|
-----------------------------------------------------------------
ÎRO JI DESTÊ
HUSNA
Îro ji destê husna hebîbê sergest û
heyranim ez
Min esqû û muhbet bûn nesîb sewadê
sergerdan im ez
Esqê gelek sewdakirin bê mal û bê mewda
kirin
Nûra çira winda kirin Mûsayê Îmran im
ez
Mûsa ji destê husna bi nûr sêrînîya
xalê di hûr
Secde bire ber kohê Tûr nêzîkê remza
wan im ez
Remza ku dê dîlber bikin carek bi
çesman seyr bikin
Dê kohê Qaf ker ker bikin mecrûhê
pir-kovan im ez
Min ah ji dest kovan û qeheran min
sebir nayêt li seheran
Sûbehetê mewcên di behran qulzemê umman
im ez
Qulzem û behrên di heftê agirê esqê ku
keftê
Dê bisojit mislê niftê min dîye, pê
zanim ez
Min dîye muhbet çi reng e sohtime doja
pir-ye`ke
Min mudam dil ji biheng e bi nallîn û
efxan im ez
Nalîna teyr û tuyûran kalîna çeng û
bilûran
Xulxulên di qesr û qusûran bulbulê
xosxan im ez
Bulbul um daîm dixwînim ez yaqîn ez te
bibînim
Dîn dibim sewda dimînim serxos û sokran
im ez
Serxos û ebter kirim te ji îlleta
rengzer kirim
Te sotim û ker ker kirim tu agir î
buryan im ez
Agir û pêta di dil da me`neyan daxan ku
hilda
Ew kitib naçit du cilda hafizê medhan
im ez
Hafizê medh û pesendan rohîya mehbûb û
rindan
Bê hesab werbûn di fînda sotîyê bê can
im ez
Soti me qet pêt û nar ne kustî me derb
lê dîyar ne
Min demek sebr û qera ne nexwesê
pir-jan im ez
Nexwesê reng lê nemayî dest li se falê
nihayî
Wan digot ji çavê gihayî kûstiyê e`ynan
im ez
Kustime her do `ûyunan yan kî yêd
nisbet ji nûnan
Radikit ew qetl û xûnan girtiyê zindan
im ez
Girtî me insaf di mîr ne qazi û mufti
ve bîr ne
Qeyd kirim kes bê xebîrne bendeyê
hicran im ez
Ma di benda firqa te canfidayê
xidmetima te
Da bibînim rehmeta te nobedarê xanim im
ez
Nobedarê qullehê xo dergevanê derqehê
xo
Bîne bîr û agehê xo tûleyê asîtan im ez
Çavrêyê sirra li pês im meqseda ezlê
fenis im
Hicreta Yûsuf dikêsim Ye?qûbê Ken`an im
ez
Kor e bo Ye`qûb ji dînê j` perdeya daxa
evînê
Ger dibê veke birînê hewceyê Lokman im
ez
Wan digot Lokman tebîb e gote min xef `endlîb
e
Sarifê derdan hebib e pê bawer û iman
im ez
Sond dixwin sa`id û destan kevir û
seylêd li bestan
Min bi xom li curhan bebestan be rahet
û asan im ez
`Asiqa rahetya kêm eagir û pêta dilê me
Çend hezar medhên dibême muhîtê esman
im ez
Xwezî min sed ser hebûna sed hezar dev
pê ve bûna
Ew hemûl`medhên te bûna hêj bi wan
niqsan im ez
Ez kiz û zer bûm ji qehrê dê devêk
çibikit jibehrê
Yan du çav çibikin ji seherê bê dîtina
eynan im ez
Sed hezar çav min divêna bayekî perdan
hilîna
Xet û xal min têr didîna esqa qutî can
im ez
|