serhed.net
  Menûya Kurdî  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Hakimê Kurd; Rizgar M. Emîn, behsa dema Sedam û havlên xwe ketine salona mehkemê, dike

KSN/ 20 10 2005- Roja Çarşemê li seranserê cîhanê, bi mîlyonan mirovan darizandina Sedam Husyin û 7 havalên wî ji alîyê hakimê kurd Rizgar Mehemed Emîn ve temaşe kirin. Rizgar Mihemed Emîn, piştî Sedam Huseyin dibe serokê Îraqê, bi salekî li Bexadayê hiqûqê di qedîne û xelkê bajarê Silêmanîyê ye. Emîn, ji rojnama Kurdistana New re radigihîne ku, dema Sedam û tewanbarên din  ketin salona mehekemê, wek çend kesên belengaz li pêşberî me rîniştin.

Emîn, em wek heyeta hakiman, mejbûrin ku  tewanbaran bi şeklekî adil û şefaf mehkeme bikin. Naba edalet li gora hisîyatê hakim li gel tewanbaran were qiyaskirin. Bi teyîbet di mehkemê de em wek dewletin û ferze ku em rêza mirovî nîşanê tewanbaran bidin.

Emîn, dema ez li Silêmanîyê hakim bûm jî, têkilîyên min li gel tewanbaran, gelekî mirovî û şefaf û dûrê ji dujmintîyê bû.

Rizgar Emîn, me ji parêzvanan re got ku egalên wan ji serê wan daneynin, lê parêzvanan, bi ya xwe kirine û egalên wan ji serê wan danîbû, loma ez hêrsî ser parêzvana bûm ku egalên wan bidinê.  Ji ber ku ew wek şexs dihatin mehkeme kirin ne wek kurd an jî ereb. Bawerîya min ew e ku, bi karanîna  egalê, yek  ji wan azadîyên  şexsî ne.

 

Çevkanî: ¨Kurdistan nuw  Amadekar:   D        Dem:  20 /10 2005           Seet: 14:00


 

 

 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî