|
---------------------------------------------------------------
Pêþîyên Kurdan bîlesibe negotine; " Bextê Romê
Tune"
Swêd, 2/2 2005- Gotinên
pêþîya Kurdan, piþtî tecrûbeyên dûr û dirêj hetîne gotin. Di edebyata
kurdan ya devkî, kilamên þoreþgerî û çîrokên Kurdan de tim behsa Romê-
dewleta Tirk bi xirabî tête kirin. Berîya Osmanîyan dewleta Romê û
Bîzansa cîranên Kurda bûne û ev herdû dewlet bi zulma xwe meþhûrbûn e,
piþtî ku ev dewlet hilweþîyan û di cîyê wan de dewleta Osmanî û
Komara Tirk sazbûne, kurdan her ji wan re jî gotine " Roma Reþ
xayîne..! Bextê Romê tune "
Qencîkirin karê camêra
ne ne karê gendû û pintîya ne. Ew hîmê li ser zulm û xwînê hatibe
avêtin, hertim jê re qurbanî û rijandina xwîne belengazan pêwîst e. Himê
dewleta Tirk li ser inkarkirina miletê Kurd û herikandina xwîna miletê
Kurd û yên Musilman hatîye evêtin, ji ber vê yekêye ku dewleta Tirk bûye
hezeka ava ganî û bêhn û pixarê ji tevgerên wan tên.
Eger dewleta Tirk bi
qasî nebaþîyê dike û lê digere, ewqas baþî bikira û lê bigerîya
bêguman ev piroblema niha nemabû, lê ji ber ku piroblem qinûtîya-gida-
dewleta Tirk e dewlet bi xwe pirsgirêkan derdixe.
Wêrekîya xelkên Îraqê
ku guhê xwe nedan tu tehdîdên terorîstan û bi nîsbeteka mezin beþdarî di
hilbijartinan de kirin, piranîya kes û dweletên ne xêrxwaz wek dewleta
Tirk xeyalþikestî kirin. Zare zara dewleta Tirk ji ber vê serkeftina
xelkê Îraqê teyîbetî ya miletê Kurd e.
Dezgehên dweleta Tirk û
bi tevê medya wan, ji bona ku hilbijartinên li Îraqê bi sernekeve û bi
hezaran kes bibin bi qurbana karên terorê, bi rojan piþtgirîya kiryarên
terorê kirin û kiryarên terorê wekî berxwedana xelkên bin dest nîþandan.
Dewleta Tirk li bendê bû ku wê bi sedan kiryarên terorî were pêkanîn u
bi hazaran kes werin kuþtin û Îraq ber bi þerê navxweyî biçe û ji bona
vê helwesta xwe ya xirab ya jê hat texsîr nekir.
Lê rewþa wek wan
dixwest derneket, belkî bi vacûyê vê daxwaza Tirkan ya xirab derket.
Sîyaseta dewleta
Tirk ya derbarî Kurdan de îflas kirîye her çiqas çoyê xwe radike derba
binî ya wane, ji ber vê yekêye ku her diçe gef û tehdîdên wan
gurtir dibe.
|