|
|
Hereketa Şêx Ubeydullahê
Nehrî: 1880
KSN/
25/6 2005- Malbata Şemdînan digihê sûlala Mîr Ebas.
Şêx Şemsedîn Îmareteke binavê Îmareta Şemdînan avakiribû. Paşê jî ji wan
re hate gotin Şemdînan î. Ji ber hinek sedeman malbata Şemdînan ji hev
belav bûn û Îmareta wan ket bin desthiladarîya Axa yên heremê. Mezinê
malbata Şemdînan Şêx Ebdulezîz li navça Akrê dima. Akre dikeve başûrê
Kurdistanê. Kurê wî Şêx Ebûbekir şûnda zivirî hat Şemdînan warê
bav û kalên xwe û li dor û berên Şemdînan li gundê Astûna bi cîh bû û
hetanî dema Hecîc li gundê Astûna jîya. Di wê demê de Şêx Heyder mezinê
malabata Şemdînan bû. Paşê Şêx Heyder û mirîdên xwe koçkirin çûn herema
Hamrîyê û mezinayî ji Mela Salih re hîşt.
Binavê Seyîd Ebdulah û Ehmed du kurên Mela
Salih hebûn. Şêx Ebdullah di terîqeta Neqşîbendî ya Mewlana Xalid da bû
û ji Terîqetê derket û koçkir çû li gundê Nehrê bi cî bû. Ev Malbat di hêla Dînî û civakî de
xwedî roleka mezin bu, feqet piştî Şêx Ebdullah di dema Şêx Ubeydullahê
Nehrî de rola wan di hêla Sîyasî de jî gelekî berfireh bû û di nava
miletê Kurd de gihîşt xala herî bilind.
Şêx Ubeydullahê Nehrî Mirovekî hişyar,
zana û bîrwerekî Kurd bû. Bi qasî Oldar bû ewqasî jî sîyasetmedar,
ronekbîr û kurdperwerekî herî baş bû. Bi agirê Dîn û Ntewa wî dilê
wî dikelijî. Agirê azadîyê yê ku mala Bederxanan pêxistibû, li ba
wî hê netemirîbû û her roj diçû çirûskên agirê azadîyê li ba wî gurtir
dibû. Gelê Kurd di bin zilm û zordarîye dewleta Osmanîyan de perîşan û bê
çare mabû. Û ev bûyerana jî, binavê Îslam ê û ji alîyê kesên Oldar ve
dihat kirin. Bê guman vê yekê hê bêtir bîrînên Şêx Ubeydullahê Nehrî
vedikir.
Piştî
şikestina hereketa Mîr Bedîrxan, bi demeke kurt di navbera dewleta
Osmanî
û dewleta Rûs de şer dest pêkir. Dewleta Osmanî xwest bi navê dînê Îslam
ê û bi karanîna motîfa, ku Musliman birayên hev in, careka din Kurdan di
şerê Rûs de bi kar bînî û ji bona wî sedemî peywendî bi mala
Bedirxan û hinek mezinên eşîrên Kurdan re danîni. Û bi wî awayî gelek
leşker ju Kurdan komkir û şand herba Rûs. Dema miletê Kurd ji bona
serxwebûnê serî li dijî Osmanîyan hildida, di hat gotin ku
Kurd li dijî Xîlafetê derketine, vêca bi navê Ola pîroz hin Kom kujîyên
nedîtî li dijî gelê Kurd bi kar dianîn.
Şêx Ubeydullah baş bi listikên Osmanîyan
dizanî û tim ji alîgirên xwe re digot; Hedîseka Pêxember S.X.L. heye
dibêje; "En ku li himberî zilmê bê deng bimîne ew şeytanê lal in" ji bona ku ew bixwe jî
di bin hukmê vê hedîsê de nemîne, bi hemî hêza xwe kar dikir.
sala 1878an de, dawî li
herba Osmanî û Rûs hat. Di herema
Şemdînan de carekî din dibin seroktîya Şêx
Ubeydullahê Nherî de çirûskên agirê rizgarîyê bilind bû. Di sala 1880an de Şêx
Ubeydullah hemî amedekarîyê xwe kiribû û serî li dijî Osmanîyan rakir.
Pîştî minaqeşe kirina dûr û dirêj, Şêx xwest ewil hûcûmê dewleta Îranê
bike, ji ber ku dewleta Îranê ji dewleta Osmanî bêhêwztir bû û bihêsanî
Kurdistana îranê dehate rizgarkirin. Paşê jî wê bi hêzeka xwurtir bi ser
Osmanîyan de bigirtana, lê rewşa dewleta Osmanî gelek ji rewşa
Îranê
baştir nebû. Ji ber ku dewleta Înglîz, Rûs û hin dewletên rojava ew
bêhêz kiribûn û ji alîyê din, navbera dewleta Osmanî û Îranê tenebû.
Dewleta Îngilîz bandorka mezin li Osmanîyan dikir û heta wusa lê htubû, ku gelek caran
guherînên di nava Ordîya Osmanîyan bi destê Îngîlîzan di hate kirin. Dema
Şêx Ubeydullah êrişê ser Îranê kir, dewleta Osmanî êrişa Şêx
Ubeydulah ji bona
berjewendîyê xwe hesab dikir.
Şêx Ubeydullah li herema xwe, bi yek îşaretek piçûk hemî daxwazên xwe bi cih dianî.
Dema Şêx ji bona êrişê bi rê ket, leşkerên Kurd wekî birûsk êrişê
ser Urmîyê kir, li wêderê ji herema Svûcbûlak ê derbas bû û herema
Mukrîyan bi hêsanî rizgar kir. ji xwe rûniştevanên wê heremê Kurdin sunî
bûn, zêde wxîn nehate rijandin. Feqat rûniştevanên herema Mûraxan şîî
bûn û bi sebebê dijminaya kevin ya li himberî sunîyan, li
berwxedan û gelekî ji wan hate kuştin. Paşê leşkerê Kurd berê xwe dan
Text û payê Îranê û bacarê Tibrîzê û tehdît kirin. Îranê hemî hêza xwe
kiribûn wê heremê û ji dewleta Rûsya yê alîkarî xwestbû û ji alîyê din
jî ji dewleta Osmanî alikarî dixwest ku li ba îranê cihê xwe bigire. Ji
ber ku herekata Şêx Ubeydullah ji bona herdû dewletan dihat eynî
menayê.
Wê demê dewleta Rûs ji
dewleta Osmanî xwest, ku hêzeka leşker
bişîne ser Şêx Ubeydullah û nehêle li dijî Îranê şer bike.
Wê çaxê dewleta Îngîlîz li dijî Îranê di xebitî, ji ber ku Îranê bi dijiminê Îngîlîz Rûsya yê re hevkarî dikir.
Dewleta Îranê ji dewleta Osmanî bêhêztir bû, ji bona wê sedemî
Şêx Ubeydullah xwest berê ji Îranê dest pê bike û bihêzêk xurtir
bizivîre û êrişê Osmanîyan bike. Lê dewleta Osmanî wusa ne difikirî, dema
çirûskên rizgarîyê serkeftinin mezin di Îranê de bi dest xistin û berê
xwe dan Roma reş, dewleta
Osmanî, ji hêlek di bin zextên beyanîyan da mabû û ji hêlek din jî
Osmanîyan bi xwe hasîyan ku wê hereketa Şêx Ubeydullah zirarek mezin bi
de wan. Bi vî awayî Osmanîyan ordîya Erziromê hinartin ser Şêx Ubeydullah
û sînorê
Kurdistana Tirkîyê û Îranê girtin, bi wî awayî leşkerên Şêx Ubeydullah
bû du perçe û êdî Şêx ne dikarîbû xwe bigihîne eskerên xwe yên li
tirkîyê mabûn . bi vî awayî hereketa Şêx Ubeydullah
di navbera sê dewleta de hatîbû pêçan û bi hevkarîya dewletên Osmanî, Rûs û
Îranê, Osmanîyan Şêx Ubeydullah dil kirtin û anîn Îstenbolê.
Piştî
demeke kurt Şêx Ubeydullah bi dizî ji
Îstanbolê revîya û hate Kurdistanê. Careka din ji bona serhildanê dest bi
kar dike , lê dewleta Osmanî bi hinartina hin hêzên din, Şêx Ubeydullah
bi zorê nefyê Erebîya Siûdî dike û hetanî wefat dike li bajarê Medînê
dijî.
Çevkanî: M.E. Zekî Kurdistan Tarîhî
Amedekar:
Dilbirîn
|