|
Heyştê 8-Adarê û Jina Kurd
Stockholm,
3/3 2005- Gelekî
mirov, Komele û rêxistin henin di bin navê parastina Jina azd û xwedi lê
derketina mafê Jinan de, jehr û zuqûma xwe berdidin nava malbatan û ji
bin de hildiweşînin. Dibên bila jin bi serê xwe û mêr bi serê xwe
biryarbidin, kî çi dixwaze bike û kuda xwest biçin û kêf û zewqa xwe
bikin. Di xwazin heskirin û evîna navbera mêr û jinan de rakin û ya herî
giring ew bendê zexim yê ku evîn li ser avadibe " wefadarîya"
navbera mêr u jinan rakin.
Di dunyayê de tu
tiştekî bê pîvan û bengeh nayên avakirin û ava nebûye. Her
Civakek, Miletek, Hêzek û hetanî tiştên ku ne zîruh in wekî bîna û
kar û barên rêcbertîyê li ser bingeh û pîvanan tên avakirin û ew bingeh
jî bi gorî şert, merc û pîvanên tayîbet tên avêtin û bicih kirin.
Her civak û miletek li gorî þert,
merc, pîvan û hêjayên welatên xwe avbûne. Gelek pîvan henin li
bingeha milet û civakek din nayên, lê dema te xwest wan pîvanên beyanî bi
zorê têxe nava wê civakê û pê bide qebûlkirinê, wê çaxê wê bûyerên pir
nexweþ derkevin û tu yê bibe sedema peydakirin fitne û fesdîyê û wê ew
civak te melûn ilan bike.
Di
alîyek de behsa pirkulturî, pirrengîya reng û rûyên civak û milatan tên
kirin û di alîyê din de jî lê digerin ku hemî rengan tunebikin bi tenê
rê li pêþîya yekkultur û sitîleka jîyanê vebikin.
Di
cîyê ku yakîtîya civakî çêbikin, piroplemên ku di nav civakê de hene
çareserbikin, her diçin rê didin hin alîþe û piroblemên nû û
milet û civakan ji hevdû belawela dikin. Wekî roja 8 adarê ku roja jina
ne, roja bavan, roja dayîkan, roja qunekan( homosexuel) roja, lezbîyenan
û hwd...
Gelo
ev tiþtên ku me li jor behsa wan kir, ji kuderê hatin û bi kuva diçin.?
ji kê re û çi re xizmetê dikin..? û gelek pirsên bi vî rengî divê mirov ji
xwe pirs bike. Em bersîva van pirsana ji xwendevanan
re dihêlin ku bi xwe li ser bifikirin û bersîva xwe bidin.
Em
vegerin ser pîvan û hêjayên ku civaka Kurd li ser avabûne. Ji bona ku 8
adarê roja jina ne û di vî werî de pir nivîs hatine nivîsin û wê werin
nivîsin, çalakî semîner, meş û axiftin wê werin li derxistin, me jî
xwest li ser rola jina kurd û pîvanên ku rola jina kurd di civaka
Kurd de kifşe dike bisekinin.
Himê
herî girîng di avakirina civaka Kurd de, Jîyana malbatî ye. Ne bi tenê
di civaka Kurd de, di tevaya dunyayê de civak li ser bingehên malbatan
avabûne. Vêca mefhûmê bingeha malbatî li ba Kurdan, ji yên milet û
civakên din cuda ne û ne mumkune ku mirov wan pîvanan li hevdû qîyas
bikin.
Bengehê malbatê zewac e. Berî her tiştî Kurd di zewucin û paşê dest bi
hazirîya mal, zarok, virde û wêde dikin. Mêr mêranîya xwe û jina Kurd
jinanîya xwe dizanin her yek ji wana xwedî rolek teyîbetin û li ser rê
û rêçika xwe kar û emelên xwe di domînin.
Gelekî mirov, Komele û rêxistin henin di bin navê parastia Jina azd û
xwedi lê derketina mafê Jinan de, jehr û zuqûmê xwe berdidin nava
malbatan û ji binde hildiweşînin. Dibên bila jin bi serê xwe û mêr bi
serê xwe biryarbidin kî çi dixwaze bike û kuda xwest biçin û kêf û zewqa
xwe bikin. Di xwazin heskirin û evîna navbera mêr û jinan de rakin û ya
herî giring ew bendî zexim yê ku evîn li ser avadibe " wefadarîya"
navbera mêr û jinan rakin.
Di
xwazin mêr û jin ji hev re bêwefa bin, hevûdû bixapînin û derewa bikin.
Bi tayîbet jinan teşwîqê jîyana bê zewac dikin û dibîjin; mafê janan
heye li ser cismê xwe xwewdî biryarbin. Jina ku zaroka bine û xwedî
bike, bi mêrê xwe re wefadar be û di xizmeta malbat, dîn, kultur û hemî
hêjayên xwe de be, wek jina paşvamayî dibînin û ji bona ji hevda xistina
vê malbatê a ji destên wan tên texsîr nakin.
Pîvan û sitîla jîyana ku li Ewrûpa heye li bingeha malbat, jin û mêrên
miletê kurd nayên. Ew kesên ku sitîla jîyan Ewrûpa hilbijatîne nikarin
wê jîyana xwe wek kultura miletê Kurd nîşan bidin û miletê Kurd rê nade
wan kesana ku li ser navê Kurdan ew tiştên ku ne li gorî urf û edetên
wan be, li ser navê wan were kirin.
Ew
Jin û mêrên ku jîyana dîsko, bar, pavyon û bê zewacî yanî jîyana
dostî hilbijiartinin, gelo hun bawer dikin ku ev kiryarên we li Kurdistan
muhteber bin..? ma, hûn dikarin li Kurdistan û di nava civakê de jî van
tiştana bi parêzin ku hûn çewa di sanal û li pîşberî Data- Bilgîsayar-yê
diparêzin û di nivîsînin..? Hun dikarin doza avakirina Komela Qunek û
Lazbîyana li Kurdistan bikin..? Belngazno, ma hûn ewqas jî
bêkêr bûnin û nikarin bifikirin ku Kurdistan welatek dine, li ser pîvan
û bingehên cuda hatîye avakirin ku ew kirasê ku we li bejna xwe birîye
li bejna miletê Kurd nayî.?
|