|
Hevpeyvîna bi serokê HAK-PARê Abdulmelik
Firat re |
KSN/
31/8 2005- Piştî Erdgan serdana Dîyarbekir kir û li wêderê got ku " li
tirkîyê pirsa Kurd heye" rojeva sîyasî û civakî li tirkîyê û Kurdistanê germbû û
livandineka ber bi çav ket nava rêxistinên kurd. Her alîyek li gora xwe reng û
rûmetik didin gotinên Erdogan. Li gora Hinekan gotinên Erdogan, înqilabek li ser
sîyaseta dewleta Tirk ya 80ê salî kir û li gora hinekan jî gotinên Erdogan ji
çareserîyê bêtir, bi xwe di nava nakokîyan da ne û nikare tiştekî bi guherîne.
Melpera Serhedê jî ji bona bersîvdana van pirsan û hin pirsên din ji
bona we xwendevanên bi rûmet, bi rêya telefonê hevpeyvîneke bi
sîyasetmederê Kurd û serokê HAK-PARê rêzdar Abdulmelik Firat re kir.
Dilbirîn Şerefdîn Pirs- Erdogan li
Diyarbekir got ku li tirkîyê pirsa kurd heye, li gora we Erdogan di van gotinên
xwe de rast e û dikere li pişta gotinên xwe bisekine, an wekî S. Demirel, wê ew jî
gotinên xwe ji bîr bike.?
- Ev bû 82 sal in ku miletê Kurd bi cand,
ziman, urf û adetên xwe ve ji aliyê dewleta Tirk ve hatîye Înkar kirin. Lê
başwekîl Erdogan li Dîyarbekir got ku pirsa kurd heye û di mêjdemê de dewletê
xeta kirîye. Erdogan di vira de xetayê dewletê îhtirafkir û Erdogan dibêje; ku
em ê vê pirsê bi Demokirasîyê çareser dikin.
Li ser vê gotina başwekîl, gelek ji rewşenbîr û
sîyasetmedaran nêrînên xwe dîyar kirin û me jî nameyek vekirî ji Erdogan re şand
û daxwaz û helwesta HAK-PARê tê de dîyerkir. Berîya Erdogan jî Turgut Ozal û S.
Demirel gotinên bi vî rengî gotibûn, lê ji gotinan pêvetir pêşve neçû.
Pir zehmet e ku Erdogan di gotinên xwe de bi
serbikeve, ji ber ku parêzvanên dewletê eskerin û esker naxwazin herfekî jî
biguherînin. Lê miletê tirk bi tevê dewletê ji % 70ê dixwazin bikevin Yekîtîya
Ewrûpa û ji bona ku bikevin YE, divê kirîterên Kupenhagenê bi cî bînin. Li ser
vê yekê, mafê miletê kurd wekî tiştên xwezayî; wek hewayê avê, mejbûrî wê bi
awakî were helkirin û wek pirsa Kurd li Îraqê bi awakî were naskirin.
Pirs- Di 4ê ÎLonê de li Enqerê civînek wê were
li darxistin, ev civîn ji alîyê kê ve tê organîzekirin û kîjan alîyên Kurdan
hatine vexwendin.?
- Li tirkîyê rewşenbîr û gelekî terefan razîbûna
xwe derbarî gotinên başwekîl Erdogan de dan dîyar kirin. Me jî wekî HAK-PARê
nameyek vekirî ji başwekîl re şand. Lê di 4ê Îlonê de em ê bi qasî 300-400
rewşenbir, siyasetmedir û kesên navdar yên kurd ji bilî PKKê kombibin.
Em ê li ser van gotinên Erdogan guftugo bikin. Di
pêvacoya tirkîyê ya Yekîtîya Ewrûpa û li ser gotinên Erdogan, em karin ci bikin
û li ser kar û êrkên ku ji me tên xwestin wek miletê kurd bisekinin.
Pirs- Di 4ê Îlonê de alîgirên PKKê wê li
Gemlîgê qeza Bursayê meşek ji bona Ebdulah Ocalan li dar bixînin û
wusan
tê îdeakirin ku ji bona civina we bi fetisîne û rojevê meşxul
bike ev meş tê li
derxistin, hûn
çi dibêjin?
- Em wek HAK-PAR, dixwazin bi miletê Kurd re bidin û bistînin û miletê
Kurd bi xwe biryarê li ser qedera xwe bidin ne wekî PKKê hertişt girêdayê
şexsekî be û ew şexsa bi tenê biryarê li ser qedera miletekî bide. Pirsa
Kurd ne tapûya bavê Ebdulah Ocalan e Ji xwe aligirên me û yên PKKê ji hev cudan
e. Alîgirên PKKê dibêjin; serokê me Ebdulah Ocalan e û divê dewlet temsîlcîyê me
li Îmralîyê muxatab qebûl bike. Em jî di xwazin miletê kurd li hev rûnên ku, ci
di karin bikin û ci dixwazin, bi xwe biryar bidin.
Wê rojê Selim Sadak li Firansa di civînek de got:
Em telîmatên xwe ji Ocalan digirin û temsilcîyê me li Imralîyê ye. Lê em dibêjin
temsilciyê me gelê Kurd bi xwe ye.
HAK-PAR, berî cend salan hetîye avakirin û destûra
wê jî kifs e. Em ne Partîyeke ku li dijî PKKê hatine avakirin.
Pirs- Di 28ê Îlonê de wê civînek li Parîsê
çêbe
meru dikare bêje ku ev civîn jî dewamîya civîna Enqerêye??
- Di 28ê Îlonê de li Parîsê civînek heye û ez ê li
Firansa di Parlamentoya wan de li ser pirsa Kurd axiftinek bikim. Ew civîn jî
disa ji bilî PKKê hemû terefên kurd hatine dewetkitin. Li Parîsê Musa Kaval heye
ew organîze dikin. Lê derbarê vê civînê de, dema di 10 Îlonê ji bona
bîranîna Sêx Seîd de ez hatim Stockholmê ezê ji te re bêjim.
| Çevkanî:
Amadekar: Dilbirîn
Dem: 31/8 2005
Seet: 11_30 |
|