HIKUMATA
AKP-ê Û HUKMÊ GENERALAN
Lokman
Polat
KSN/ 5/8 2005- Partîya mihafazakar û Îslamî
AKP di hilbijartinan de bi ser ket, bû hikumet lêbelê nebû îqtîdar.
Anku nebû desthilatdarê rasteqîn yê dewletê. Desthilatdarê dewletê yê
eslî AsKP ye. Yanî Asker Partîsî ye. Dewleta kûr AsKP ye. Birêvebir û
desthilatdarê eslî yê dewleta kemalîst ordîya kemalîst e. Hêzên
kemalîst, ordu, dewleta kûr, partîya M. Kemal CHP, nîjadperest û
þovenîstên tirk hemûyan bi hevre nehêþtin ku AKP bibe desthilatdar,
anku bibe îqtîdar.
Dema hikumata AKP-ê hate
damezrandin, berpirsiyar û birêvebirên vê partîyê hinek hêvî dane gel
ku ew dê tiþtên baþ pêk bînin. Wan hinek gavên baþ ber bi demokrasîyê
ve avêtin. Bi bandora yekîtîya ewropayê hinek zagonên antî-demokratîk
rakirin û hinek zagonên baþ yên li gorê normê demokrasîyê derxistin.
AKP-ê hedefa endambûna yekîtîya ewropayê da ber xwe û wan xwestin bi
vê armancê bimeþin. Lê, ew di meþa xwe de likumîn û di pêkanînên xwe
de xitimîn.
Li Tirkiyê hetanî ku pirsa
netewa kurd neyê çareserkirin, Tirkiye nikare bibe demokrat, anku
demokrasî nayê pêkanîn. Hikumeta AKP-ê dît ku ketina nav yekîtîya
ewropayê wisa hêsan nîn e. Digel ji holê rakirina þkencê, parastina
mafê mirovan û pêkanîna gelek tiþtên din yên demokratîk (ku wan vana
jî pêkneanîne) divê pirsa netewa kurd jî bê çareserkirin.
AKP bi vî halê xwe nikare tiþtek
bike. Pirsa netewa kurd tenê pirsa hikumetê nîn e, pirsa dewletê ye.
Dewlet jî kemalîst e, nîjadperest e. AKP bi xwe jî bi tevahî ji
çareserkirina vê pirsê re amade nîn e. Di serî de jî serokê AKP-ê û
serokwezîrê Tirkiyê R. Tayyib Erdogan newêre xwe nêzîkê pirsa netewa
kurd bide. Ew ji tehdîda generalan û dewleta kûr ditirse. Di gel vê
tirsê jî, mentalîteya wî ya lênêrîna li pirsa netewa kurd jî nebaþ e.
Serokê AKP-ê bi eslê xwe tirk nîn e. Ew Abaza ye. Ew dizane ku li
Tirkiyê ji xeynê du milyon tirkmen û yorik, tirk tunin. Yanî ji 70
milyonan tenê 2 milyon tirk –tirkmen- in. Yên ku asîmîle bûne û xwe
tirk dihesibînin bi eslê xwe, bi koka xwe ya netewî netirk in. R.
Tayyib Erdogan Abazayekî ku asîmîle bûye û xwe tirk dihesibîne. Ew
dixwaze ku kurd jî weke wî asîmîle bibin, lewre jî li bajarê kurdan li
Sêrtê di axaftina xwe de asîmîlasyona kurdan diparêze.
AKP-ê pirsa netewa kurd hewalê
generalan kiriye. Di pirsa doza kurd de, ji hêla fermî ve xwedî gotin
”genelkurmay” e. AKP jî zanê ku xwediyê dewletê ê eslî ordu ye. Komara
tirkiyê bi destê orduyê, ji alî generalên nîjadperest ve hate
damezrandin.
Împaratorîya Osmanî dewleteke
bêmillet bû. Generalan xwestin bi riya asîmîlasyonê û zordariyê ji gel
û miletên netirk milleteke tirk pêk bînin. Lê, bi ser neketin. Dewleta
tirk weke dewleteke askerî/leþkerî pêk hat û parastvanê vê dewleta
milîter jî ordu/artêþ bixwe bû. Partîyên sivîl dibin hukumet, lê nabin
îqtîdar û nikarin hukim bikim. Niha AKP hukumet e, lê hikum hukmê
generalan e.
Ampula AKP-ê ji alî generalan ve
hatiye tefandin. Serokê AKP-ê li pêþberê dewleta kûr neçar maye û ji
tirsa ”înqilaba leþkerê” li gor gotina generalan tevdigere. Di gelek
waran de hukumeta AKP-ê na, general bi xwe desthilatdar in. Li Tirkiyê
gelek tiþt li gor daxwaza generalan tê birêvebirin. Di mentalîteya
generalan de ”askerî mantiq” heye û ev ”mantiq” dûrê eqilaye, rasyonal
nîn e. General bi fikrên nîjadperest û faþîst yên kemalîst hatine
perwerdekirin. Ew herdem li dijê demokrasîyê û mafê mirovan in.
Generalên nîjadperest bi mentalîteya xwe ya þoven û nîjadperest ji
pirsa doza netewa kurd re nikarin tu riyeke çareseriyê bibînin.
Herweha hikumeta AKP-ê jî bi
dîtinên xwe û bi kapasîteya xwe nikare pirsa netewa kurd çareser bike.
Lê, ew dikarin hinek gav bavêjin ku di demên pêþ de ji bo
çareserkirina doza kurd bibe gavek e. Divê kurd jî wisa bikin ku
dewleta tirk mecbûr bimîne gav biavêje.