KSN/
6/7 2005- Serfermandarîya Tirk dujminatîya beledîyên di destê
DEHAPê de ye dike û wan wekî dujminên sereke nîşan dide. Hefta borî
Serfermandarîya Tirk serokwezîrê Tirk Receb T. Erdogan û wezîrê
parastinê Vecdî Gunul dewetê bînaya Serfermandarîyê kiribûn û 5
seetan emr û fermanên xwe ji wan re gotibûn. Ji xwe her kes jî dizane ku
dewleta Tirk meltê kurd dujminê herî mezin dizane.
Serfermandarîya Tirk
balê dikişîne ser aborîya beledîyên DEHAPê û dibêje; ji derva de pere ji
beledîyên DEHAPê re tê. Divê aborî, serok û endamên beledîyên DEHAPê û
peywendîyên di navbera wan PKKê de werin kontirol kirin. Li gora
agahîyên serfermandarîya Tirk daye Erdogan, ji dewletên Îskendinavîya û
Almanya bi rêyên cuda pere ji beledîyên DEHAPê re tên. Erdogan jî di
axiftina meclîsa partîya xwe de, divê em bizanin ku beledîyên DEHPê
îhalên xwe didin kê.
Dewleta Tirk di
alîyek de dijatîya aborîya beledîyên DEHAPê dikin û di alîyek din jî
dibêjin; divê em alîkarîya aborî ya wê heremê bikin bila paşve
nemîne.