**Menûya Kurdî**
 

 

 

Îslam Kerîmov xelkê sivîl qirdike û sûç davêje stûyê Muslimanan

ANDICYA, 15/5 2005- Rejmên dîktator li ser xwîna miletê sivîl hatine avakirin û wextê herin jî, dîsa li ser xwîna bi hezaran kesên bêguneh diçe. Rejma Islam Kerîmov yek ji kevinperestên Sovyeta kevn e. Ji sala 1991an û vir ve rejma Kerimov her cûre zulm û zordarîya xwe li ser xelkê sivîl û bi tayîbetî yên dîndar didomîne.Zulma Kerîmov êdî nadihat kişandin û xelkê sivîl li bajarê Andîcanê serî hildan û hatanî niha ji mara kuştîyan gîhîştîye 500 kesan û jimara birîndaran jî nayê zanîn.

Rejma Kerîmov bi hezaran kesên bê guneh diavêtin girtîgehan û biawayên haovane li wan îşkence dihat kirin. Li ser vê zulma Islam Kerimov, xelkê sivîl li 4 bajarên Özbekistanê serî hildan û rejma Kerîmov bi hemî çekên giran wek tang û topan dora Andicanê girt û gule baran ser xelkê sivîl. Li gora Ajansên cûr becûr, hetanî niha 500 keshatine kuştin û jimara birîndaran jî nayê zanîn.

Kerîmov ji bona dunya li himberî qetlîama wî rawêj nîşan nede û bêdeng bimîne, sûç davêje ser hizba Tehrîrul-Islam û dibêje ew xelkê li himberî dewletê radike ser pêyan.

Hizba Tehrirul-Islam

Berpirsê Hîzba Tehrîrul_Islam yê Londonê Umran Wehîd dibêje tu têkilîyen me bi serhldanê re tune û ji vî karê nemirovî bi tenê îdara Islam Kerimov berpirse.

Kerîmov, gulebarandina ser xelkê sivîl înkar deke, lê nûçegihanê AFPê radigîhîne ku dema mehkemekirina 23ê kesan de, polîsan gulebarandine ser xelkê ku li meydanê bajêr kombûbûn û bi qasi 200-300 cesedî li meydana Andicyayê ketin.

Her wusan Rêxistina Mefê Mirovan ya Özbekistan radîgîhîne ku Rejma Kerîmov tezîb û êşkencekî bê hîsab li Muslimanan dikir û êdî xelkê sivîl ji zulm û tededarîya rejma Kerîmov bêzar bûbûn û nema karîbûn vê zulmê bikişîne.


 

 
Dem:15/5 2005  Seet: 001   şandine: Serhed.Net        Vegere