Îroj
hemwelatîyên Îraqê li dervayê welat çûn ser sendoqa dengdanê û
dest bi dayîna denga kirin. Wê di 15ê vê mehê de, li
Îraq û kurdistanê xelk biçin ser sandoqa dengdanê û wê ji bona
4 salan dengê xwe bidin û nûnerên Parlamentoyê hilbijêrin.
Piştî ruxandina rejma bees ev cara duyemîne ku xelkê
Îraqê diçin ser sandoqê. Îroj Îraqîyên li Swêdê jî dest bi
dayîna
denga kirin.
Li gora nûçegihanê Radyoya Aşti
Heci Kardoxî, miletê kurd dengê xwe didan lîsta hevpeyman ya
Kurdistanê û her dengekî wek gulekî daynin ser tirba şehîdên
Kurdistanê. Em mwek xelkê kurd ji me ev tê û em wezîfa xaya
hemwelatîbûnê bicî tînin.
Salonên
hilbijartinê ji 13-14 û 15ê vê mehê de seet ji 09ê sibê
hetanî 21ê êvarê vekirîye. Ji bona ku dengdan di rojên
mesayîdaye û xelk ji dixebitin, kesên bixwazin hetanî 21ê
êvarê dikarin dengê xwe bidin.

