KSN/
21/12 2005- Dohî heyetek ji PDKê
bi serokatîya serokê hikumeta Hewlêrê Nêçîrvan Berzanî,
Serdana Yekgirtuya Îslamî ya Kurdistanê kir. Heyet ji
segreterê PDKê Fazil Mîranî, Dr. Fuad Huseyin û Serbaz
Hewramanî, pêk hat. Segreterê giştîyê Yekgirtu ya Îslamî
Selahedîn Muhemed Bahadîn û serokê şura Yekgirtû û ji
politburoya Yekgirtu Muhemed Ferec pêpşwazî li heyeta PDkê
kirin û herdû alî li ser hilbijartin û rêdanên van damên dawîn
ku li bajarê Dihok û bajarokên derûdorê wê rûdabû sekinîn.
Nêçîrvan Berzanî, ji bona
şehîdkirina 4 endamên Yekrtu ya Îslamî, serxweşî li Selahedîn
Muhemed Bahadîn kir
û xemgînîya xwe derbarê bûyerên ku li
mintîqa Behdînan rûdabû, da dîyarkirin.
Berzanî, di xeyala PDKê tunebûye
ku rojek ji roja bûyereke waha li himberî terefekî dost û
Kurdistanî wek Yekgirtu pêkbîne. Em amadene ku birînan bi
pêçin û emn û ewleyîya li heremê bi cî bikin. Bira
Yekgirtu dilrihet be ku, ev êrişana ji aliyê PDKê ve
nehatiye kirin, belkî ji alîyê hin kesên dijatîya rewşa
Kurdistanê ya aram dikin ve hatîye kirin.
Her wusa Nêçîrvan Berzanî,
spasîya Yekgirtû ya Îslamî kir ku ewqas karasat û
talankirina di ser Yekgirtu de hat, dîsa jî Yekgirtu
nehêla bûyerek dîtir û mezintir rûbide û xelk têknedan û
aramî û aştîya heremê xira nekir.
Selahdîn
Muhemed Bahadîn, spasîya heyeta PDKê kir û axiftina xwe
waha berdewamkir, di gel ku van êriş û kuştinên di ser me hat,
divê ev buyer ji vîya mezintir nebi. Divê ev kêşe bi şêweyek
wusa were çareserkirin ku xizmeta aştî û aramîya Kurdistanê û
peywendîyên navbere hêzên Kurdistan û meltê Kurdistanê bike.
Bahadîn, divê em rê li van
buyerên ku li dijî gelê me ne bigirin ku carekî din rûnede. Li
dumayîkê dibêjim, divê komisyona teyîbet ya ji bona vê burê,
dest bi karê xwe bike û kesên gunekar derxînin ber dadegehê û
cezayê ku heqkirine bigirin.
Ê me, ew kar û kirên ku ne
di xizmeta gelê me da be, nakin û mafê tu kesî
tune ku rewşa Kurdistanê tevlihev bike.