**Menûya Kurdî**
 

Guftugoyên bi dizî di nevbera Hukumeta Îraqê û çekdarên  Erebên sunî de salekîye berdewame

KSN/ 29/6 2005- Li gora el-Erebîye, ev bu nêzîkî salekîye ku hevdîtinên bi diz, di navbera Hukumeta Îraqê û çekdarên  Zerqawî û komên din de li textûpayê Urdun li Umanê pêktên. Di dawîya hefta borî de li Umanê civînek bi dizî di navbera wezîrê parastinê yê Îraqê Sedun el-Duleymî û hun kesên ku nêzîkî komên çekdar û hin serokên eşîrên Îraqê bi taybetî eşîra Duleymîyan de,  pêk hatîye.

Sedun el-Duleymî, ji komên çekdar xwestîye ku dawî li kiryarên xwekujî  bîne û tev li esker û emnîyata  Îraqê bin. Li gora el-Erebîyê, Sedun el-Duleymî, soz daya wan ku bê qeyd û şert wana bigirin firqa 7emîn ya eskerî li bajarê Enbarê. Alîyên çekdaran Jî, ji wezîrê Îraqê xwestîye ku nêzîkî 1000 kesên Oldar yên ku  hatine girtin serbest werin berdan.

Her wusan serok eşîran ji Sedun el-Duleymî xwestine ku, eskerên Bedir yên şîîe ku di bin fermandarîya Ebdulezîz el-Hekîm da ye, 500 kesên sunî û Melayên Mezgeftan yên ku ravandine û girtine  serbest berdin. Divê eskerên Bedir  dawî li kuştin û revandin û wendakirina sunîyan bîne û  Ebdulezîz el-Hekîm lêborina  xwe ji sunîyan bixwaze.

 

 
Dem: 29/6 2005  Seet:  18 şandine: Serhed.Net        Vegere