Dixwezim
ji te re
zemînek
baş
di bin
lingên te
di tê de
xwe berde jêr rîçika te
û xwe
kutayî zexm bike
ku tu bê
welat nemînî
li serê
erdê.
Antje Sabîne Naegelî
Ji elmanî:
Hesen Polat
06.09.2005, Stuttgart
Hemû Roj
Şer êdî
nayê dîyarkirin
lê tê
domandin. Yê nebihistî
bûye
rojane. Qehreman
ji şer dûr
disekine. Bêçare
tê şandin
nav çembera agir.
unîforma
rojê sewr e,
nîşana
sterka bê çaretîyê,
ya hêvîya
li ser dil.
ew tê
dayîne
kengê ku
êdî tu tişt neqewimî
kengê ku
mîtralyoz bê deng ma,
kengê ku
dujmin nexuya
û sîya
çekdarbûnê
rûyê
asîman por kir.
ew tê
dayîne
ji bo reva
ji ber alayan
ji bo
merdîya li ba heval,
ji bo
îxaneta sirrên rezil
û itaet
nekirina
fermanên
bi vî awayî.
Ingeborg Bachmann (1926-1973)
Ji elmanî: Hesen Polat
20.07.2005
Di Destê Te De
Carna dijim ez,
mîna pelekî
di nav bahozê de
çek tu min berbidî
ji bo her demî
Ez xwe berdidim
û bawer dikim ku,
çûçikek im,
ez xwe berdidim
û di nav tozê de dimînim
heyan ku te bibihîsim
û te binêrim
carna dijim ez
mîna pelekî
di nav bohozê de
ez xwe berdidim
çek tu min berbidî
ji bo her demî
feqet tu min digirî
di destê xwe de
Christa Peikert-Flaspöhler
Ji elmanî: Hesen Polat
23.09.2005