serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Hêvîya dewleta Tirk maye li ser xwên şeva

KSN/ 13/11 2005- Ji ber pirr serîbûna dewleta Tirk ku kes bi ya kesî naka û her gurûbek di xwaze serdestîyê li yên din bike, li Tirkîyê her diçe pirsgirêk bê çareserî dimînin û di ser hev de dicivin. Û êdî dewlet nikare rêyên çareserîyê ji wan pirsgirêkan re bibîne. Tam di vê tengasî û sergjîyê de, Şêx û welîyên tirk yên ku mirine, di hewara û gazîya karbidestên dewlet û pirofesorên tirk de tên û di xwên şevan de li wan dibin mêvan û emr û fermanan didin wan.

Pirofesorê teqawut Ismail Tuncay Uslu, du cara Şexê Neqşîbendî Mehmet Zahîd Kotku di xwe xwe de dîtîye û Kotku rêyên çreserkirina hin pirsgirêkên ku Hukumeta AKPê nikare wan  çareser bike, ji Uslu re gotîye. Uslu jî, bi nameyek ji serok wazîrê Tirk Erdogan re şandîye.

Xwna Ismail Tuncay Uslu, ya vê carê derbarê kar û barên wezareta Tendurustî û  Sazîya Perwerdeyî ya Bilind (YOK)ê de bûye. Li gora Uslu, Şêx Mejmet Zahît Kotku derbarê YOk û kar û barên wezareta Tendurustîyê de, rêyên çareserîyê, jê re gotîye û wî ji bi lez û bez emrê Şêx bi nameyek gihandî serokwezîrê Tirk R. T. Edogan.

Tê hêvî kirin ku Şêx û welîyên  tirk yên  mirî,  wê  di hewar û gazîya nevîyên Osmanîyan yên ku sicada xwe li ser behrê rdixistin û Nimêj dikirin de werin.

 



     

Çevkanî: hurriyet  Amadekar:   serhed.net     Dem:  13/11 2005           Seet: 11: 30





 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî