**Menûya Kurdî**
 

Şofêrên kamyonan ji tirsa dewleta Tirk newêrin herin Kurdistanê.

KSN/ 8/7 2005- Berpirsên gumruka Îbrahîm Xelîl  yê alîyê Kurdistanê Ji roja 4ê vê mehê û vir de ji bona  ketin û derketina Kurdistanê mohra ”Kurdistana Îraqê” li ser pasaportan dixîne. Ji ber vê yekê  dewleta Tirk zorê dide wan şofêrên ku mohra Kurdistanê li ser pasaportên wan ketine û şofêr ji tirsa dewletê newêrin biçin Kurdistanê. Lê medya Tirkan radigîhîne ku şofêr vê yekê pirotesto dikin û biryara dane ku ji bona mohra kudistanê li ser pasaportên wan neyên xistin, wê li bir derîyê Îbrahîm Xelîl rawestin.

Lê hê ne dîyare ka wê ev pirsgirêk çewa were çareserkirin. Ka wê alîyê Kurdistanê paşve gav bavêjin û mohra kurdistanê li ser pasaportan nexîn, an jî dewleta Tirk div ji zixtên li ser şofêran berde.

 

 

 

 
Dem: 8 /7 2005  Seet: 19 şandine: Serhed.Net        Vegere