Serhad B.RÊNAS
KSN 18/ 10 2005-
Nêrînek
Giþtî Li Zimanê Kurdî
Zimanê
Kurdî di roja me de li Rojhilata Navîn û Asyaya Nêzik de
zimanê 4�emîn ku herî zêde tê axaftin û Cihanê de di nav 30
zimanên sereke de cih digre li gor pîvanên wekî; rêjeya
axaftinê,bikaranînê di amûrên medyayê de,mejûya danîna
berhemên pêþîn yên nivîskî. Weku hemû zimanên dewlemend û
þareza zimanê kurdî jî ji kurahîya mejûyê peyda bûye û bi
bingeh û basûtê xwe ya bihêz xwe gihandîye roja me ya
îroyîn.Ji serdema Hurrîyan li serdema Medan ve wek Zimanê
Avesta(Zimanê Med-Medya) hatiye û gelek gonaxan derbas buye
û gihiþtiyê serdema me.
Zimanê
Kurdî di nav Malbata Zimanên Hîndû-Ewrûpî de cih digre.Di
nav vê malbatê de di þaxe Îranê de ye.Lê em dikarin zimanên
Kurdî,Farsî,Afganî,Peþtunî wek gruba zimanê Kurdî bi nav
bikin.Pêywendiya Zimanê Kurdî û Farsî ku ji yek rehê
hatine,heman tekîlî û manendî di zimanên ji Zimanê Latinî
hatine wek Spanyolî,Îtalyanî,Frensî de jî heye.Her wiha hin
dane hene ku nîþana kevnbûna zimanê Kurdî ji Farsî nîþan
didin.
Zimanê
Kurdî ji du zaravayên sereke pêk tê.
1-Gruba
Kurmancî(Kurmancîya Jor û Jêr)(Hin caran binavkirin tê
guhertin û bikaranînên li Baþur bahdinanî,li bakur? jî tê
dîtin.)
2-Gruba
Zazakî-Goranî
▪Zaravayên Zimanê Kurdî û Ayînde
Di rastî
de Soranî ku -bi xeletî ev nav lê hatiye dayîn eslê xwe de
Kurmancîya Jêr e- þaxeke Kurmancîye û gelekî nêzî Kurmancîya
Jore.Ji ber vê yekê jî xistina cûdahîyek di navbera
Kurmancîya jor û jêr de ne rast e û ne di cîh de ye.Ayînde
de ev 2 þax di banê yek rêzimanê de yekbin û dê vê bibe
zimanê standart û netewî ya Kurdistana di dahatû de.Her
çiqas ji ber sedemên sosyolojîk û erdnîgarî gruba Zazakî
cûdahîyên kûr vehewandin jî zaravayên di vê komê de gelek
taybetîyên hevbeþ heye.Ger em rewþa giþtî yê Kurdistanê
binêrin;edî nezî ji %90î gelê Kurd, Kurmancî(Kurmancîya Jor
û Jêr) bikartîne.Kesê ku zaravaya xwe baþ bizanibe ev kes
dikare zaravayên din jî bi hêsanî têbigîhêje.Hebûna
zaravayan di zimanan de tiþtekî gelek normale.Berovajî vê
yekê rewþekî ecêbe.Wekî mînak îro hê jî li 9 herêmên cûda
yên Elmanyayê de zaravayên cûda ku tên axaftin hene.Di
Cîhanê de gelek zimanên sereke dikarin mînakê vê yekê bibin
hene.
Di
Dewleta Federal a Kurdistana Baþur de piþtî ezmûna 13 salîyê
perwerdeya bi Kurdî,riya bi hêsanî û bêkêþe ji hev
têgihiþtina Kurdên vê derê û hilberîna bi zimanê Kurdî jî
vekirîye.Pêþarojê de ger bername û amûrên hevbeþ a
perwedehîye li hemû Kurdistanê were pêkanîn ev pêþketin vê
hemû Kurdistanê çêbibe.Çêkirina konferansek mezin û giþtî di
vê mijarê de di çareser kirina vê kêþeye de ewê rolekî
girîng bileyze.Kêþe di vî warî de bi qasê berê nemaye.Lê
dîsa jî ji %100 çareserkirina vê yekê girêdayê hebûna
dewletekî serbixwe ya Kurdî re girêdayîye.Beramberî vê yekê
jî li þuna sekinînê gelê Kurd divê Hikûmeta Kurdistan û
Parlemena Kurdistan bangê ketina tevgerê bike û
pelamarek(kempanya) dorfireh bidin destpêkirin.Piþtre jî
konferasek ser Zimanê Kurdî bal akademîsyenên li Kurdistana
Azad û Dewleta Federal a Kurdistanê bê çêkirin, bi beþdarîya
ji hemû perçeyên Kurdistanî û hemû kes û dezgehên têkîldar
divê biryara pejirandina rêziman û elfebeyek hevbeþ were
girtin.Bo zaravayên Kurdî çareserîya herî baþ,nêritandina
rêzimana pêþketiya Kurmancîya Jor li Kurmanciya Jêr û
vergirtina peyvên kêmji lehçeyên din e.Bi vî avahî him
zaravayek navendî çebibe û ji rabirdû û erþîva kevn jî qut
bûnek pêk neye.Bi xebatekî baþ û girseyî wê konaxa
derbasbûnê jî hêsantir be.
▪Serdema Kevn,Navîn û Nêzik de
Bêþik
Neteweya Kurd di Cihanê di nav gelên herî kevn û mezin de
cih digre.Her wiha Zimanê Kurdî ji gelek zimanan pêþtir bûye
zimanê nivîskî û xwedî edebiyata devkîyê bihêz e.Serdemên
tarî yê Zimanê Kurdî mixabin di serdemên wek Siltanê Kurd
Selahhaddînê Eyyûbî û Rêveberîyên Kurdî ên bihêz de
pêkhatiye.Rêveberiyên han wekî Zimanê Fermî Erebî
bikaranîne.Taybetî piþtî dagirkerîya Ereban Zimanên wek
Kurdî,Tirkî û Farsî ku zimanên serdest a Rojhilata Navîn
ketibûn serdemekî dêdeng,kêm hatibûn dîtin û hatibûn ixmal
kirin.Zimanê Kurdî vê serdemê de hin caran serî hilda bû.Bi
bidestxisitna serxwebûnên xwe yên siyasî a Tirk û Farsan
zimanê wan ji nû ve ketibûn konaxa vêjînê.Lê ev rewþ bo
Kurdî ne wisa bû.Di salên 1200î de de yekemîn serhildana
çandî,nivîskîya Kurdî dijî desthilatîya Erebî MUHAMMED IBN
ADEM pêk anî be jî Kurdî ji ketina konaxa pengivîye rizgar
nebûye.
Disa jî
Kurdî her tim li Kurdistanê wekî zimanê serdest maye.Heta
pêvajoya perçe kirina xakê Kurdistan ango heta salên 1920an
Zimanê Kurdî di nav gel de,di medreseyan de desthilatiya xwe
domandîye.Piþtî perçe kirina Kurdistan armanca sereke ya di
serî de Dewleta Tirk û Iraq,Êran û Sûriye ji holê rakirina
Zimanê Kurdî ango Neteweya Kurd bûye.
▪Piþtî
Perçe Bûna Kurdistan (Ji salên 1920an heta salên 2000î)
Tirk
piþtî ku di sala 1923an de Komarên xwe avakirin peyvên
�Kurd� û Kurdistan qedexe kirin.Li þuna wan destpê
bikaranîna navên �Tirkên Çiyayî� û �Þark-Rojhilat� kirin.Ev
dîrok teza fermîde milata inkarkirina Kurd û Zimanê Kurdî
bûye.Dewleta Tirk di serîde dibistanan,dezgehên fermî û li
hemû cihan Kurdî qedexe kir.Di bazarên bajarande gundiyên ku
ji xeynî Kurdî zimaneke din nizanîbûn seza dihat dayîn.Ji
aliyekî qedexeya ser Zimanê Kurdî berdewam dikir ji layê din
de jî sala �Teoriya Roj-Ziman� ku 1935�an de hat pejirandin
û di vê teoride angaþta �Asyaya Navîn ku wekî �welatê
Tirkan� tê binavkirin wekî dergûþa þaristanîya mirovayetî� û
�Zimanê Tirkî jî dayika hemû zimanan e� dihat kirin.Li gorî
vê tezê Gelê Kurd eþirekî Turanî ye, ji ber tecrida çiyayên
ku Kurd lê diman û ji ber bandora Farisan zimanê xwe ji bîr
kirine.Li Tirkîyeye Kurdî ne tanê di dezgehên fermî,
bikaranîna wî di nav malan de jî qedexe bû û tenê �zimanek�
hebû û e jî Tirkî bû.
Di salên
1920an de Celaled Elî Bedirxan û pêþengîya malbata
Bedirxanîyan de her çiqas Zimanê Kurdî hin reforman hatibûn
pêkanîn jî bondara wan hewlan ser Kurdistana Bakûr kêm
bû.Zimanê Kurdî de elfebeya latini yekem car pirtûka bi navê
Elîfba Kurdî ku aliyê Mîr Celadet Elî Bedirxan(1893-1951)
ve
hatibû nivîsandin de hat bikaranîn.Piþtre jî elfebeya latini
di kovara ku ji aliye Celaled Elî Bedirxan ve hat derxisin
ku ev kovar kovara HAWAR(1932-1944) bû de jî hat bikaranîn
û kovara HAWAR(1932-1944) di dîroka wêje û çapamenîye
Kurdî de werçerxanek pêkanî
Di maweya
80 salê de Zimanê Kurdî beramberî hemû hewlên zordarî û
çewsandinê re rûbirû ma bû ji ber pêkerên wek lêz zêdebûna
rêjeya serjimerîya Kurdî û neþiyandina malbatan Kurd keçên
xwe li dibistanê Kurdî hin jî heyîna xwe diparêze.Kurd bi
salên dûr û dirêj bi taybetî li Kurdistana Bakur de ketin
nav bêdengiyek kûr.Lê Dewleta Trik dîtûbû ku zimanê Gelê
Kurd hin jî dijî vê yekê dewleta Tirk politikaya dûrxisitina
zorakan ji malbatên xwe þopand û dibistanên bi þevborîn hat
vekirin.
Ji layêkî
pêþketinên han diqewimî û di layê din de jî Rewþebîrên Kurd
di salên 1965�an de elfebeya Kurdî,salên 1970an de dû
ferhenga Kurdî-Tirkî,pirtûka rêzimanê Kurdî û berhema Ehmedê
Xanî ya "Mem û Zîn" ê bi avayekî otosansûrî weþandin.Lê
weþanên bi vî rengî bêderengî hat qedexe kirin,nivîskar û
weþangera wan hat girtin.
Di gel
rewþa Bakûr li Baþûrê Kurdistanê de di çerçoveya azadîyên
teng de zimanê Kurdî li dibistanan dihat bikaranîn.Kovarên
çandî edebî ,rojnameyên hefteyî û carnan jî rojane
derdiketin.Reftara zimanê Kurdî li gor rewþa Tevgera
Rizgariya Kurdistanê ku pêþengiya Mistefa Barzanî de dihat
meþandin diguherî.Politikayeke inkarê nîne bû ji ber vê Kurd
heyîna xwe diparast heta di qada akademîk de jî cihê xwe
digirt.
Kurdî
derbeya leþkerîya 12 Îlon 1980an de jî parê xwe girt û
qedexeyên nû bi yasayan hat garantî kirin.Di salên Turgut
Ozalî ku 1983an destpêkir hat dîtin ku bi inkarê çareserî
pêknaye bo Zimanê Kurdî bisînor be jî �serbestîyek� hat
dayîn.Yekem kasetên dengê û rojname bi avayekî fermî di vê
demê de derketin.
Dûv re
qadên mûzik,wêje,þano,weþangerî,medya û sînemayê de
pêþketinên girîn çêbû.Yekem televizyona neteweyî jî dervey
Kurdistan hat damezirandin.Pêkhatinên li Îran û Sûrîye jî ji
Tirkîye zêde cûdatir nebû.
▪Rewþa
Niha
Îro
Zimanê Kurdî Iraqa Federal de duyemîn zimanê fermî û
Kurdistana Azad(baþûr) de jî yekemîn zimanê fermîye.Li
Kurdistana Azad de ji dibistana seretayî heta zaningehê,li
dezgehên fermî,di
ji
hev nivîsînên fermî de,hemû sazîyên Dewleta Federal a
Kurdistanê de zimanê Kurdî tê bikaranîn.Bi sedan kovar,bi
dehan rojname,bi sedan pirtûk,albûm û hwd. bi Kurdî
derdikeve.Di alavên ragihandinê pêþketi û qadên fermî,dadî
hwd. de Kurdî li Dewleta Federal a Kurdistanê giranîya xwe
roj bi roj zêdetir dike.
Li Îranê
Zimanê Kurdî bi avayekî fermî tê nasîn jî di pêvajoya
pêkanînê de astengî tê derxistin.Li Sûrîyê hemû pêþketin bi
saya hewlên xalkê Kurdistana Rojava pêk tê tiþte ku dewleta
Sûrîye daye nîne.Li Tirkîyebi têkoþîna Gelê Kurd kêm be jî
zimanê Kurdî di riya �naskirinê� de ye.
Ev xal
jî heye ku divê neyê ji bîrkirin bo ku zimanê Kurdî di
Cihanê de bigêhêje niqteya herî bilind û bo berdewamî û
pêþketina xwe biparêze divê Kurdî bi taybetî di qada zanist
û teknolojîyê de divê were bikaranîn.Di çerçoveyê de di
Kurdî de nivîsandina zanistê,bikaranîna Kurdî di qada
akademîk de,bi kurtasî qadên wek
wêje,sînema,mûzik,þano,hûner ango bingeha bûyîngên zimanekê
pêk tîne bêhêncet û bêmerc divê zimanê Kurdî were
bikaranîn.Ger zimanê Kurdî,aska ku wek zimanên
Frensî,Elmanî,Italyanî,Japonî a gihîþtine,negihêje em
nikarin bibêjin ku xetera ser Zimanê Kurdî edî nîne.
BI GIÞTÎ HILBERÎNA BI
ZIMANÊ KURDÎ
▪Bi
avayekî giþtî Rewþa Zimanê Kurdî Binêrin da ku kêmasî û
tiþtên divê were kirin de fikrekî giþtî bidest bixin.Di hêla
Medya,muzîk,sînema,wêje,çand, hûner û hwd. Rewþ û hilberîna
bi Zimanê Kurdî çi astê de ye bibînin.
Wêje û Weþangerîya Kurdî
Milletekî
wekî Milleta Kurd ku wêjeya wî ya nivîskî bi sedan sal berê
destpêdike,xebatên ku di her warê hunerê de hatine kirin
zêde gotin nahêle.Sedsalên berê de kesên wek Mani(Derdora
250 P.Z ) û Anu Þîrvan (Derdora 400 P.Z)
jî berhemên nivîskî bi zimanê Kurdî hatibe dayîn jî kesê ku
ji herî zêde nasnakirin û wekî destpêk tê pejirandin
Baba Tahirê Hamadanî(938-1010)
ye.
Hin navên
ku di navbera salên 800 û 1800an de Edebiyata Klasik a Kurdî
de berhem dane wiha dikarin rêz bikin;
Bassamî Kurdî(800),Behlûlê
Mahî(800?..),Pîr Þarîar(900?..),Gilanî(900?..),,Baba Qeyserê
Hewramî,Baba Sirincê Kelatî,Baba Gecekê Hewramî(942-1006),
Dayê Tewrêza Hewramî(950?) ,Fatme Xanim,,Þaxweþîn(923-1055)
,Alî Teremokî(1000-1056) ,Ibn Wehþiye(1000),Elî
Herirî(1010-1077),Þêx Adî (1073-1162?),Nizamî
Ganjewî(1176),Þêx Îsa Berzencî(1353),Melaya Cizirî (Sedsala
12an An jî 1407-1481?),Feqîye Teyran(1302-1375? An jî
1564-1562),Melayê Batê1414-1490?),Ehmedê
Xanî(1651-1707),Îsamîlê Beyazidî(Xamil) (1660),Siyah
Pûþ,Þêxê Babeþîr, (1737-1785), Wedayî(1790-1850)
,Evdirrehmanê Axtepî(Derdora 1800), Nalî(1800-1856)
Ji vana
belkî ser Kurdan herî zêde bibandor bûye Ehmedê Xanî
(1651-1707) ku berhema wî yê bi navûndeng û giranbuha
Mem û Zîn ve tê nasîn.Ehmedê Xanî 350 sal berê xwedî
hiþmendiye neteweyî bûye hin Kurdên ku îro jî nikarin vê
hêstiyarî nîþan bidin.Li gel Ehmedê Xanî navên wek
Feqiyê Teyran, Melayê Cizîrî,Pirêmerd,Nizamî,Melayê Batê û
hin navên din jî morên xwe li Edebiyata klasik a Kurdî
xistine.
Edebiyata
Modern a Kurdî li Kurdistana Baþur her çiqas ji salên 1900an
de berhem dida jî pêþketin û zêde bûna berheman piþtî 1970an
pêk tê.Piþtî 1991ê azad bûna Kurdistana Baþûr û di perçeyên
din de jî bilindbûna hiþa neteweyî bi xwe re zêdebûna
lêzahîya pêþketina Wêjeya Kurdî jî anî.
Di rojame
de hin navên helbestan û nivîskarên ji Kurdistana
Azad,perçeyên din ên Kurdistan û Ewrûpa wiha dikarin rêz
bikin.
Mehmed
Uzun,HelîmYusiv,Þêko Bêkes, Ereb Þamilov,Hesenê Metê ,Mahmut
Baksi,Cegerxwin,Mahmud Lewendî,Xelil Duhokî,Elî Mahmûd,Xebat
Arêf,Murad Ciwan,Sîrwa Ezîz,Hecî Cefer,Mamo Jemo,Zinarê
Xemo,Zekî Seyda,Musa Anter,Rojen Barnas,Dilawer Zeraq,Firat
Cewerî,Arjen Arî,Siraç Bilgin,Dîary Qeredaxî,Sebrî
Silê,Hesen Qizilci,Mem Bawer,vanî,Abdullah
Nureddîn,Celalî,Salah Hussin Hama,Qedrîcan,Nureddîn
Zaza,CanKurd,Aram Raþid,Xalid Faraj,Kakþar Oremar,Mehmet
Bayrak,Osman Sebrî,Qenatê Kurdo,Cemþid Bender,Torî,Evdila
Pêþew,Celilê Celîl,Perwîz Cihanî?Navên ku li vir de hatine
rêz kirin tenê hin mînakin gelek nivîkar,lêkolînvan û
helbestavên giranbûha hene ku navê wan nehatiya nivîsandin.
Li
Kurdistana Azad û perçeyên din de bi dehan weþanxaneyên
Kurdî heye.Rêjeya çapkirina pirtûkên Kurdî li gor zimanên
Cihanî re muqayese bikin hêjmar gelek kêm e.
Bi giþti
di 4 perçeyêde �ji %60-70 li Kurdistana Azad de ye- her sal
derdora 1500 pirtûk tê çapkirin.Ger ev hejmar ser 30.000an
derkeve encax dikarin bibêjin ku xeter rabûye.Kêmasîyek
girîng jî kêmbûna an jî nebûna wergerên berhemên
zanistî,teknolojî,akademîk,perwerdehî ye.
Li
Kurdistana Bakûr heta salên 1980î kêm pirtûk hatine çap
kirin.Piþtî salên 1990î hilberîn û xerîdarî ya pirtûkên
Kurdî de zêdebûneke giþtî pêk hatiye.
Weþangerîya li Kurdistana Bakûr ji ber sedemên wek;
-Rewþa
Siyasiya Kurdistana Bakûr
-Nebûna
perwedeya bi zimanê Kurdî
-Xwedî
derneketina Zimanê Kurdî ji bal Kurdan ve
-Nebûn û
neafirandina Hiþmendîya Neteweyî
çapkirin
û kirîna pirtûkên Kurdî pirr hindek e.Her wiha gelemperî
Weþanxaneyên Kurdî xwedî stratejîya frotinê nînin.Bo
pêkanîna bazarêk neteweyî rêveberîya navendî pêwstê ev yek
li Kurdan de astengeg din e.
Ji Çar
Perçeya Kurdistanê Navên Hin Weþanxaneyên Kurdî
Avesta,
Belge, Pêri, Fýrat, Doz, Çýma, Koral, Beybûn, Melsa,
Bajar,Çarçýra,Weþanên Welat, Weþanên Jiyana Rewþen, Deng,
Scala, Weþanên Enstitüya Kurdi, Komal, Nûbihar, Berfin-Kora,
Pelê Sor,Metis-Akyüz,Bajar, Belge,Sara,Dengê Kurdýstan,
Mem,Weþanên M,Weþanên Apec
Elfebeya Kurdî
Di mejûyê de zimanê Kurdî elfebeyên
cûda hatiye nûsîn.
Elfebeyên sereke ku di
zimanê Kurdî de de hatine bikaranîn û hê jî tê bikaranîn.
-Elfebeya
Dewra Medan(Nivîsa bizmar): Ji aliyê Medan ve hatiye
bikaranîn.
-Elfebeya
Aramî: Hin belgeyên ku bi vê elfebeyê di sala 88 B.Z de
hatinê nivîsandin.
-Elfebeya
Avesta: Pirtûka pîroz ya ola Zerduþî de vê elfebe
jatiye bikaranîn.
-Elfebeya
Pelewîya Kevn: Bi vê elfebeyê pirtûka Sorani Dinkard
hatiye nivîsandin.
-Elfebeya
Masi: Li agahîka ku Ibn Wehþiye di pirtûka xwe ya sala
855 de nivîsandiye diyar dike ku bi vê elfebeye 3 pirtûkê
Kurdî dîtiye.
-Elfebeya
Kurdên Êzidî: Pirtûkên piroz yên Ezidîyan Kitêbê
Cilwe,Misfeha Reþ bi vê elfebeye hatiye nivîsandin.
-Elfebeya
Kurdî ku ji tîpên Kîrîlî pêk hatiyê: Kurdên ku li xakên
Sovyeta berê de dijîn bikartînin(Salên dawîn de êdî wekî
berê nayê bikaranîn).
-Elfebeya
Kurdî ku ji tîpên Erebî pêk hatiyê: Kurdên Kurdistana
Azad û Kurdistana Rojhilat bikartînin.
-Elfebeya
Kurdî ya Latinî: Elfebeya ku Kurdên Kurdistana
Bakur,Kurdistana Rojava,Ewrûpa û Rûsaya bikartînin û
elfebeya hevbeþ a pêþarojê ye.
Bo nimûne
elefebeya ku di çapekî pirtûkê pîroz yê Ezîdîyan Kitêbê
Cilwe de hatiye bikaranîn wekî elfebeya Ereb nivîsandina wî
ji rast ber bi çep lê cûda û cihêreng bû.
Disa hin
gelên cûda wekî Sûryanî û Ermaniyan di rabirdû de bi
elfebeyên xwe yên neteweyî gelek pirtûkên Kurdî nivîsandin
e.Piþtî ku ola Îsalam bi darê zorê Kurdan re hat
pejirandin,wek civakên din yê Misiliman Kurd jî elfebeya
Erebî bi bi mecbûrî derbasî elfebeya Erebî bûn.Ev rewþ ku
egera bêsiûdî û dabeþbûna ziman bû heta salên 1930�î
berdewam kir.
Xwendin û
nivîsandina zimanê Kurdî ji ber helwestên zorbarî û bi
yasayên ji mirovahîyê der hatibû qedexe kirin ketibû asta
herî kêm.Tenê "feqî" û "mela" yên ku di medreseyan de
perwerdeya olî bi zimanê Kurdî girtibûn istisnaya vê yekê
bûn.Berhemên Kurdî yên kevn ku bi vê elfebeyê hatibû
nivîsandin feqî û melayan ve ji ber ku elfebeya Erebî
dizanî bûn hat parastin.Lê ji ber perçe bûna
Kurdistanê,nebûna elfebeyekî standart û nabûna delfeta
perwerdeya Kurdî û ji ber ku Komara Tirk xwendin û
nivîsandina Kurdî qedexe kiribû nifþên Kurd ji delfeta
xwendina qezenca bi sedal salan; berhemên nivîskî yên Kurdî
bêpar man.Di vê çerçoveyê de pira di navbera nifþên û nifþên
berê de hat rûxandin. Ji nifþên nû lêkolînvanên wêrek jî ji
ber ku elfebeya Erebî nizanîbûn berhemên Melayê
Cizirî,Ehmedê Xanî,Elî Heriri,Feqiya Teyran ku hemû
dewlemendiya zimanê Kurdî diparêzin nikarîbûn bixwînin.
Zimanzanên Kurd bo ji holê rakirina kêþeya elfebe cara yekem
1918�an de dest bi xebatê kirin ku hin vê demêde Komara Tirk
ne hatibû damezirandin û Tirk derbasî elfebeya latinî ne
bûbûn.Lê temam kirin û bikaranîna elfebeya latinîya Kurdî
sala 1932�ê de pêk tê.Cara yekem di sala 1918�de ji aliyê
elfebeya latini pirtûka bi navê Elîfba Kurdî ku aliyê Mîr
Celadet Elî Bedirxan(1893-1951)
ve
hatibû nivîsandin de hat bikaranîn.Di wan salan de li Baþurê
Kurdistanê hewldanên Xelîl Xeyalî û Tewfiq Wehbi hêvîyên
Bedirxan mezin kiribû.Kovara Jîn ku di vê demê de li
Kurdistana Bakur dihat weþandin ji yekem hejmara xwe û pêve
li beramberî rexneyên tund dihat.Çinkî gelek tîp ji dervey
wateya xwe ya rastîn dihat bikaranîn û ji derdorên zimên û
xwendevanan rexneyên tund dihat.Rêveberên kovarê jî wiha
bersiv dida �Ka em çi bikin,zimanekî arî encax bi elfebeyekê
samî wiha tê nûsîn�(*). Piþtre jî elfebeya latini di kovara
ku ji aliye Celaled Elî Bedirxan ve hat derxisin de-ev kovar
kovara Hawar(1932-1944) bû- jî hat bikaranîn.Bi vê avahî
zimanê Kurdî bi taybetî Kurmancî derbasî elfebeya latinî
kiribû.Kurdistana Baþur û Rojhilat ji ber ku dewletên ku wan
perçeyên Kurdistanê dagirkirine elfebeya wan a fermî
elfebeya Erebîye,elfebeya latinî re entegre nebûn.
Di dema
me de di Kurdistana Bakur,Kurdistana Baþur-Rojava,Ewrûpa û
Rûsya(li gel elfebeya Kirîlî) elefebeya Latinî,li Kurdistana
Baþur û Kurdistana Rojhilat de elfebeya Erebî tê
bikaranîn.Kurdistana Baþur de televizyonan û hin kovarên
Kurdî,hin malperên înternetê û hin pirtûkên Kurdî ku tên
çap kirin de elfebeya Latinî tê bikaranîn û xebatên bi vî
rengî jî zêde dibin.Lê zimanê ku,zimanê 40-45 mîlyon mirovan
be elfebeyek yekgirtî yê vî zimanê nebe.Ev jî malkambaxîya
me ya Kurdane.
Bo pêkhatina yêkîtîyê
dizimanê Kurdî de hewceye ku Kurdistana Azad bi temamî
derbasî elfebeya latinî be.Bo vê yekê jî divê Hikumeta
Kurdistanê,Parlemena Kurdistanê û hemû dezgehên têkîldar
dest bi xebatê bikin.Di Konferanseke mezin û girseyî a
zimanê Kurdî ku ji layê Dewleta Federal a Kurdistan û
akademîyên li Kurdistana Azad were çêkirinde biryara derbas
bûna elfebeya latinî were girtin.Divê ev konferans bi
tevlîbûna ji her perçeyên Kurdistanê hemû kes û sazîyên
pêwen were li dar xistin.Her wiha bo zaravayên Kurdî jî
çareserîya herî baþ yekxistina rêzimana pêþketiya Kurmancîya
Jor û Kurmancîya Jêr di gelek waran de standatize bûye ye.Bi
vî avahî him zimanekê standart pêk were him jî ji qezenc û
rabirdûya xwe qut nebe.
Medyaya Kurdî û Teknolojî
Wekî tê
zanîn rojnamevaniya kurdî bi Rojnameya Kurdistan ku
di sala 1898 an de derdiketîye destpêdike.Ev rojname 22
Nîsanê de dest bi weþanê kirîye.22 ya Nîsanê lewma wekî
salvegera rojnamegerîya Kurdî tê pîroz kirin û li Kurdistana
Baþûr jî ev roj bi awayekî fermî wekî roja �Rojnamegerîya
Kurdî� tê qebûl kirin.Ev rojname di sirgunê de derket holê
ango mejûya rojnamegerîya Kurdî di sirgunê de derdikeve
holê.Rojnameya Kurdistan ji alîye Miqdad Mîdhet Bedirxan ve
li Qahîreyê hatîye derxistin. .Piþtî Miqdad Mîdhet Bedirxan
birayê wî Ebdurrehman Bedirxan dest bi weþandina wê
kir.Rojnameya Kurdistan piþtî Qahîre li Swîsre û Londonê jî
hatîye derxistin.Hejmarê dawîya Rojname Kurdistan (no:
30-31) 14 adar di sala 1902 yê derket.Destpêbûna
rojnamegerîya Kurdî li gorî ciranên me -wek Tirkan- pirr
dereng nîne.Belam Medyaya Kurdî ji ber astengî û berbestîyên
bêdawî bi qasê cîranên me bilêz pêþneketîye.
Ji vê
demê pêve bi sedan kovar û rojname li grî delfetan rolên xwe
belavkirina bîrûbawerîyên peþketinxwaz û çandî û neteweyî de
lîstin.Kovarên wek Gelawêj û Hawar jî mînakên herî ya vê
yekê bû.Di sala 1932'an de li þamê kovara bi navûdeng
Hawar dest bi weþanê kir.Xwedîye wê kovarê Celaled Elî
Bedîrxan bû dîsa Bedîrxanek di dîroka Kurdan de guhertin û
erxekek mezin pêk anî.Hawar bi tîpên latinî dest bi weþanê
kiribû.Cara yekem bu ku elfebeya latinî bo kurdî dihat
cêbecekirin.Kovara Gêlawêj jî di demê xwe de bi rastî jî
stêra geþa rojnamegerîya kurdî bû.
Bi dûv
dehan sal XEBAT TV ku li Duhokê di sala 1992an de hate
damezirandin û hin jî bi navê K.TV-DUHOK weþan dike,
televîzyona yekemîn a bi Kurdî di nava Kurdistan da bû.MED
TV
ku li derwey Kurdistanê hatibû damezirandin yekemîn
televîzyona Kurdî bû ku netewî,satalaytî-navneteweyî weþan
dikir
Rewþa
mediyaya Kurdîya îroyîn astekî baþde ye.Lê hin jî
pirsgirîkên wekî dezgeh bun,profesyonelî,kêm buyîna reklam û
rewþa aborîya dijwar,meseleya elfeba,ji xeynî Kurdistana
baþur astengên dewletên dagirkerên Kurdistanê,keþeya
partîvanî û ne serbixwe buyîna medyaya Kurdî û hwd...
berdewamin.Keþêyek din jî meselaya sîyasîye.organên mediyaya
Kurdî girêdayê partîyane.Li cîhanê jî %100 media ne
sebixweye.Helbet ev tiþteke xwezayîye.Lê dive rojnamegerîya
Kurdî xwe nêzî serxwebunê re bikþîne.Divê çapamenîya Kurdî
Kurdperwerî,niþtimanperwerî,demokratîk,modern,profesyonel
bûn,rast bûn,sirûþthezî,rizgarî û pêþketina Kurdistan û
berjewendîya gelê Kurd wekî esas bipejirîne.
Îro
piranîya wan li Kurdistana Azad,nêzî 500 kovar,50 rojname
weþanê dikin.Ji vana 3 rojname ku li Kurdistana Azad weþan
dikin rojnameyên rojana ne.Li Kurdistana Bakur û Rojhilat
rojnameyên hefteyî,panzdehrojî jî heye.Li Kurdistana Azad ji
20ê zêdetir televizyonên Kurdî heye ji vana 3 televizyon bi
navê Kurdistan TV,ZagrosTV û Kurdsat TV bi
avayekî satalaytî weþanên xwe didomînin yên din jî bi
þêweyekî cigayî-hêremî weþan dikin.Biqasî wan jî radyo li
Kurdistana Azad weþanên xwe berdewam dikin.Her wiha li
Kurdistana Azad bi navê Pêyamnêr Ajansa Dengûbasên
Kurdî sala 2005an de bi avayekî fermî dest bi weþanê xwe
kir.Her wiha li Ewrûpayê jî 3 televizyonê satalaytî heye.Her
wiha ser înternetê ji her perçeyên Kurdistan û Ewrûpa bi
sedan malper heye ku di medyaya Kurdî ya Înteraktif-Online
de cih digrin.Ji ber ku înternet cihêkî azade,erzane û
sînoran nasnake gelê Kurd jî bi hêsanî xwe înternetê de
gihandin astekê baþ.Em rewþa Cihanê jî bidin ber çavan ku
edî medyaya elektronîk her roj girîngîya xwe zêdetir dike
pêwistîya pêþketina medyaya Kurdî ya elektronîk derdikeve
holê.Ger înternet hin zêdetir berdarî were bikaranîn him
sêra medyaya Kurdî cûdatir be him jî têkarîya înternetî di
jiyana civakîya Kurd de û pêþetina rewþa politik a
Kurdistanê jî zêdetirîn be.
Zimanê
Kurdî li gor delfetan cihê xwe hêdî hêdî di teknolojî de
digre.Ji xeynî sedan(heta hezaran) malperên Kurdî, îro
ÝÞLETÝM SÝSTEMÝ jî bo zimanê Kurdî tên wegerandin.
Eksplorera(explorer) bi navê OPERA ku li cîhanê de pir tê
bikaranîn jî bi kurdî hate amade kirin û malpera fermî ya
Operayê de hat weþandin.Ji xeynî opera bernameyên
malpersazî,eksplorerê,sohbetê(wek skype),ferhengên
elektronîk,girafik-wênesazî û bernameyên ofîsê tên
wergerandin.
Televizyonên Kurdî ku ser Satalayt û Internetê weþan dikin.
Kurdistan TV
www.kurdistan.tv
-
www.kurdistantv.net/com
KURDsat TV
www.kurdsat.tv
ZAGROS TV www.zagros.tv
ROJAVA TV
www.rojava.com
Seher TV
www.sehertv.com
Me TV
www.metv.com
Roj TV
www.roj.tv
Kürt Ýnternet Televizyonlarý
KNN TV
www.knntv.net
ÊZÎDÎ TV
www.ezidi.ru
Televizyonên Kurdî ku ser dayendeyên bejayî wean dikin.
GULAN
TV,XAK TV,PERWERDE TV,TELEVÝZYONÎ GELÎ KURDÝSTAN,PUK TV,S
TV,U TV,KCP TV,KTV,KTV-DUHOK...
Hin
Radyoyên Kurdî ku Ser Satalayt, weþan dikin.
Dengi
Geli Kurdistan,Kurdistan Radio,Dengi Kurdistan 2,Newa Kurd
Radio,Dengê Mezopotamya,Radyo Kurdistana Rojava
Hin
Radyoyên Kurdî ser Internet û bi þêweya bejayî weþan dikin.
Radyo
Dengê Aþitî,Radio VOA[Beþa Kurdî],Radyo Gulan,Xak FM,Radyo
Azadî,Radyo Aþitî,Radyo Nûjen,Radyo ERF[Beþa Kurdî],Hawar
Radyo,Dengî Kurdistanî Rojhilat,Radyo Komaleh,Radyo
Zeyale,Radyo SBS[Beþa Kurdî],Radyoya ÎRAN[Beþa Kurdî],Radyo
MULTÎ-KULTÎ [Beþa Kurdî],Radyo Rêbir,Kurd Hits Radio
Hin
Rojnameyên Kurdî.
Xebat(Kurdistana Azad)
www.xebat.net
Kurdistanî Nwê(Kurdistana Azad)
www.pukmedia.org
Peyama
Kurd(Ewropa)
www.peyama-kurd.com
Hawlatî(Kurdistana Azad)
www.hawlati.com
Evro(Kurdistana Azad)
www.eduhok.com
Mîdya(Kurdistana Azad)
www.ydnk.com
Emro(Kurdistana Azad)
www.amroo.com
Aso(Kurdistana Azad)
www.xandan.com
Alay
Azadî(Kurdistana Azad)
www.ktp.nu
Dema
Nû(Kurdistana Bakur)
www.demanu.com.tr
A.Welat(Kurdistana Bakur) www.azadiyawelat.com
Agirî
(Kurdistana Rojhilat)
www.kurdistanmedia.com/Kurmanci/kurmanci.php
Kurdistan(Kurdistana Rojhilat)
www.kurdistanmedia.com
Rojhilat(Kurdistana Rojhilat)
Deng
(Kurdistana Rojava www.deng.wz.cz
Hin
Kovararên Kurdî
Kurdistana Azad
Nûbûn ,Xewn,Gulan,Raman,
Sîxurme
,Vejîn,
Þîrove,
Lalêþ
,
Zanko
,
Hengaw
,Têkist,
R.Kurdistanî,Wire,Rewan,
Kolare,
ZengûBeng
,Sibaî
,
Ranîya
,Yasa,Haþteûheþt,P.Mirovayatî,Kenarî,Kurdistanî
Î.
Vajeh,Pêþeng,Baneroj,
Gulan,
J.Nwê,Karwan,Xak,Peyv,
Duhok,Metîn,Serweran,Zianawa,Nuserî
Kurd,Peyam,Medeniyat,Rebaz,Zeng,Piþkko,Ronahî,
Hetwan,Serdem,Silêmanî,Rayan,Kange,Rojî
Gel
Mehabad,Basere,Papûle???.
Li
Kurdistana Azad nêzî 400 kovar derdikeve.
Kurdistana Bakur
Deng
,KeWar ,Serbestî-Tr,Kovara W,Nubîn ,Kürt
Solu
,Gula Tamara ,Dem ,Kulîlka Ciwan ,Dergûþ,Çirusk,
Tûrik(Qerfî),Zembîlfiroþ,
Zend,Tîroj,Tîgrîs
,Esmer ,Vate
,Nûbihar ,Mizgîn,Kevan
Kurdistana Rojhilat
Þoreþ,Aso,Tiþk,Awêna,K.
Lawan ,K.
Jinan ,Mehabad ,Zebar ,Ruwange
Li
Ewopa û ser înternetê
Birnebûn,
Roja
Nû ,K.
Veger
,Dugir
,D.Ezîdîyan,Jiyanewe
,Kurdistan
H.,Pênus
,Qendîl
,Roþ
Baþ,Zevî,Gazing,Rabûn,Zanîn,Dengê
Bakur,Armanc ,D.Mezluma,Arþiva
Nudem,
Mehname,Nirxandin,Þujin
,Êvar
Baþ,Helbestvan,Arþiva
Nivîs
Hin
portalên Nûçe-Dengûbasî Kurdî
PEYAMNÊR-Kd-Eng-Te-Erb
www.peyamner.com
HAWAR DENGÛBAS-Kd
www.hawardengubas.com
KERKUK KURDISTANe-Kd
www.kerkuk-kurdistan.com
NEFEL-Kd
www.nefel.com
GELAWÊJ-Kd-Tr
www.gelawej.org
RIZGARÎ
ONLINE-Kd www.rizgari.com
AVESTAKURD-Kd
www.avestakurd.net
NASNAME ONLINE-Tr-Kd
www.nasname.com
NETKURD www.netkurd.com
ROJNAME.COM-Kd
www.rojname.com
WELATPARÊZ-Kd-Tr
www.welatparez.com
AMUDE-Kd
www.amude.com
KURD MEDIA-Eng-Kd
www.kurdmedia.com
KURDISTAN OBSERVER-Eng
www.kurdistanobserver.com
DENGÊ KURDISTAN-Kd
www.kurdistan.nu
NEWROZ.COM - JIYANA NÛ-Kd-Tr
www.newroz.com
XOYBUN-Kd
www.xoybun.com
NIVÎSKAR-Kd
www.niviskar.com
DENGÊ
KURDISTAN(VOK)-Kd www.vok1.com
KURDINFO-Kd
www.kurdinfo.com
TEFÞO.COM-Kd(Qerfî)
www.tefso.com
TIRBÊSIPÎ
http://tirbespi.com/kurdi/kurd.htm
EFRÎN.NET-Kd
www.efrin.com
KOBANÎ.NET-Kd
www.kobani.net
KURDISTAN MEDIA-Kd
www.kurdistanmedia.org
KDN-KURDISTAN DAILY
NEWS-Kd www.kurdistandailynews.com
DENGÊ KURD-Kd
www.dengekurd.com
KURDISTAN-POST-Tr-Kd
www.kurdistan-post.com
KURDISTAN MEDYA-Kd
www.kurdistanmedia.com
HABERKURD-Kd-Tr
www.haberkurd.com
MALAME-Tr-Kd
www.malame.com
REWÞEN-NUÇEYÊN
ÇANDÎ,HUNERÎ,REWÞENBIRÎ-Kd
www.thr-kurd.tk
GERDÛN-NUÇEYÊN
ÇANDÎ,HUNERÎ,REWÞENBIRÎ-Kd
www.gerdun.com
ROJAME-Kd
www.rojame.com
KERKUK-INFORMATION-KURDNEWS-Eng- www.kurdistan.tk
KURDISTAN
NEWSLINE-Eng www.puk.org
NIVÎSKAR-Kd
www.niviskar.com
ROJEV-Kd
www.rojev.com
ÛRMÎYE.COM-Kd
www.urmiye.com
KURDISTAN FORUM
NUÇE-Kd
http://kurdish.kurdistanforum.com
KURDMCSE,NUÇEYÊN KOMPÎTER Û
TEKNOLOJÎ-Kd www.kurdmcse.com
KURDISTANNET.COM-Kd (Bi tîpên
erebî) www.kurdistannet.org
KURDISTAN POST-Kd (Bi tîpên
erebî) www.kurdistanpost.com
KURD TIMES-Kd (Bi tîpên
erebî) www.kurdtimes.com/index.htm
KURDISTAN NEWS-Kd (Bi tîpên
erebî) www.kurdstannews.com
KURDISTAN SITE-Kd (Bi tîpên
erebî) www.kurdistansite.com
KURDISTAN MONÎTOR-Kd (Bi tîp.
erebî) www.kurdistanmonitor.net
KURDAWAY-Kd (Bi tîpên
erebî) www.geocities.com/hawar15/links.html
Hin
Portalên Kurdî