**Menûya Kurdî**
 

Hêzên Emerîka û Afxanîstan serokê hereketa Talîban Mela Umer dorpêç kirîye

KSN/ 23/6 2005- Berpirsek ji wezarata parastinê  ya Afxanîstan ragîhand ku hêzên Emerîka û Afxan, herema navbera Qendehar û Zabîl û Eruzcanê ku dikeve rojavayê bakûrê Afxanîstan, dorpêç kirine û wusan bawerdikin ku serokê hereketa Talîban Mela Umer  xwe li wê heremê veşartîye.

Ji alîyê din de, berpirsê emnîyeta  wê heremê Muhemed Muslim Hamid, radigîhîne ku, hêzê Emerîka  û yê Afxan operasyonên berfireh li dijî hereketa Talîban  dest pêkiri û ji sêşema berê hetanî niha 103 çekdarên Talîban hatine kuştin. Muhmed Muslim dibêje; li wê heremê ji bilî Mela Umer, Mela Ebdulhekîm, Ebdulxan û mela Ebdulbeşîr û 150  çekdarên wan  hatine dorpêç kirin.

Çevkanî: El-Cizîre

 

 

 
Dem:23 /6 2005  Seet:17   şandine: Serhed.Net        Vegere