucdar e, DGM ya Stenbuolê a 5an. Doz vekirîbû. (
Nûha Ağır Ceza Mahkemesi a 13. ), 31.12.2002 roj, 2002 / 183
Esas, 2002 / 309 bi hukme hêjmar kerara biryarê 1 sal û 8
mehe bi Cezayê zindanê ceza dane, paşê wergerandine û “Neticeten
6.050.000.”- TL cezayê pere dan. Ceza hate infaz kirin.
. Dosya wê demê li Dada Mafê Mirovan ya Ewropî (DMME)
de ye û doz ji alîyê DMMEyê hatîyê kebul kirinî, lê dawi
lê nehatîy e. Ev dad dijî Tirkîyayê berdewam e.
5-
Pirtûka bi navê’Teyre Baz ya da Bir Kürt İşadamı Hüseyin
Baybaşin – Mahmut Baksi’’ ji bo ku nivîsên tê de bi cîh
bûne, dijî qanuna çapemenîyê maddeya 16, Kanuna Cezayê ya
158, 159 (Nûha qanûna cezayê ya 301,302) hukum kirîye. Ji bo
ku haqaret li Ataturkî, Komara Tirk, Reisi Cumhur Demirel,
Artêş û Meslisa Tirk hatîye kirin, ji alîye Dada Ağır Ceza ya
Beyoğlu yê a Duweminî ve lê doz vekirine; 2004–36 Esas,
2004–74 bîryar û tarix 22.03.2004 diji qanuna 158, 159 (Nûha
qanûna cezayê ya 301,302) derketîyê û sucdar hatîye dîtîn û
Ehmed Onal Neticeten: 1.690.000.000.- TL pere cezayê
giran dane. Bes Yargitayê ev ceza ji bo ku qanun hatine
guhertinî, nepejirandîye û li leyhî Ehmed Onal ve biryar dayê
ku bi nûve bê dadkirin. Doz berdewame. Roja
15.12.2005î, saat 15,30 de mahkeme heye li Adlîye ya Beyoğlu
yê. Numara Nû Ya Esasî 2005 -266 e.
6-
Pirtûka bi navê ‘’Teyre Baz yada Bir Kürt İşadamı Hüseyin
Baybaşin – Mahmut Baksi’’ dijî kanuna cezayê Ya Tirk ku
berê “TCK’nın 312. Madde” nûha jî “TCK’nın 216. Madde” bi
cîh kirine sucdar e, DGM ya Stenbuolê a 5an. Doz vekirîbû.
(Nûha Ağır Ceza Mahkemesi a 13. ), 2002- 145 Esas 2002–226
Biryar, 07.11.2002 roj û Neticeten 1.840.410.000
- TL cezayê pere dan. Ceza hate infaz kirin. .
Dosya wê demê li Dada Mafê Mirovan ya Ewropî (DMME) de ye û
doz ji alîyê DMMEyê hatîyê kebul kirinî, lê dawi lê nehatîy e.
Ev dad dijî Tirkîyayê berdewam e.
7-
Pirtûka bi navê “21. Yüzyıla Girerken Kürtler- Naci
Kutlay” Nivîsen ku di pirtukê de bi cîh kirine cudakarîya
Millet, Niştiman û Dewletê dike û Gor Kanuna Dijî Tekoşina
Terorê Ya 3713/8 an e. Ji bo wê DGM a Stenbolê ya 6an,
( Ku nika dewri 14.Ağır Ceza Mahkemesîyê kirine) 2002 -297
Esas 2003 – 162 Biryar û 12.08.2003 rojê Beraat kirîye.
8-
Pirtûka bi navê “Tutsak Günlerimin Güncesi- Azad Yaşar”
Nivîsen ku di pirtukê de bi cîh kirine, diji Qanuna Cezayê ya
Tirk “TCK’ 312. Madde” nûha jî “TCK’ 216. Madde” bi cîh
kirine sucdar e, DGM ya Stenbuolê a 2ya doz vekirîbû. (Nûha
Ağır Ceza Mahkemesi a 10. ), 2002 -243 Esas 2003 – 43
Bîryar, 11.03.2003 rojê Beraat kirîye.
9-
Pirtûka bi navê “Acının Dili Kadın- M. Erol Coşkun”
Nivîsen ku di pirtûkê de bi cîh kirine diji qanuna çapamenîyê
ye û nijadperestîye dike, kin û nefretê di nav gelde diafrine
ji bo wê jî gor Qanuna maddeyê 16. û qanuna Cezayê ya tirk
“TCK; 159. Madde”( Nûka 301) sucdar e û ve Mahkemeya Aslîye
Cezaya Beyoğlu ya 2. roja 08.05.2003, 2002 -173 Esas No, 2003
– 133 Biryara hukum daye; Neticeten 2.653.599.000.-TL
bi pereye cezaya giran divê bê cezakirin. Bes Yargitayê ev
ceza ji bo ku qanun hatine guhertinî, nepejirandîye û li leyhî
Ehmed Onal ve biryar dayê ku bi nûve bê dadkirin. Doz
berdewame. Doz di qeyda mehkemê de bi numara 2004 – 149
Esasî tê ditin.
10-
Pirtûka bi navê “Acının Dili Kadın- M. Erol Coşkun”
dijî kanuna cezayê ya Tirk ku berê “TCK’nın 312. Madde” nûha
jî “TCK’nın 216. Madde” bi cîh kirine sucdar e, DGM ya
Stenbolê a 4an. Doz vekirîbû. ( Nûha Mahkemeya Ağır Cezayê a
12. ), 2002- 44 Esas 2003–26, Biryar 10.03.2003 roj
NETİCETEN 4.398.432.280.- TL- bi pereye cezaya giran
divê bê cezakirin. Bes Yargitayê ev ceza ji bo ku qanun
hatine guhertinî, nepejirandîye û li leyhî Ehmed Onal ve
biryar dayê ku bi nûve bê dadkirin. Doz berdewame.
Amadekar
Av. Erhan
ASLANER
Av. Ümit
TİMUÇİN
Wergêr:
Ehmed ONAL