**Menûya Kurdî**
 

Hewcîyên Jîyana Mirov

KSN/9/7 2005- Sernivisa kurteçîrokek niviskarê navdar û klasîkê ûrisî Tolstoy wusa ye: „Însan bi çi dijî?“ Tolstoy di çîroka xwe de dixweze nîşanî xwendewanên xwe bide ku ji bona jîyandomandina însanan tenê şertên madî nebesin. Tolstoy bi uslubekê balkêş fikrên xwe tîne ziman. Lê fikrekê wusa ne tenê yê Tolstoy e. Kesên ku di derheqê însanan de xwestine bifikirin dîtine ku însan ne tenê xwîn û goşt e. Lê wê demê va pirsa derdikeve holê, ma însan çîye? Di vî warî de pir tişt hatine gotinê û hîna jî pir tişt bên gotinê.

Di zimanê elmanî de bûuta însanan bi sê keliman tê tarifkirinê: Seele, Geist û Leib. Di zimanê me de ruh, nefs û laş li hembera va sê kelîmana derdikevin. Lê dîsan jî ger em bîr nekin ku her kelîme gor bawerî û nêrînên mirovan an jî gelan tê manekirinê. Di manekirin û famkirina wan hersî kelîmeyên elmanî di bin bandora filetîyê û kultura ewrûpayê de, yên me jî di bin bandora îslamîyetê û kultura rojhilatê de ye. Herçiqas gotinek ji zimanekê wergerandina li zimanekê din mumkîn be jî nayê gotinê ku sedida sed wergerandin mumkîn e. Pir caran, piçûk bin jî ferq û kêmasî jî ger bên hesaw kirinê.

Em dizanin ku hewcîyên însanan cure cur in. Dema em vanî tînin ziman jî di du manan de tînin ziman. Ya yêk ewe ku hewcîyên ruhî, nefsî û laşî her çiqas hevûdin sedîda sed neyên veqetandinê jî ne mîna hevin. Ya dudîyan jî hewcîyên ku jê re hewcîyên madî tên gotinê gor her mirovî ne yekin. Alîyên pir faktorên cure cur ferqtîyên wan derdikevin holê. Lê her çiqas di navbera wan de ferqtî hebe jî di bingehîyê de hewcîyên zarûrî ji bo jîyandomandina mirovan yek e. Em vana re dibêjin hewcîyên bîyolojîk.

Va hewcîyên wusa ji bona jîyandomandinek bîyolojîk bingehîne û necîhanîna wan dibe sedema mirina bîyolojîka mirov, mîna xwerin, vexwerin, xew, nefes girtin û hwd. Di derheqê va hewcîyana de kêm û zêde hemu însan îttifaqên. Lê ji bona domandina jîyanê tenê va hewcîyana têra mirovan dike yan na? Bersiv bi pirranî na ye. Di vî warî de jî zanîna em dizanin di navbera însanan de pir muxalefet tune. Lê bi navkirin û derecekirina hewcîyan de mutleqa ferq derbikevin holê û va ferqana jî ger normal bên dîtinê. Çimkî tu mirov bi sedîda sed mîna yê din nabe û tiştekî wusa jî ne mumkîne. Qebûl nekirina vê rastîyê hember derketina tebîeta însanan e. Bi kelîmeyên dînî em dikanin bibêjin ku hember derketina fitrata însanan e, yanê hember derketina xwestina Xwedê yê teala ye. Kesên ku va rastîya îdrak nekirine û xwestine ku mirovan bikin qalibekê, berê ve heyan nuha bûne sedema pir zilm û zorê. Di vê nivisê de armanca me ne ser sekinandina vê zilm û zorê ye, loma jî em ser wan nasekinin.

Me got ku hewcîyên ji bo jîyandomandinê ne tenê hewcîyên madîne û wekî din jî mirov xwedî hewcîne. Lê va hewcîyên din em çer dikanin nav bikin?

Em dikanin hinek hewcîyan wek hewcîyên civakî bidin navkirin ku ewna ji bona jiyandomandinek cîvakî bingehîne û necîhanîna wan jîyanek bi civakî holê ra dike, mîna heq û hiqûqên hevûdin naskirin, heq û huquqên malbatî, cîrantî û hwd. Hinek hewcî jî hene ku ji bona jîyandomandinek însanî  şertin. Em dikanin va hewcîyana jî wek hewcîyên însanî navbikin ku ewna ji bona jîyanekê însanîyeti bingehîne. Di vî warî de em dikanin mafên ku di „Beyannameya Mafên Mirovan“ û hinek beyannameyên din de tên ziman nîşan bidin. Hinek hewcî yên psîkolojîk in, hinek jî yên ruhî û hwd. Navkirina va hewcîyên cure cur mirov dikane bi hinek kelîmeyên din jî bîne ziman.

Hemû hewcî mîna hev nebin jî hinek hewcî bê yên din nabin. Ji ber ku di navbera hewcîyan û cîhanîna wan de gor şert û şurtên ku mirov ji tê de dijî derece  hene. Mîsal/mînak: Ji bo mirovekî birçî herî hewcîya mezin nan xwarin e, ji bo mirovekê tî jî av vexwarin. Mirovekê westîyayî jî dixweze ku herî pêşt ve rabize. Ji bo mirovekî dewlemend hewcîyên psîkolojîk û ruhî pêş hewcîyên madî re tên.

Li dîsa jî neyê bîrkirinê ku pêşvegirtina hewcîyekê ger neyê mana înkarkirina hewcîyekê din. Hewcîyên bingehî her demî mirovan re ne. Lê tenê gora rewşa mirov gavekê pêşt ve diçin, an jî şuve dikevin. Va pêvajoya di navbera hemû hewcîyan de heye. Di alîyekê de gor rewşa mirov derece di navbera hewcîyên beşekê/grubekê de hene, di alîyê din de jî derece di nav beşên hewcîyan de heye. Mîsal di alîyekê de gor rewşa mirov birçî bûn, tî bûn, an jî razandin dikane bibe herî hewcîya girîng. Lê kengê ew hat cîhkirinê îcar ya din derdikeve pêş û ew hinekî şuve diçe. Dema hewcîyên madî hatin cîhkirinê hewcîyên psîkolojîk û ruhî giringîya xwe nîşan didin. Va devr û daîmîya heyan jîyan didome berdewame.

Lê ger neyê bîrkirinê ku hewcîyên bîyolojîk pêş hewcîyên din de tên. Heyan hewcîyên bîyolojîkê zarûrî neyên cîh mirov hewcîyên din nayne bîra xwe. Carnan mirov hajîyê hebûna wan jî nabe. Zarûret û dereceya zarûretê di hajîbûn, cîhanîn û ferqkirina hewcîyan de rolekê girîng dilîhîze. Ne tenê cîhanîna hewcîyêkê, ferqkirina hewcîyekê jî girêdayî pêhesandin û cîhanîna hewcîyên gor zarûretê pêştve tên e. Mîsal/mînak: Mirovekî tî, birçî û westiyayî nikane bifikire. Mirovekî nefikire jî nikane hajîya pirsgirekên xwe yên însanî bibe. Mirovekî ku hajîya pirsgirekên xwe yên însanî nebe nikane bersivên wan pirsgirekan bide û di vî warî de pêşîya xwe bibîne. Lê dîsan jî tu kes nikane bibêje ku wê demê hewcîyên psîkolojîk û ruhî girîng ninin. Ji ber ku va hewcîyana jî timî ba însananin û wexta firsend dîtin hebûna xwe nîşan didin.

Me got ku di navbera hewcîyan de bi derecan ferq heye. Yanê vana hemû derece bi derecene û bi şiklekê girêdayînê hevin. Me jor jî hanî ziman ku heyan hewcîyek ji dereceya pêşî neyê famkirin û cîhanînê, yên dû wî re mîna hewcî dernakevin holê û loma jî famkirin û cîhanîna wan bi şiklekî fireh mumkîn nabe. Heyan mirov hajîya tiştekê nebe, ew tişt di rastîyê de hebe jî ji bona wî kesî ew tişt mîna tiştekê tuneyî ye. Wê demê pirsek aha derdikeve holê: Ma çi ferq di navbera tiştek tuneyî û tiştekî pê nehajîbûyîna ku mîna tuneyî tê hesawkirinê heye? Ferqa herî mezin ewe ku tiştekî di rastîyê de tuneyî tune û ji tu tesîrek wî jî ser bûyeran nabe. Lê tiştê ku pê nehajîbûyîna ku wek tuneyî tê qebûlkirinê di bûyeran de cîhê xwe digire û tesîra xwe jî nîşan dide. Ji ber ku hajîya mirov ji wî tiştî tune li texmînên xwe de dikeve nav xeletîyan. Di dinya wî mirovî de ew tişta tinebe jî ew tişta di rastîyê de heye û rola xwe ya hebûnê dilihîze. Ya dudîyan jî ewe ku mirov bi nêrîn û rexneyên xwe, bi dîtin û nedîtinên xwe, bi kirin û nekirinên xwe di jîyanê de cîhê xwe digire.

Lê jîyan çîye? Ew jî gor bawerî û dîtinên mirovan dikane cure cur bê famkirinê. Hinek dibêjin ku „serxwebûn jîyan e“, yên din jî tamkirina îmkanên  serê erdê wek jîyan fam dikin. Mirovekê bawermend jîyanek gor riza Xwedayê xwe jîyan dihesibîne û hwd. Em dibînin ku derheqa însanan de îttifaqek ji bona herkesî bê qebûlkirin ne mumkîne. Lê dîsa jî mirov nikane bibêje ku wê çaxê her tişt gora herkesî dikane bi şiklekî din bê dîtinê an jî qebûlkirinê. Bi teorik tiştekî wusa bê qebûlkirinê jî di realîtê de nakokîya wî derdikeve holê. Me jor jî bi şiklekî hanî ziman ku tiştên heq/rast pê neyên hesandinê jî hene û li ser bûyerên serê erdê tesîr dikin. Dema mirov hebûna wî nehesîya, an jî qebûl nekir tesîra wî mîna tuneyî qebûl dike û gor wî planên xwe tîne cîh. Wê çaxê jî kimasîyên wî kesî gora ew kesê ku hesawê wî tiştî jî kirîye zêdetirin. Di demek dirêj de planin kesên kêmasîyên xwe kêmin pêşt ve diçin û yên kesên kêmasîyên xwe zêde ne şuve dikevin. Va pêvajoya heyan ku mirov xetayên xwe ders hilnegirî û xwe serrast neke wusa didome. Loma tê gotinê ku: “Her tişt bi demê tê famkirinê”. Yanê mirovekê aql bike û bixweze rastîyê biwîne û bibîhîse zû û dereng kêmasîyên xwe dihese û dikane wan serrast bike. Lê kesên ku nexwezin bibînin û bibîhîsin jî di nav gemarîyan xetan de perîşan bibin jî jê nikanin ders hilbigirin û rastîyên ber wan re tên û terin bibin xwedî nesîp.

Me di serê nivisê de hanî ziman ku însan ne tenê xwîn û goşt e. Û me behsa  ruh, nefs û laş kiribû. Loma wexta mirov behsa hewcîyên însan kir nikane tenê ser hewcîyên madî bisekine. Hewcîyên mirov yên manewî jî hene. Di vê dema modernist de madîyat pêşt ve hatîye girtinê û manewîyat mîna tuneyîyê hatîye hesawkirinê. Her çiqas bi salan va wusa hatîye qebûl kirinê jî di dawîyê de hatîye dîtinê ku dîtinek wusa bûye sedema pir pirsgirekên modern. Çek sedema derketina va pirsgirekana red kirina manevîyatê û cîhneanina hewcîyên wane, holê rakirina va pirsgirêkana jî encax  bi qebûl kirin û cîhanîna hewcîyên manewî mumkîne. Jîyanên modern bi tesîra pozîtîvîzmê bi salan hewcîyên ruhî tuneyî hesiwand û gor wî plan û projeyên xwe li cîh anî. Lê di dawîyê de roj bi roj zêdetir însan pê hesîya ku va şaşîtiyek mezin e. Lomaye ku îro doh zêdetir mirov qêrîn û gazî dikin ku ji bona cîhanîna hewcîyên ruhî zêdetir îmkan bên pêşkeşkirinê. Dema va neyê kirinê însan mîna robotekê bi xwîn û goşt tê dîtinê ku dîtinek wusa qedr û qîmeta însanan ji holê ra dike. Dîtinek wusa jî ji bona însanîyetê dibe sedema pir felaketên mezin. Mirovên di navbera hewcîyên xwe yên madî û manevî de denge/teraz pêyda kirine û ew denga/teraz parêzandine pêştve ji bona xwe, dû re ji bona  der û dora xwe, dû re jî ji bona hemû însanîyetê hemberî xurabî û qirêctîyê sîgartane.

Her mirovên ku dixwezin di vî warî de bibin sîgorte ger navbera hewcîyên xwe û cîhanîna wan de terazekî qeyîm tesîs bike ku bigihê vê hedefa/armanca xwe. Çi guhertin dibe bila bibe pêşt ve di mirovan de dest pê dike. Kesên ku di jîyana xwe de guhertinên baş pêk nehanîne nikanin di jîyana kesên din de bibin sedema guhertinên baş. Daxwezîkek wusa heqê wan jî nine. Dema em ji guhertinên baş re dixwezin ku alîkarîyê bikin, wê çaxê lazime ku em başîyên jîyana xwe zêde, xirabîyên wê jî kêm bikin. Zanîna em dizanin di hember derketina xirawî û qirêcîyên di serê erdê de xizmeta herî baş wusa dibe. Kengê gotin û kirinên mirovan nîzikên hev bûn, wê demê çuyîna însanîyetê bervî ronahîyê ye. Di va rojên modernist de hewcîya însanîyetêya herî mezin jî vaye.

Stuttgart, 6.7.2005

Hesen Polat

 

 

 

 

 
Dem:5 /7 2005  Seet: 00:30  şandine: Serhed.Net        Vegere