Îran wê di 24ê vê mehê de carek din
biçin
ser
sandiqê
KSN/6
2005- Xelkê Îranê doh çûn ser sandiqê ku
neemîn serokkomarê Îranê hilbijêre. Lê îroj encamên hilbijartinan dîyarbû
ku ji namzetên serokatîya Îranê kesî ji %50 deng negirtine û ji ber vê
yekê ye ku care duemîn dê di 24ê vê mehê de, biçin ser sandiqê.
Namzetê herî zêde deng girtîye Eli
Ekber Haşîmî Rafsancanî ye ku ji %20.84 deng girtî û Mehmûd Ahmedînecad
ji %19.71 li pey Rafsancanî ye.
Li
gora yasaya hilbijartina serokkomar, divê du namzetên herî pir
deng girtine, wê di 24ê vê mehê de carek din herin hilbijartinana û ji wan
kîjanî ji %50 î deng girt wê bibe serok komarê Îranê. |