KSN/
21/ 10 2005-
Piştî Demokrat Partiyê girseyên civakê xwe ji derveyî CHP ya
ku li dijî azadiya olê bû û DPê dîtin. Girseyên ku xwediyê
hessasiyetên îslamî bûn di herdu hizban de jî nebextewar bûn.
Başe çima? Îslama Sîyasî bi Muhammed (SAV) re xwediyê dîtinek
dewletbûyî ya dinyayê bû. Vê hebûnê xwe ji îdeolojiyên teqlîtî
vediqetand. Erkanê dewletê di zanîna vî tiştî debû û jibo
berdewamiya rejîmê pêwîst bû serê misilmanan wek mar bihata
perçiqandin. Di vê oxirê de Kuvay-î Mîllîye bi sedhezaran
misilmanên bawermend îmha kirin û liser bingeha jibîrkirina
dînê mislimanan sîstemek avakirin. Şexsiyetên misilman ên ku
ev statuko redkirin di dadgehên îstîqlalê de gellek caran
silav li şehadetê kirin. Ji Meşrûtiyeta yekem û hetanî îro
tekoşîna desthilatdarîyê ya di navbera modernîstên alîgirên
rojava û îslama sîyasî de berdewam dike.
Li Tirkiyê, di dema komarê de nûnerê herî girîng ê îslama
sîyasî Saîd-î Kurdî bû. Saîdê ku ji Xizana Bedlîsê ye, hîna di
heşt salîya xwe de xwe dabû zanyarîyê û di berkemaliya xwe de
li seranserê Kurdistanê nav û deng dabû. Saîd, bi şaşik,
xincer û cilên xwe yên netewî li seranserê rojhilatê li dijî
axayên mijoke tekoşîn daye. Ewî, jîyana xwe liser bilindkirina
navê xwe ava nekiriye. Ev rewşa wî ya mutewazî hiştiye ku navê
wî bilind bibe. Ewî, li hember emperyalîzma dijîslamî bi
zanyariya quranê şer kiriye. Saîd-î Kurdî di xweserîya îslamê
de serdestîya takva yê destnîşankiriye û li dij redkirên wê
herdem balkêşer bû. Saîd-î Kurdî saltanat red kiriye û di
oxira milletê xwe de di timarxaneyan de girtî maye. Saîd-î
Kurdî li Stenbûlê jibo ku misilman bi zagonên xwedê serweriya
xwe bikin, di salên Osmanî de bi sîyasetê re rûbirû ma. Li gor
Saîd sîyaseta herî mezin sîyaseta tewhît e. Ew li nehîya xwe
şerkarekî egît bû ku tevî şagirtên xwe karîbû jibo paraztina
welatê xwe şer bike. Ewî, azadîya herî mezin di îslamê de
dîtiye û wek ku di mîtînga ku wek “mîtînga Selanîkê” derbasî
dîrokê bûye de dibêje “azadîyê bi dengekî xweş û mizgînî bang
li Kurdekî mîna wî kiriye”.
Saîd-î Kurdî, di dewletek bêsînor de, jibo hemi misilmanên
dinyayê û avakirina civatek hevbeş dixebitî. Ew endamê Kurd
Tealî Cemîyetî bû û zanyarekî Kurd bû. Hişmendîya Saîd-î Kurdî
di ser nasnama Kurdî jî re bû. Ewî, jibo hemi alema îslamê
bighîne rojên berê jiyana xwe dîyarî xwedê kir. Rîsaleyên ku
bi navê “rîsaleyên nûr” nivîsandine di bingeha xwe de
manîfestoya derketina îslama sîyasî ya erdê Anadolîyê ye. Ewî,
bi dûrdîtina xwe ya bilind di pêşîya milletê Kurd de “cehalet,
sefalet û îxanet” wek astenga herî mezin didît. Saîd-î Kurdî
di xortanîya xwe de bingeha mesela Kurdî dîtibû. Saîd-î Kurdî
jibo perwerdeya zimanê Kurdî vekirina zanîngehek mezin wek
çareserîyekê didît. Bi vê dîtina xwe bingeha çareserîya mesela
Kurd destnîşan kiribû. Saîd-î Kurdî jibo Kurd û Tirkan
hêjayîyek hevbeş e.
Saîd-î Kurdî ku di salên yekpartîtîyê de temamiya jiyana xwe
di zîndan û bi nefîkirinê derbas kir, di derketina îslama
sîyasî de şopên bi bandor hiştin. Nîqaşkirinên bi
entellektuelên radîkal ên dijminên dîn re hişt ku Saîd-î Kurdî
bi sîstemê re bi serê xwe bilîze. Ew xeta kesk a muxalefetê
ye. Jiber ku piraniya şagirtên Saîd-î Kurdî Tirk bûn, di wextê
xwe de ewî di navbera bratîya Kurd û Tirkan de wezîfa pirekê
dîtiye. Gava Saîd-î Kurdî çû ser dilovaniya xwe êdî bingeha
muxalefeta îslamî amade bû.
Sîstema ku di dema desthilatdariya Demokrat Partiyê de xitimî
bû, jibo ku ew û xelk neyên hemberî hev çavê xwe ji îslama
sîyasî re girt û piştî darbeya eskerî ya 27ê Gulana 1960î
îslama sîyasî ji qalikê navenda rastgiran derket. Piştî ku
Demokrat Partî bi darbeya eskerî ji holê rabû, serokwezîrek,
çend wezîr di oxira evîna demokrasiyê de hatin daliqandin.
Piştî darbeya eskerî Demokrat Partiyê ciyê xwe ji Adalet
Partiyê re hişt. Navê Suleyman Demîrel êdî ji alî
desthilatdarên dewletê ve wek rêvebirê navendîya rast tê
hilbijartin.
Başe ev Suleyman Demîrel kîye?
ٌ