Hukumeta AKPê cezayê terora
dewletê ya li himberî miletê kurd mjbûre bide
ENQERE, 16/5
2005- Wezaretader yê dewleta Tirk ji Hukumeta AKPê
daxwazkir ku, ew kesên ji rûyê terorê de zirar dîtine
divê zirara wan
were dayîn. Eger zirara wan neyê dayîn wê Tirkîye di
pirsa YE de, li hemberî Dadegeha Mafê Mirovan ya Ewrûpayê
gelekî neçar
bimîne. Wezaretader ji Hukumetê dixwaze ku ji bona bicîanîna yasayê
zûbike û miqdara perê tezmînatê gelekî kêm e û divê were
zêde kirin.
Parlamentoya Tirk
di 17ê Tebaxa sala 2004an de, biryardabû ku ew kesên ji rûyê terorê
de zirar dîtine divê zerara wan lê werin vegerandin.
Derxistina vê
yasayê ji alîyê YE ve bi erênî hatibû dîtin, lê ew yasa ji bilî ser
kaxizê bi kêrî tiştek
nehat. Dewleta Tirk bi guhertina
çend xalên ysayê di xwest YE
yê bi xapîne, lê wusan dîyare wê cezayê terora dewletê ya li himberî
miletê kurd kirîye bi xwe
bidin.
Dewleta Tirk
hemî gavên xwe bi hîle davêje, ji wan wetrê ew dikarin hinekan
bi xapîne, lê ew jî qenc dizanin êdî ew nikarin xwe jî bixapînin.
Ji 31ê Adara sala
2005an û virde 69 hezar û 832 kesan serê ji bona tezmînatê li
dewleta Tirk daye, lê bi tenê erzihala hezar û 595 kesan hetîye
qebûlkirn û yên din jî hatine redkirin. Ji hezar û 595 kesî jî
bitenê tezmînat daye 342 kesî, yanî ji %2 pirosendî tezmînat
wergirtîne.
Tezmînata ku
dewleta Tirk dide pir kêm e û divê sibê roj Mehkema Mafê Mirovan ya
Ewrûpayê carek din dewa vê tezmînatî bike.
Divê her kes
bizanibe, dewleta Tirk tu carî bi
çavê hemwelatîyê li miletê Kurd nenêrîye
û na nêre jî. Ev karekterê Miletê Tirk e.Tirk ji Asya Navîn
kocberbûne û tim mal û milkên xelkê talan kirine, ji ber vê yekê ye
ku dwleta Tirk ji miletê Kurd re mirovatîyê rewa nabîne. Her tiştak
ku dike ji wan wetrê wê YE bi xapîne.
Jêder: CNN Turk
Şîrove
Dilbirîn