Îranê soza hevkarîya bê tixûb da Telebanî

KSN/ 23/11 2005-
Serokê Îraqa Federal Celal
Telebanî ji bona sê rojan serdana Îranê kir û bi serokkomar
Mehmud Ehmedî Nejad, wezîrê derva û rêberê dînî Ayetulah
Xamenayî re hevdîtin pêkanî. Telebanî, Îranê soz daye ku, wê
li hmberî xirabkeran alîkarîya Îraqê bike. Li gora gotinên
Telebanî, Xemenayî gotîye ku, ji bona alîkarîya xelk û
hukumeta Îraqê em tu tixûban nasnakin. Lê agahî neda ku, wê vê
alîkarîyê çewa bikin.
Lê karbidestên Îraqê û Emerîka
di wê bawerîyêdane, ji bona ku xirabker di tixûbên Îranê re
derbasî Îraqê nebin, îranê tedbîrên pêwîst negirtî.
Îran
van îdea û îdeayên ku destê wan dinav Îraqê de heye û ew rê
pêş şîîyan dikin, red dike.
Ev 40 sal e cara yekem serokê
Îraqê serdana Îranê dike. Segreterê giştîyê YKNê Celal
Telebanî, di dema Sedam Huseyin de navbera wî û Îranê pir
xweşbû.
Li gora nûçeyên Ajansa Reuterê,
Îranê yek milyar dolar bi deyn û 10 milyon dolar jê wê hîbe
bide Îraqê. Lê ev nûçe hê ji alîyê Ajansên Îranê ve nehatîya
piştrsakirin
Celal Telebanî û serokkomarê
Îranê Mehmud Ehmedî Nejad, pêkve civînek çapemenîyê li
darxistin û li ser girîngîya tiştên ku di navbera wan de
derbasbûye sekinin.