|
|
 |
Hevpeyvîna bi Ebulmelîk Firta re II
KSN/
12/9 2005- A.F. Rewşenbîrên me yên wê demê wezîfa xwe nekirin, mesela di
sala 1924an de Xalid Begê Cibirî û Yusuf Zîya tên Qolhesarê mala Şêx Sîd
efendî û jê re dibêjin; em hereketek waha çêdikin, lê divê tu bibe serokê ve
hereketê. Şêx Seîd Efendî jî qebûl dike, lê paşê Şêx Seîd du caran xiber ji
Xalid Begê re dişîne ku werin li Kurdistanê teşkîlat çêkin. Xalid Begê Cibrî
dibêje; ji Şêx re bêje ew karê meye dema wê hat emê çêkin. |
 |
Li
ser çand û hunera kurdî; Hevpayvîneke bi hunermaned Brader re
KSN/ 3/9 2005- Hunermend mîna zembîlfiroşekî,
mina baba dewrêşekî, mina ettareki(çerçî) ye. Guhdardike, berhevdike, di
hone, avadike û disa li gel vedigerîne. Bi karê xwe xizmetek mezin ji bona
civatê dike. Di nava legerînên xwe de rastî hêjayên civatê dibe wan bi
hunera xwe di xemilî ne u dîsa pêşkêşî civatê dike. Ev xwedî derketineke di
nava hunera gelê me de, heta niha dîroka me, çanda me û zimanê me xwe
parastîye. Ev jî bi saya hunermendên me û bi taybetî dengbêjên me pêk
hatîye. Ger civat û hunermend di vî warî de hevdû fêm bikin herdu jî wê
liser pîyan bimînin û wê her peşda biçin. |
 |
Hevpeyvîna bi serokê HAK-PARê Abdulmelik
Firat re
KSN/ 31/8 2005- Em wek HAK-PAR, dixwazin bi miletê Kurd re bidin û bistînin
û miletê Kurd bi xwe biryarê li ser qedera xwe bidin ne wekî PKKê hertişt
girêdayê şexsekî be û ew şexsa bi tenê biryarê li ser qedera miletekî bide.
Pirsa Kurd ne tapûya bavê Ebdulah Ocalan e Ji xwe aligirên me û yên PKKê ji hev
cudan e. Alîgirên PKKê dibêjin; serokê me Ebdulah Ocalan e û divê dewlet
temsîlcîyê me li Îmralîyê muxatab qebûl bike. Em jî di xwazin miletê kurd li hev
rûnên ku, ci di karin bikin û ci dixwazin, bi xwe biryar bidin. |
 |
Hevpeyvîn li gel Dr. Abdulbasid Seyda li ser rewşa
Kurdistana Sûriyê
KSN/
21/5 2005- Îroj Edîtorê Portela ( Serhed.Net) Dilbirîn Şerefdîn bi rêya
telefonê bi Rewşenbîrê Kurdistan Sûriyê Dr. Ebdulbasid Seyda re li ser
rewşa Sûriyê û bi tayîbet li ser pirsa Kurd hevpeyvînek kir. Dr. Abdulbasid
Seyda da dîyarkirinê ku pirsa Kurd pirseke du serî ye, em wek milet ji hemî
mafê xwe yên civakî, kulturî, netewî û sîyasî bêpar in. Pirsa miletê kurd li
Sûriyê ne tenê pirsa Nasname û girtina mafê hemwelatîyê ye.
|
|
|