"Heke beq ne qure wê bi dire"
KSN/ 16/6 2005- Di be ku sernivîsa vê nivîsê hinekî balkêş be an jî baş neyê fêmkirinê, lê ji bona
ku ez rewşa dewleta Tirk karibim qenc ji xwendevanan re şîrove bikim,
min ji vê sernivîsê baştir nedît. Xewn û xeyalên miletê kurd yên sedê
salan ev bu du roj pêkhat û me bi çavê serê xwe civîna Parlamentoya
kurdistanê dît û wê Parlamentoyê serokê Kurdistanê Mesûd Berzanî
hilbijart û Serokê Kurdistanê sondxwar û dest bi karê xwe kir.
Li ba miletê Kurd ev bû çend
rojên cejn û şahîy û seyran e , lê dagirkerên Kurdistan jî dil
digirin û berdidin û Kurdistan bûye wekî kelemkî li ber pozê wan. Vêca
dagirkerên Kurdistanê ji bona ku ji kerba neteqin, di xwazin xwe bi xwe
teselî bikin û li ber dilê xwe bidin û hinek tiştan ji xwe re peyde
dikin. Dagirkerên Kurdistanê tenê xwe bi êriş kirina ser miletê Kurd,
têr dikin.
Washington Post,ê
nivîsîye ku eskerên Kurd bi sedan turkmen û ereb girtin û birine
girtîgehên Kurdistanê. Tirk ji vê nûça
Washington Post,ê ji xwe re kirine mene û
êrîşê Kurdan dikin. " Kurd ji hedê xwe derketin" Kurd zulmê dikin" Kur
ji sînor derbasbûn û hwd. Her wekî dewleta Tirk ji her tiştî êrî û bêrî
ye û bêk û fedî jî bike qebehatên xwe davêje sutûyê Kurdan.
Eger di dunê de dewleteka zalim
hebe, ew jî dewleta Tirk e û eger di dunê de miletekî
nîjatperest hebe dîsa miletê Tirk e.
Qareqar tim ji qelsîyê tê. Îroj
pirsa Kurd ji nav lepên dewletên dagirker derketî û bûye pirseka
Navnetewî ji ber wê yekê ye ku ewqas dewletên dagirkerên Kurdistanê
bêzarbûn û normal e ku ew xwe nerihet bikin.
Pêşîyên Kurdan bîlesibe negotîne
ku " Heke beq ne qure wê bi dire"
Dîroka Dewleta Tirk bi qetlîaman
dagirtîye û xwedî qebehetên hovane ye. Bi qasî rejma kemalîst zûlim
kirîyê û hê jî binavê Kemalîzmê zulma tê kirin, kêm rejm henin ku wekî
Kemalîzmê zulum kirîbe.
Ne dûre ku wê rojek Kemalîzim di
Dadegehêr Navnetewîde were Dadegehkirinê. Îro çewa Qirkirina Ermenîyan
di qada Navnetewî de tê munaqişe kirin û wek qetlîam tê qebûlkirin, wê
roj were ku pirsa Kurd ji di qada Navnetewî de were munaqişe kirin û T.C
were mehkûm kirin.
Dilbirîn
|