KSN/
13/10 2005- Ji alîyê
Komîta Nîştimanî ya ji bin ve hilkirina Bessiyan, hat
ragihandin ku, gorekî komkujî li herema Xan El-Nasê di navbera
bajarê Necef û Kerbelayê de dîtine ku 20 hezar cesed tê de
henin. Li gor daxwîyanîya Komîtê, bi qasî 20 hezar kesî
di vê gorê de hatine veşartin û
ji cilên wan kifşin ku piranîyan wan Kurd
in û qismek ji wan jî xelkên Îraqê esker in. Wusan
dîyare ku ên ev curma ne mirovî kirine bessî ne û hê jî li
Îraqê vê curma xwe didomînin.
Di
daxwîyanîyê de ji Rêxistina Neteweyên Yekbûyi û Komela
Mafê Mirovan çi Navnetewî û çi jî heremî be, hete xwestin ku
bi tûndî vê qirkirina hovana bi kar û gotinên xwe rûreş û
riswa bikin. Û her wusan bang li rêxistina Civaka Erebî
ji kirin ku neletê li vê yekê bîne.
Ji
Segerê Civaka Erebî Amir Musa hate xwestin ku di cîyê
hûn diçin Îraqê û hewul dini ku carek din ruh bikin cismê
bessiyan, ka werin Fetîheyek li ser ruhê van kesan
bixwîne ku di vê gora de 20 hezar kesên bêrî ji
alîyê bessiyên teror ve hatine qirkirin.