serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Li ser çand û hunera kurdî; Hevpayvîneke bi hunermaned Brader re

KSN/ 3/ 9 2005- Silav kek Biradar
Ez binave malpera serhedê bi xêr hatina te dikim. Û di xwazim li ser hunera we û bi tevahî nerînên we li ser hunera kurdî bi çend pirs û bersîvan peşkêşî xwendevanan û raya giştî bikin.


- Ser çavê min, bi kêfxweşî ez ê di xizmeta we da bim. Berîya hemî tiştî ez silavên germ li cenabe we u hemî xwendevanên malpera serhedê re pêşkêşdikim. Fermo!


                                                                            
                                                                          
1- Şerefdîn
-Rola hunermendek di warê çand, huner, dîrok  û xwedî lê derketina  hêjayên ku hebûna mileteke li ser avabûye, çîye?


- Hunermend mîna zembîlfiroşekî, mina baba dewrêşekî, mina
ettareki(çerçî) ye. Guhdardike, berhevdike, di hone, avadike û disa li gel
vedigerîne. Bi karê xwe xizmetek mezin  ji bona civatê dike. Di nava legerînên
xwe de rastî hêjayên civatê dibe wan bi hunera xwe di xemilî ne u dîsa
pêşkêşî civatê dike. Ev xwedî derketineke di nava hunera gelê me de, heta
niha dîroka me, çanda me û zimanê me xwe parastîye. Ev jî bi saya hunermendên me
û bi taybetî dengbêjên me pêk hatîye. Ger civat û hunermend  di vî warî de
hevdû fêm bikin herdu jî wê liser pîyan bimînin û wê her peşda biçin. Di
civata me de, hunermendan ango dengbêjan wateya dibistan,heta dikarim bêjim ku
zanîngehan jî dîtine. Dibistan û arşîv û zaningehên me di hemû waran de tunebûn
û qedexebûn. Di vî warî de dengbêjên me rolek gelekî girîng lîstine û hîna jî dilîzin û wê
demeke dirêj jî bilîzin.


2- li gora we  rola huner di sitranê de çîye?
 

- Sitran bixwe huner e. Lê huner ne tene stran e, gelek cureyên huneran hene. Sitran
tenê yek ji wan e. Heta îroj ji bo me ya herî girîng û bi bandor
stran bûye. Ji berku bi her awayî rê li ber hunermendên me dihatin girtin.Tenê
peşîya stranbêjîyê yani dengbêjan nikarîbûn bigrin. Lewra hemî hunera me ket
ser pişta dengbêjan. Ne tenê huner di gelek deman de stranên me bûne rûpelek ji
dîroka me û gelek car stranên me bûne mîna belavokekî sîyasî an nûçekî
agahdarî. Nimûneyên di vî warî de gelekin. Loma rola stranê gelekî grîng e di
hunera Kurdî de.


3. Hûn wek hunermendek, ji kîjan cure sitran û helbestan hesdikin û berhemên
we zêde di kîjan kategorîyê da ne. Mesela helbestên azad hene û yên bi
qafîye?


- Bingeha min stranbêjî û dengbêjî ye. Lê mixabin ez ne dengbêj im. Dengbêjî gelekî
karekî giran û xebatek giran jêre dibêje. Ez xwe li gori dengbêjan mina
hunermendekî naylon dibînim. Lê li ser dengbêjîyê dixwazim rawestim. Mesela
salekî neçim konseran û têkevim xewlanê, ez bawerim wê dengbêjekî baş ji min
derkeve. Lê mixabin di tirsim derfetên aborî destnedin.
Her çiqasî ez hemdemî dibêjim jî, lê ez her ji kanîya dengbêjîyê avê
vedixwum. Di tekstên min de gelek caran  hûnandina dengbêjî hene. jiber ez ji
dengbêjîyê hatime. Lê teksta serbest jî dixwînim.

4. Hûn helbestên xwe bi xwe dinivîsînin, an hûn ê hinekan bikartînin. Heke
tu bi xwe helbestê binivîse û bêje bi te xweş e; an helbestên yekê din bi te
xweş e?


- Ez helbestên xwe bi xwe dinivîsim. Yani bi destê xwe serê xwe di xurinim. Lê
hinek helbest hene dema li wan guhdarîdikim an dixwînim, li dilê min dixe. Ez
lis er wan jî radiwestim. Merev kîjan helbesta ji dil bixwine, ew xweş e.

5. Pir caran em li kilîpan temaşe dikin, tekst tiştkî dibêje û kilîip
tişteka din dilîze. Mesela behsa sîrîşta û çîya û şaxên kurdistanê dikin, lê
kilîp dîmenên  Ewrûpa nîşan didin. Gelo sedemên vana çîne?


- Min berîya bi çend mehan albûma xwe ya 10an pêşkêşî civatê kir. Bi navê
PEPULE. Gelek stranên ku bivin klîp têda hene. Lê heta niha tenê 4 klîpên min
hene. Ew jî ji ber van sedeman e. Niha hemî tişt ketîye ser aborîyê. Hinek hene
perê wan hene nizanin wê kilîpê çêbikin û agirê dilê xwe bi çend kaset u video klîpên
wisa  ku te li jor aniye ziman derdixînin  derva û xwe nefsîyen rihet
dikin.

Hinek jî henin huner û fantazî û teknîk heye, lê ji bè imkanîyan nikarin
tiştekî bikin. Niha bûye adet ku kì li hespè swardibe Girè sìra  derbasdike; yanî
perê kê hebe stran çêdike. Kamera dikire û keçikek porzer jî peydadike û ha
ji te re video klip. Televizyonên me jî bê xem di weşînin. weka ku xizmetek hunerî
dikin. Halbike tene popîlîzm e û  cwanên me teşwîqê tiştên nebaş dibin.
Di vir de rolekî girîng dikeve ser milè karmendên me yen welatparèz, dikarin
diravên xwe hebeki tèxin endustriya muzikè u reqabetek xweşik destpèbikin
weka hemi milletan.

6. Dema mirov li sitranên kilasik guhdarî dike, þêranî û tema wê di hemû
cismê xwe de hîs dike û dibin tesîra wê de dimîne. Lê hin sitran jî
derketine tu bêhna kurdî jê nayên. Ev siranên nû çiqas dikre bersîva
daxwazên milet bidin?


- Dema berê heta dengbêjekî ji xwe re bigota ez dengbêj im, pêwîstbû destûr ji
dengbèjeki bi nav ù deng bistenda. Ya na nedubû dengbèj. Ew destur ji ne tenê
lis er dengè xweş bû. Gelek şert hebûn. Yek jiwan jî li hevanîna gotin û
hebûna sermayê a girtinê bû. Weka ku min li jor got, niha ne hewceyi destûr
mestura ye. Perê kê hebin dikare xwe weka hunermend nîşanbide û bibe populer.

Lê tahma kurdî li alîyeki tahma hunerê jê nayê. Û emrè wan kesan di warê
hunerê de kin dimîne. Û tenê ji xwe re dibin bersîv. Heyfa wan mesrefên wan..


7. Pirsek din, hûn dikarin hebeki behsa xebatên xwe yên dawin bikin?


- Min berîya bi 2 mehan albumek bi nave PEPULE derxiste ser marketa muzika
Kurdi.
Xebateka gelek baş e. Heta niha gelek reaksiyonen baş hatine guhê min. Lê
mixabin ne rojnamevanekî me û ne nivîskarekî me xwe ne westand û ne bi çêyî û ne jî bi
xerabî behsa albûma min nekir. jixwe ne edetê nivîskarên me ne. Tenê bi devkî
dibejin.  Ew jî li tu deverê naye qeytkirin.
Wekidin ez diçim welat u vedigerim jibo konseran. Beriya bi heyvekè, ez çûme
bakur u başûr,ê Kurdistan,ê. Ez ê demek nêzîk dîsa herim başrè Kurdistan,ê
herèma azad. Wezareta çandè ez dawetkiri me.


8. Hûn çûbûn kurdistanê, we kurdistan çewa dît û ew xeyalên ku hûn pê çûn
Kurdistanê, bi cî hatin?


- Ev cara yekembû ku ez çûme Kurdistan a azad. Ez mêvanê hukumet a Kurdistanê
bûm. Jibo min, jî vê mestir tiştek tune. Dema ez derbasi Kurdistan a Azad bûm
per û baskên min hebûna ez ê bifirîyama. Li wêderê jiyan bi kurdîye. Hertişt bi
Kurdîye. Min xwe weka li Kurdistanek ku berîya 50 Salî azad de hiskir. Li wir
hertiş runiştîye.


9. Rewşa hunermenda li kurdisn çewaye. Ew derfetên ji wan e pêwîtebe, hukumeta Kurdistanê dide wan?


- Tiştek li Kurdistanê heye bi navê Sendika Hunermendan. Her hunermendekku  10-15 sal
karê hunerî kiribe otomatîkmen dibe xwedi miaşekî. Ev li tu dewletên cihanê
tuneye. Ev xwedî derketineke herî berbiçave ji bo hunermendan. Qedrê huner û
hunermnedan, gelekî mezine li Kurdistana azad. Bi rastî gelek qedrè min
girtin. Ji Pèşmergan bigre hetanî serokê dewletê birèz M. Barzani, ez spasiya
hemûyan dikim. Sendika Hunermenden ji xwe mina dewletek dikeve xizmeta
mêvanên hunermendan.


10. We serokê Kurdistanê Mesud Berzanî zîyaret kir. Yekem car e ku hûn li gel
serokê Kurdistanê ku ji aliyê Kurdan ve hatîye hilbijartin rûniştin. Gelo
hîsîyatê we çewabû û Mesud Berzanî li gel mêvanên xwe çewya tevdigere?


- Ji bo min ji xwe cara yekêbû ku ez bûm mivanê serok dewleteke. Şikir ji
Xwedè re ew ji serokè dewleta Kurdistanè birèz Mesud Barzanî bù. Jibo min cihè
Şanazîyè ye. Cihè Şerefè ye. Dema ku min birèz Mesut Barzani ziyaret
kir, birastî bi awayekî gelekî mutewazî ez pèşwazî kirim. Weta xwe gelek da
min û me sohbetek xweş hinek hunerî û hinek sîyasî bi hevdû re kir. Em mîna
ku bere jè nèzve  hev nasdikin ew atmosfera mivantî û mazûvantîyê ji dora me
cû. Min Albûma xwe ya nû pêşkêşî cenabè wi kir û gelekî kèfxweş bû. Insanekî
gelekî îzzet îkram, nefsbiçûk û mutewazi ye. Ji xwe ew jibo me hemiyan ew
pèşmergakî qahreman e. Sekna wî, helwesta wî ya niha nimûne ye bo me hemî
Kurdan.


10. te weki din kuder ziyaret krin kek birader?


- Piştî min hevditinên xwe yen li DUHOKè pèk anûn bi rèberiya serokè sendika
Hunermendan birèz Adil Hesen û alîkarèn wî birèz Şaban Suleyman û kek
Qasim, em bi hevdû re  çûn Amediyê.  Min tirba nemir T.Taha ziyaret kir. Li
wêderê cîhekî xweş heye jêre dibêjin sulava. Min birèz Rèk`wş Amedi ji li
wêderê dît. Di peyra em çûne Midya nêzî Amediyê ye. Min çû darvaniyo ji
dit. Ew kesa Muhemmed Muhsine ku buye sedema ku Tahsin Taha strana DARVANI
bîne ziman.
Piştî wê em çûne geliyè Eli begè şelale ya bèxala cîyekî gelekî xweş e.
Helbet em  çûne Barzan u min Tirba nemir Barzaniyè Mezin ziyaret kir.
Dema ez çûm Hewlerê dîsa produsura fermî ziyaretan destpèkir.Weka
zîyaretkirina Parlemento,wezareta çand u kulturè, radyo u satelitèn
Kurdistanè.


11. Kek Birader, te li Kurdistanê qet bername û klip cènekirin?


Belè min li gel seîd Gabarî, bernameyeki zindî çèkir di Kurdistan tv de. Li
zagroz tvê bernameyekî zindî û yeka paket li gel heval hecî me çêkir. Li gel radio ya
sateleît radyo ya Duhokê,televizyona Duhokê me çêkir. Lê ji bo klip çêkirinê, dema min gelekî kurt bû ji ber wê min nikarîbû çêkira. Ez ji bo 5 rojan cûbûm. min 3 roj lis er daxwazê, dirèjkir.

Mixabin dema min gelekî kurtbû. Lè meha 10 ger ez herim ezè demek dirèj li wêderê bimînim înşallah.
Hèvidarim ez ê herim deverèn ku ez neçûbûmê jî. Însallah ez è herim
Suleymaniyê û KURDSAT ji ziyaret bikim.


Em gelek sipas dikin kek Brader ji bo ku we dema xwe da me.


- Ez ji we re sipas dikim û serkeftina we dixwazim. Silav û rèz ji bona xwendevanan.


brader_musiki@hotmail.com

 

Çevkanî:      Amadekar:  Dilbirîn         Dem:   3/9 2005                   Seet: 00:00





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî