KSN/
8/12 2005-
Hilbijartinên li Misrê bi dawî bû û li gora encamên
resmî, Îxwanul-Muslimîn bûn partîya duyemîn. Rejma Misrê rê ne
da ku Îxwanûl-Muslimîn wek partî beşdarîyê di
hilbijartinan de bike, lê alîgirên Îxwanul-Muslimîn wek
nûnerên ser bi xwe ket hilbijartinan û ji 444 endamên
Parlamentoyê 88 Parlamenter qezenckirin. Partîya Welatparêz ya
bi serokatîya Husni Mubarek ya desthiladar ji % 72,9 nisbeta
denga girt û 324 endam derxist û Îxwanul-Muslimîn ji %
20 nisbeta denga girt û 88 endam derxist.
Yek ji berpirsê
Îxwanul-Muslimîn Ebdul-Munim Ebul-Fetuh, radigihîne ku, heke
hilbijartin wek şêweyên yekemîn birêve biçûya, bi kêmasî wê
130 endam dexistana. Lê digel zor û astengîyên li himberî
Îxwanul-Muslîmin, û binçavkirin bi hezaran alîgirên Îxwan,
dîsa jî Îxwan bû mixalefet û ket Parlamentoya Misrê.