|
KSN/
218 2005-Ji cirkî Xwedayê Teala bihîstiyariya
mirovbûnê da mirovan, pê re jî, ji bo wan hişyarker û pêxember şand.
Hikmeta Xwedê ev diva, herwekî ji bo çivîkan û teyrên ji welatekî koçî
welatekî an jî waregeheke dinê dikin serok û rêberan hildibijêre û dide
pêşiya wan; di nava mozan de yekê bi serokatî bo wan hildibijêre û bi saya
wê ber xwe dibînin û karekî birêkûpêk dikin.
Belê
Xwedayê Teala digel pêxemberên xwe peyam û daxwazên xwe yên ji mirov û
mirovahiyê re geh bi devkî geh jî bi nivîskî şand.
Ew tiştê
ku pêxemberan ji gelên ku di nav de hatibûn şandin re gotin, îrade û vîna
Xwedê û dîsa dazanîna rastî û heyîyên perdekirî bû.
Xwedayê
Teala ji evdên xwe yên ji hêla wî ve hatine afirandin dixwaze ku di cîhana
sebeban de bi destê wî yê veşartî ku di paş perdeyê de kar dike bihesin.
Pê
bihesin ku her tişt di destê wî de ye, hemû taqet li gel wî ye, hemû sifatên
kamil û mirovan bo xwe perest dikin ê wî ne.
Dema ku
mislimanek baweriya xwe bi Xwedê û Qasidê wî tîne, êdî baweriya xwe bi her
tiştê ku ji hêla Xwedê ve jê re hatiye şandin û şîret lê hatiye kirin tîne.
Hewa û hewesa xwe nake pîvana rastiyê; lê vîn û îradeya Xwedayê xwe dike
pîvan û hîm ji bo jiyan û felsefa wê.
Belê bi
delîlan nêzîkî hebûna wî dibe û baweriya xwe li ser delîlan ava dike; lê
dûvre xwe dispêre îradeya wî ya ku kesek bi tena serê xwe nikare ji hev
derxîne û di hemû hikmetên wê bigihêje.
Yên ku di
vê serdema me de jiyane, bi sosretên wisa rûbirû mane ku êdî ji bo wan çi
tiştê ecêb bê gotin jî sosret nayê û ji rêzê dibînin. Aha yek ji wan
sosretên ku êdî bala gelek kesan nakişîne û mîna tiştekî ji rêzê tê dîtin ew
e; ku di binê qalikê Îslamê de gelek reng û dirbên ji hev cuda û tu carî bi
baweriya bawermendekî re li hev nake diyar dibin.
Carekê
meşek li tirkiyê hebû, li dijî Şerîetê hatibû lidarxistin. Yên ku tevlî meşê
bûbûn ”bimre şerîet” diqêriyan (haşa!), dûvre ji hinên ku tevlî meşê bûbûn
pirs dikirin ku gelo misliman in yan çi ne? Wan jî bi şanazî digotin
”Elhemdûlillah ez jî misliman im çawa!”.
Belê ez
ji nav fahşiyan dixwazim li ser vê xeletî û fahşiya hanê rawestim, yên ku li
dijî Şerîetê diqêriyan ez bawer dikim nizanîbûn ku di eslê xwe de li dijî çi
diqîrin û berê xwe dane kê…
Heke ew
têbigihiştana ku şerîet navê ew prensîbên,, rabûn û rûniştin, danûstendin,
berpirsiyariyên mirovan yê li hember hevûdû û li hember tevger û xerabiyên
ku mirov bi nefsa xwe dike ye dê ewqasa bi hêsanî qîr nekirana. Û dîsa heke
ji wateya gotina xwe hayidarbûna, beriya her tiştî dê baweriya wan ya bi
Xwedayê xwe li hember wan rawestiyana.
Naxwe nav
misliman e û mêrik/ jinik bi xwe jî bi mislimaniya xwe serfiraz e; naxwe
nakokî çiye?
Nakokî di
tênegihiştinê de ye. Dema ku dibêje ez mislimanên nizane ku wateya gotina wî
digihêje ku.
Gelekê
cara û li hinda gelek kesan mislimanbûn jî mîna tirkbûyîn, kurdbûyîn û
erebbûyînê mensûbiyeteke ne di destê mirov de tê famkirin; lê ev yeka hanê
sed ji sedî xelet e. bawerî tiştekî bi dilê mirov re girêdayî ye. Dikare
hebe jî, dikare tinebe jî. Kesekî kurd dikare bi dehan cara baweriya xwe bi
tiştên cihê cihê bîne; lê tu carî nikare kurdbûna xwe biguherîne. Dikare
netewetiya xwe neyne bîra xwe lê tu carî nikare biguhere, ji ber ku ew yeka
hanê ne di destê wî de ye. Lê bawerî di destê mirov de ye û bi îrade û
hilbijartina mirov ve girêdayî ye. Madem ku tiştekî hilbijartinê ye, ez
dibêjim em tiştan nîvherimandî nekin çêtir e. yanî dema dilê we rûnişt; ku
”belê Îslam dînê Xwedê ye û divê ku Xwedayê Teala em wisa bê serî û serwer
di vê çolistana dinê ya ku bi hezaran fikrên batil û jirêderketî lê digerin
de nehiştiye û divê ku Peyam û daxwazên xwe bi destê Pêxemberên xwe ji me re
şandibe…” divê êdî tu ji berê xwe bidî ew Pêxemberê ku ji te re hatiye
şandin û tiştê di destê wî de ye û guh lê bidêrî ku di armanca daxwaza
îradeya ezelî bigihêjî. Di velêkolîna baweriya xwe de tuyê li destûrên ku
hîmên jiyanê ne, li şîretên ku ji bo mirovahiyê mîna stêrkên diçirûsin e, li
serborî û bîranînên ku rewş û rawestîna mirovahiyê ya li hember pêxemberên
xwe nîşan dane, li nav û dirbên ku xwediyê te bi te dide naskirin û hîna bi
sedan nuqteyên balkêş rast werî.
Di vê
derê de mafê te yî hilbijartina hinek tiştan û înkarkirina hinek tiştan
tuneye.
Heke ji
bo mîsal ta bawerî heye ku Quran pirtûka Xwedayê Teala ye, êdî ne tiştekî
rast e ku tu rabî li hember destûr û şîretên di wê de ji bo mirovahiyê
dahatine rawestî. Na heke dilê me ji îradeya Xwedê Teala bêtir li îrade û
zîrekiya me rûdinê û bi xwe difirin ku dikarin hemû rê û rêbazên jiyanê bi
tena serê xwe ji hevûdû derxînin û di vî warî de tu pêwîstiya me bi
hişyarkirinê re tuneye û divê destûr û rêbazên Îslamê bi Qansî ku hewa û
hewesa vê serdema me destûrê didin bêne qebûl kirin û yên dinê jî mîna
Qanûnên Erebên çolê bêne binavkirin. Ev nakokiyeke mezin ya di navbera me û
baweriya me de ye. Dema ku ez vê yekê dibêjim ne ku li hember li gorî demê
xwenuhkirina îslamê radiwestim, na bereksê wê di wê baweriyê de me ku Îslam
di hemû serdeman de xwedî qabiliyeta xwenuhkirinê ye. Ji ber ku tiştê ku
Xwedayê Teala bi destê Cenabê Muhemmed Pêxember silavên Xwedê lêbin
daxistiye ne şabloneke wisa teng e ku li gorî civateke piçûk ya Ereba ye,
bereksê wê tiştê ku di Quranê de ji bo destê Cenabê Muhemmed hatine dayîn
hîm û bingehên jiyanê ne.
Bi
guherîna demê hinek tişt li jiyanê diguherin, lê tu carî tiştên bingehîn
naguherin. Çawa ku av, hewa, rohnî, ax û germa hîmên jiyana dinê yên
bingehîn in û digel hemû guherînan ew hîm henin, wisa jî hin tiştên ku di
Qurana Pîroz de ji bo mirovahiyê dahatine yên wisa ne ku di hemû dem û
wextan de selteneta wan her li dar e; lê hin tişt jî hene ku li gorî
mesleheta serdemê qabiliyeta xwe ya şîrovekirinê hene û dikarin li gorî
dema xwe ji nuh de bêne şîrovekirin.
Heke ez
dîsa vegerim mijara sereke, em baweriyeke hevgirtî û tokme bînin; ne
baweriyeke ku qansî nefsa me qebûl dike.
Divê ku
mirov li heşê kesekî ku ji xwe re dibêje ez misliman im û dûvre tinaziyên
xwe bi çariya serê jineke misliman dike şaş bimîne…
Bila em
baş bizanin; ku Xwedayê Teala qet hez ji bawerkirin û xweşdîtina hin ayetên
wî û bawenekirin û rûzîvirandina ji hinekî dinê nake…
Em
Xwedayê Teala û îradeya wî ji kêmanî û xeletiyan dûr û pak dibînin…
21-08-2005
Mucteba
BARAVÎ
mkurmanci@hotmail.com
|