KSN/
14/9 2005- Sileymaniye / Heyeta Weqfa Kurdî (KÜRT-KAV) ku
ji 6 kesan pêkhatiye, roja 13ê tîrmehê bi tevî hunermenda Kurd Nîlufer
Akbal derbasî Kurdistana Başûr bûn. Heyet li ser dawetnameya Wezîrê
Rewşenbîrî Birêz Fettah Zaxoyî seredana Başûr dikin. Heyeta ku bi tevî
Xanima Nîlûfer Akbal ji van kesan pêk hatiye: Mihemed Celal Baykara
(Serokê Weqfê), Abdullatîf Epozdemîr (Sekreterê Giştî yê Weqfê), Av.
Kamber Soypak (Endamê Rêvebiriyê), 4. Bayram Karaca (Endamê Rêvebiriyê),
Remzî Çakin (Endamê Rêvebiriyê), Bahattîn Ayaz (Endamê Rêvebiriyê)
Amanca heyeta KÜRT-KAVê ew e
ku di navbera rewşenbîrên Kurdên Başûr û Bakûr de pirekî xûrt û rêk û pêk
deynin. Heyet pPiştî hevdîtîna bi birêz Zaxoyî re, wê li gel berpirsiyarên
zankoyên Sileymaniyê û Koyê jî danişin. Her weha wê dezge û rewşenbîrên
Kurda re jî hinek hevdîtînan pêkbînin. Gera heyetê wê hetanî 20ê Îlonê dom
bike.