serhed.net
  Menûya Kurdî 15/08/2005 - 13:36  
  Rûpela Serî
   Dîn û Ayîn
   Çand û Huner
   Çîrok û Pêkenîn
   Helbest
   Pirtûk
   Nivîs
   Tendurustî
   Dîrok
   Arþîv
   Lînk
   E-Mail

 

Girara Kelî

Germa havînê mêrik û bi tevî kurê xwe ji paletîyê tên û pir birçîn e. Jina mêk jî wê rojê giraradew-mehîr çêkirîye û dizane wê mêr u kurê wê ji paletîyê were û birçîne jinkê girara kelî dixe badîyê û bi tevê du kevçîyên dar datîne ser sifrê.

Berê ewul kurik xwe gîhînd ser sifrê û kevçîyê dar di girarê de dike û dixe devê xwe, lê çi bibîne..! girarek kelî û devê wî bicarekî di þewutîne û hêsir ji çavên kurik tên xwarê û jêlve li arîkê odê mêzedike.

Bavê wê jê pirskir; kurê min tu li çi mêzedike?

-ez kêlanên ser odê dijmêrêm ka çnd in. Kurik qet ji bavê xwe re nabêje ku girar kelîye.

 Mêrik jî  li ser sifrê rûdinê û kevçya dar dadigire û dike davê xwe, her wekê kurik davî wî jî diþewûte û hêsir ji çavên mêrik ji tên xwarê û mirêk li berjor mêzdike. Vêca kurik ji bavê xwe pirs dike.

Bavo tu li çi mêzedike..?

Mêrik Kurê min az ji Xweda ricadik im ku yek kurek min heye bila wî ji min bistîne.

Lawo ma devê te þewûtî ma te çima ji min re negot ku girara kelîye..


Bi qasî Kerek e

Di salên 1920na de wexta Firansa Surye îþxal dikie, di nava Kurdên li bajarê Qamîþlo de pefçûn çêdibe. Hukumeta Firansa ya li Suryayê mirovek xwe diþîne ba Axakî Kurd ji bona ku milet li hevdû bîne. Wêçaxê ne Axa bi Firansî û ne jî Nunerê Hukumeta Firansa bi kurdî zanîbûne.

Di nava ordîya Firansa de eskerên Kurd hebûne û bi Firansî zanîbûne. Nûnerê Huykumeta Firansa eskerk Kurd bi xwe re dibe ba Axa ku navbera wan de tercumanîyê bike.

 Mirkê Firansî xiberdide esker vedigerîne Kurdî û Axa xiberdide vedigerîne Firansî. Wasan çend gotinana werdigerîne, lê Axa xwe aciz dike û ji eske re dibêje; çima tu tercumanîyê dikî..? bila ew bi xwe bi kurdî xiberde.!

Esker dibêje, ew bi kurdî niuzana loma ez tercumanîyê dikim.

Axa: Waaaaa...! bi qasî kerek e hê bi kurdî nizane..?




 
Rûela Serî| Deftera mêvanan | Têkilî