|
|
ÎBRAHÎM XELÎL SIRÛCÎ
KSN/ 22/6 2005-Kurdistan.
Axa midîyan. Warê egîtan. Baxcê gul û bilbilan. Lê li alîyekî din hêlîna
kul û derdan. Hawara belangaz û rebenan. Ev dîmenên balkêþ û
di nava xwe de bi nakokî li Kurdistanê dem bi dem hatine dîtinê.
Ji 1800 î û pêve kul û birînên
kurdan dijwartir, hawara wan zêdetir bûye. Ji ber wî jî dîmena ku dused
sal in li Kurdistanê xuya dibe dilê mirov xemgîn, bêhna mirov teng dike.
Belê ev dused salana di nava xwe de serhildanan, hovitiyan, îxanetan,
birçîbûnan, qirkirinan dihebîne.
Ya ku mirov zêdetir xemgîn
dike serhildana dawîyê û encamên wê ne. Mijara min ne rastî û çewtîyên
vê serhildanê ne. Elbet rastîyên xwe jî hene û çewtîyên xwe jî hene, lê
ez li vir ser wan nasekinim. Mijara min ew gundîyên ku bi vî þerî re
rûbirû manîne. Ew gundîyên belengaz in û zilma wan dîtiye. Ew gundîyana
hin jê bûn cerdewan hin jê kocberbûn, pir hindikê wan jî li þûna xwe
man. Lê di nava wan de ya herî zêde bala min dikþîne yên koçberbûyî ne.
Ez zarokên wan li metropolan dibînim yan selpaqfiroþ in yan boyaxçî ne.
Dilê min diricife. Lê gava ew
kurdî nizanibin ez bêhtir xemgîn dibim. Va tiþta têne bîra mirov, mirov
nikare hêsrên xwe bigire. Rewþa ku gele me tê de, zilma ku dît,
zehmetiyên ku kiþandin û xesara ku gihiþte Kurdistanê nayê ziman.
Ew gundîyana çûn. Çi ku yan kir biçûna yan kir bimrana. Ew jî çûn. Çûn
lê bi çi halî. Bi çi zehmetî. Tevlî koz û kulfet zarî û zêçikan. Bêpere,
bêziman û bêrêber. Dem buhurî ewrên reþ asîmanên Kurdistanê hêdî hêdî
terikandin. Ne tam lê belê rewþ ji berê hinekî baþtir bibû.. Kurdistan
piçekî kerr bibû.. Lê vî tiþtî ji wa gundîyan re tiþtek îfade nedikir.
Çi ku ew gundî êdî ne gundî bûn û nebibûne bajarî jî. Bibûne tiþtek lê
ne wan dizanî û nejî kesekî din ku ew bûne çiye. Hin tiþt guherîbûn.
Qenc bibû yan neqenc wan nedizanî. Bes jîyana ku ew tê de bi wan tal bû.
Bi rastî mirov
ku rewþa wan tamaþe bike wê bibîne ku gelekî wan ne bi huzur in. Jîyana
ku bê dile wan didome, wana gelek aciz dike.
Lê ji bo guherîna vê rewþê pir kêm tiþt ji destê wan tê.. Zarok
li gor dilê bav û diyan mezin nebûne. Ji adet û kevneþopan dûr in. Elbet
ev gotin ne ji bo herkesî ye. Yên ku xwe parastine, yên ku zarokên xwe
bi kurdîya þîrîn bi adet û kevneþopên bav û kalan mezinkirî jî henin. Lê
belê hejmara wan pir kêm e. Ew malana jî bi zanatî li ser vî karî
sekinîne û hewl dane.
Kurdînizanîbûna zarokan min pir xemgîn dike. Hele ku ew zarokana yên
mirovekî ji xwe re dibêje ez welatparêz im, filan û bêvan. ev tiþta hîn
xerab e, û wele ez ji pêþeroja xwe ditirsim. Wê hinek bibêjin “em çer
bikin li her derê tirkî tê axavtinê.” Ezê jî bibejim birano ma li mala
we jî pêwîst e bi tirkî were axavtin. Ma li mala we jî kurdî qedexe ye.
Ger ku hûn bi hev re kurdî þorê nekin qey wê zarok hînî kurdî nebin. Çi
ku dibistan, tv, rojname pirtûk û hwd bi tirkî ne. Lê kurdîya þîrîn û
delal maye di nava çar dîwarên mala we de. Ger ku
hûn ji wir jî nefî bikin wê kurdî nekeve nava refên hîtîtî,
sumerî û zimanên wek van ji bîrbûyî. Li ser vê mijarê pir kes sekinîne û
ez jî çiqas bisekinim mafê min e. Çi ku ziman hebûna neteweyan e. wek
zilamekî gotiye: “Ger ku hûn dixwazin gelekî ji holê rakin ji zimanê wan
de dest pê bikin.” Ev gotina gellek rast e. Ger ku em dixwazin weke hemû
gelên cîhanê bi nasnameya xwe werine naskirin û pêþ de herin emê vî
zimanî zindî bigirin. Lê xwedî derkevin. Di malên xwe de di dawetan de
di þahî û þînîyan de bipeyîvin. Bixwînin, binivîsînin û guhdarî bikin.
Bijîjk, karker, mamoste, sîyasetvan û herkes têkilîya xwe bi kurdî
deynin. Di serî de min gotibû mijara min gundî û zilma ku gundîyan
dîtîye. Lê min hew dît ez di vir re derketim. Yanî hatim li ser zimên
sekinîm. Çi ku pirsgirêka bi min herî zêde xuya dike eve. Yên ku niha
dibêjin “na lo pirsgirêk
gellek in” wê hebin. Ez jî wan re dibêjim mafê we ye. Lê min li vê derê vana nivîsandin
hûn jî wana binivîsînin. Bimînin nav xêrê de.
|