Hikmetê Pîrozîya Şeva Qedrê/ Leyletul-Qedir
KSN/ 29/10 2005-
Me
ew ( Qurana pîroz) di şeva qedirê de daxist. ( Ya Muhemed)
Ji te re hatîye gotin, an jî; tu dizanî şeva Qedrê çiye? Şeva
Qedrê ji hezar mehî qenctir e. Di wê şevê de malayîket û Rûh (
Cebrail) bi îzna Yezdanê xwe, ji boyî her tiştî dadikevin.
Di wê şevê de hetanî berbanga sibê, ewleyî û aramî haye.
Sûrê Zîlzal
Xwedê Teala, ji me
ra ferman dike ku, şeva Qedrê- Leyletul-Qedr, di meha
Remaznê de, ji hezar şevên wekî xwe çêtire. Gelo sedem
çîye ku Xwedê Teala îbadetên şevekî ji hezar şevên din, bixêr
û bêrtir kirî? Em ê bêjin; sedem ew e ku, di Şeva Qedrê de,
Qurana pîroz daketîye. Tişta ku qedr û qîmet daye Şeva Qedrê,
Qurana Pîroz e.
Xwedê Teala bi vê
ayeta hana bi me daye zanîn ku, Qurana pîroz, ji boyî
pirsgirêkin civakî, malbatî, tendurustî û piskolojî dermanake
bê nîşeye. Berîya daketina nîzama Yezdanê Dilovan, hemû
cureyên nemirov dihatin kirin û zulm û zordarî gihîştibûn erşê
ela û tu weteyek ji mirovatîyê re nemabû.
Her kes bê hêvî ku ji pêşeroja
xwe ne bawer û di destê maldar û zordaran de bûbûn wekî kole û
tu wextî derbarî jîyana jin û zarokên xwe
de, ewle nebûn.
Di demak waha de, Xwedê Teala
Qurana pîro di şeva Qedrê de daxist û nîzama Xwedê Teala,
ferman dide ku rê nedin tiştên ne mirovî û hovane û divê
di nava hemû çînîyên mirovan de, edalet bê bicîkirin û rûmet
ji morovatîyê re were girtin.
Derbarê Şeva Qedrê de, tu
ragîhandineka ku mirov bêje ev e tune. Lê Pêxember silavên
Xwedê lê be, di hedîsek xwe de ferman dike ku, "Li Şeva
Qedrê di dehên dawî yên meha Remezanê û di şevên kit/tek de,
bigerin" Mumkine ku Şeva Qedrê di 21, 23, 25, 27 û 29ê
meha Remezanê de be, lê piranîya bawermendan di wê bawerîyê da
ne ku Şeva 27ê meha Remezanê, Şeva Qedrê ye.
Bi ya min ji şîrovên kilasîk
bêtir, divê mirov di jîyanê de, li ser giringîya rola Quranê
bisekine. Her ruknekî dînê Îslamê,wekî Nimêj, Rojî, Hec
û Zikat, xususîyeteka wan ya tayîbet heye, lê dîsajî hemû
îbadetên Xwedan e û yek ji ya din çêtir nîne.
Qurana pîroz, qanûn û nîzameka
Xweda ye û ji bona kar û xizmeta mirovan hatîye daxistin.
Qanûn û nîzama Yazdanê Mihrîban, di xizmeta mirov da ne
û rêya bextiyarîya dunê û axretê nîşanê mirov dide.
Xwedê Teala di Quranê de
waha ferman dike:" Birastî jî Me zarokên Adem kirin
xwedîyê şeref û rûmetê û Me ew di ser ber û deryayê re (
li ser hin tiştan) birin. Me rizqên xweş dan wan û Me ew
li ser gelekî afiranderên xwe
jî,
bi rumetir kir" Sûrê Isra,
ayet 70
Ev ayeta pîroz, nîşan dide ku
mirov di dunê de, çiqas bi rûmet û rola mirovan çiqas
girîng e. Ma dunaya ku bê mirov be, bi kirê çi tê?
Bê guman xweşîya dênyayê, bi
mirovan e û her tişt ji bona xizmetê mirovan hatîye
afirandin.
Her îbadet û karên qenc yên ku
di Şeva Qederê bê kirin, ji hezar îbedat û qencîyên ku
di şevên din de tên kirin, qenctir e. Divê mirovên bawermend,
di van 10 rojên dawî yên meha Remezanê de, bêtir xwe nêzîkî
Xwedê bike û ayîn û îbadetên xwe zêdetir bike.
